
Karanîna madeyên
hişbir paşeroja me dixe metirsiyê
Li hemberî vê metirsiyê bêdeng nemînin
Îro bela herî mezin a ku gelê me dixe metirsiyê,
bela madeyên hişbirê ye.
Ciwanên me yên bi jehrê madeyên hişbirê dikevin, bi awayekî
bêdeng ber bi mirinê ve diçin. Paşeroja me
tê tunekirin. Bikaranîna madeyên hişbirê daketîye heta
zarokên temenê seretayî.
Di vê qonaxê de hemû tax, kolan, dibistan bûne armanca eşkere ya
metirsiya madeyên hişbirê. Zarokên me yên kû siberoja me ne, li hember baronên madeyên hişbirê bêparastin
in. Mal tune ye ku nekeve bin hukmê torên madeyên hişbirê. Kesên dikevin nav lepên tacirên mirinê, yan
bi jehrê dimirin, yan tên kuştin, yan jî xwe dikujin. Malbat li hember vê
metirsiyê bêçare ne.
Li Kurdistanê
tablo di asteke tirsnaktir de ye.
Dema ku li
seranserê Tirkiyeyê rêjeya bikaranîna madeyan %3 ye, li Kurdistanê ev rêje li jorê %10 e.
Sedema bingehîn
a vê problemê bêkarî û xizanîya kûr a li herêmê ye. Mirov
kar nabînin, malbat nikarin li zarokên xwe binêrin, nifûsa
ciwan bi lez zêde dibe. Wêraniya aborî û civakî
ya ku ji ber şer û pevçûnên
40 salan li herêmê çêbûye, hêvîya
ciwanan ji paşerojê kêm dike.
Bi gotineke din,
zarokên me û paşeroja me di
bin metirsiyeke mezin da ne. Karanîna madeyên hişbirê ji bo gelê me bûye
pêvajoyek qirkirineke li ser demê belavbûyî.
Em nikarin li
hemberî vê tehdîda qirêjkirin û tunekirina
tirsnak a ku li hember gelê me hatiye plankirin bêdeng bimînin.
Em dikarin bi
tenê bi ruhê seferberiyeke giştî û hişmendiyeke
neteweyî li hember vê metirsiyê bisekinin. Ji bilî ku em ji bo rizgarkirina zarokên xwe û paşeroja
xwe dest bi dest bidin, tu rêyeke din nîne.
Em hemû aktorên siyasî,
rêxistinên civaka sivîl, ode, baro, sendîka û komeleyên herêmî vedixwînin ku li dijî metirsiya madeyên hişbirê
di platformeke hevpar de bibin yek û têbikoşin.
Berî ku paşeroja
me tarî bibe, werin em bi hev re xwedî li zarokên xwe
derkevin.
Divê em dereng nemînin, ji anha ve gav bavêjin …
01.12. 2025
Partiya
Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin
Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
İran İslam Cumhuriyeti’nin Peşmerge Güçlerine Yönelik Saldırılarını Mahkum Ediyoruz
Em Êrîşên Cumhuriyeta Îslamiye Îranê Yên li Ser Hêzên Pêşmerge Mahkûm Dikin
Qasimlo Nemir E
Alevilerin Tüm Hakları Kayıtsız Şartsız Tanınmalıdır
Divê Ferîd Azad were azad kirin
Burjuva Kibrini Ve Şovenizmi Reddediyoruz!
Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin