Îro salvegera destpêka Komkujîya Dersimê ye. Di salvegera Komkujîya Dersimê de carekî din em bi bîr dixin ku dewleta dagirker di nav salên 1937- 1938 de li navça Dersimê û hawîr dora wê li dijî Gelê Kurd komkujîyekî pêkanî.
Îro êdî eşkere ye dewleta dagirker a Tirk di wê dema komkujîyê de çekên kîmyawî jî bi kar anîye. Hîn der-dor dibêjin ku dema komkujî pêk hat Mustafa Kemal jê haydar nebûye. Lê ev ne rast e, Mustafa Kemalê ji wê tawanê xilaskirinek e.
Serdema komkujî ya Dersimê de Mustafa Kemal Serokkomar e û Celal Bayar jî Serok wezîr e. Vê carê pirs ev e; çawan dibe komkujîyekî weha mezin pêk were û Serokkomar jê haydar nebe?
Kî çi dibêje bila bêje fermana komkujîya Dersimê jî wek dema serhildana sala 1925êyî, Mustafa Kemal bi xwe daye.
Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan, Dewleta dagirker a Tirkîyê di vê roja salvegera Komkujîya li Dersimê carekî din bi tundî şermezar dikin û di şexsê Nemir Seyîd Riza de, hemû cangorîyên wê komkujiyê bi gîramî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditevînin.
Tekoşîna doza azadîya Kurdistanê bê navber berdewam e.
Gelê Kurd dur an nêzîk wê serbikeve,
15.06.2024
Buroya Çapemenîyê a
Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK
Halebce’nin Yarası Kanamaya Devam Ediyor
Ragihandina Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê
Kuzey Kürdistan Ulusal Birlik Girişim Konferansı Sonuç Bildirgesi
Em Bi Germahî 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî Pîroz dikin
8 Mart Dünya Kadınlar Günü'nü Coşkuyla Kutluyoruz
Raperîn’in 35.Yıl Dönümü Kutlu Olsun
Salvegera 35’emîn a Raperînê Piroz Be
Li Rojhilatê Kurdistanê Tifaqa Hêzên Kurdistanî Pîroz Be
Doğu Kürdistan Siyasi Partiler İttifakı Kutlu Olsun!
ZIMAN STÛNA HEBÛNÊYE, LI HEBÛNA XWE XWEDÎ DERKEVE!