BANG JI BO RAYA GİŞTÎ
Êrîşên rejîma cîhadîst a Şamê li dijî gel û destkeftiyên Başûrê Rojavayê Kurdistanê (Rojava), li ber çavên civaka navneteweyî, karasatekî qirkirinê ye.
Piştî têkçûna civîna dawî ya bi QSD'ê re, Wezareta Karûbarên Olî û Weqfan a hikûmeta demkî ya di bin serokatiya Ehmed Şera (Colanî) de, bi îşareta Sûreya Enfalê ya di Quranê de, belavokek weşand û cîhad li dijî Kurdên Başûrê Rojava îlan kir.
Kurd ji ezmûna tal pir baş dizanin ku cîhad çi zirar daye wan. Kurd encamên cîhadên ku di serdema Osmaniyan de li dijî Kurdên Elewî hatine îlan kirinê, ilan kirina cihad ji aliyê Rêberê Olî a Cumhuriyeta İslamiya Îranê û Operasyonên Enfalan, ku ji aliyê rejima nijadperesta BAASa Iraqê ve hatine kirinê, baş dızane.
Senteza Sedam û Xumeynî, Serokê HTS'ê yê Cîhadîst Colanî, ku senteza Sedam û Xumeynî ye û komên hevkarên wî, bi sûdwergirtina ji bêdengiya dewletên Rojavayî, di serî de DYA, ku li herêmê bi bandor in, ew li pey şopa Xumeynî û Sedam diçin.
Îro, hebûn û destkeftiyên gelê Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji her demê pirtir di bin gefeke giran da ye.
Parastina birayên me yên li Başûrê Rojava erk û berpirsiyariya herî girîng a hemû Kurdan e.
Ji ber vê yekê, wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), em dibêjin û bang dikin:
• Parlamento û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê,
• Hemû partiyên siyasî yên welatparêz,
• Rêxistinên civaka sivîl,
• Rewşenbîr û akademîsyen, divê destên xwe bidin hev û piştgiriyê bidin birayên me yên li Başûrê Rojava ku hebûna wan di bin gefên giran de ye.
Em hemû partî û sazî û komelên Kurdî yên li welêt û li dîasporayê vedixwînin ku bi hev re tevbigerin, bertekên xwe bi çalakiyên aştiyane nîşan bidin û raya giştî ya navneteweyî seferber bikin.
Welatên Rojava, di serî de DYA û Fransa, divê deynê xwe yê exlaqî û mirovî yê ji Kurdan ku bi hezaran zarokên xwe di şerê li dijî DAIŞê de bona parastina mirovahiyê kiriye qurban, bide.
Divê ew tavilê piştgiriya xwe ji Colanî vekişînin.
Geşedanên dawî careke din nîşan dan, ku bona avakirina aştî û aramiya mayînde li Rojhilata Navîn, divê pirsgirêka Kurd li ser bingehek dadperwer, wekhev û demokratîk were çareser kirinê.
Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li gorî vê rastiyê tevbigerin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingeha wekheviyê hewldanên bi bandor bikin.
Ger hikûmeta Tirkiyeyê bi rastî jî xema gelê Tirkiyeyê dixwe, divê bibîne ku siyaseta wê ya ku "bila Kurd dayika xwe nebîne" li herêmê kaosê kûrtir dike; divê dev jê siyaseta xwe ya dijî-kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistanê berde.
Em di pêvajoyekê re derbas dibin ku hevkariya li ser bingeha neteweyî û diyaloga nav-civakî li her perçeyek Kurdistanê bûye pêdiviyek lezgîn.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) dê erkên dîrokî yên ku ji hêla vê pêvajoyê ve têne xwestin, bicîh bîne.
20.01. 2026
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
Li Hember Enfal a li dijî Hebûna Gelê Kurd Bêdeng Nemînin
Kürd Varlığına Yönelik Yeni Enfallere Sessiz Kalmayalım
BASINA VE KAMUOYUNA
JI BO ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ
Em Bi Piştgirîyekê Temam Ligel Têkoşîna Gelên Îranê Ya Ji Bo Azadiyê ne
İran Halklarının Zulme Karşı Özgürlük Mücadelesine Tam Destek Veriyoruz
Gelê Me Êrîşa Li Ser Ala Kurdistanê Li Îzmîrê Pûç Kir
Halkımız İzmir’de Kürdistan Bayrağına Yapılan Saldırıyı Boşa Çıkardı
Maraş’ın Yarası Kanamaya Devam Ediyor!