LI NAVÇEYÊ KILÎDA AŞTÎ Û ARAMÎYÊ SAFÎKİRİNA MESELEYA KURD Û KURDISTANÊ YE

Konferansa Geşedanên Rojhelata Navîn û Bandora Wan Li Ser Mesleya Kurdistanê ku 19.10.2025an li Amedê birêveçû bi serkeftî encam da. Di Konferansa Amedê da ku gelek nûnerên partî û dezgeyên sivil, nivîskar, akademisyen û kesayetîyên naskirî  beşdarî bûbûn, geşedanên li Rojhelata Navîn, Rewşa Suriyê, prosesa li Tirkiyê û pêşhateyên li çar aliyên Kurdistanê bi hurgilî hatin nîqaş kirin û biryar hat dayîn ku encamnameya li jêrê ji raya giştî ra bê par ve kirin.

Kêşeya miletê Kurd û Kurdistanê wek du îro jî mijara herî  girîng a li Rojhelata Navîn e ku divê zutirîn bê çareserkirin. Piştê destpêkirina Şerê Hamas û İsrailê di hevsengîya heremê da guhertinên mezin rûdan. Bi taybetî şikestina İranê û milîsên ser wî li herêmê û ruxandina rejîma  Beas li Suriyê rewşekê nû derxistîye holê.

Bi ruxandina rejima diktator li Suriyê ve firsendên girîng derketîne pêşberê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Li Suriyê tenê sistemekê federal, demokratik, firenetew û fireolî dikarê aramî, aştî û demokrasîyê cibicî bike. Lê hikumeta demkî ya li Şamê ku li ser hikum e jiber siyaseta xwe ya tundrew û cihadist nikarê vê armancê bicîhbîne.

Di vê qonaxa dîrokî da ji her deme zêdetir pêwîstî bi tefaqa hêz û partîyên Kurdî yên li Rojava heye. Di vê çarçoveyê da em Konferansa Kamışloyê ya 26ê Nisanê 2025an pîroz dikin û piştgirîya xwe ya temamî jibo tefaqa Kurdên rojava eşkere dikin.

Herwisa di Konferansa Amadê da prosesa li Tirkîyê bi baldarî hat ber hehsê. Beşdarên konferansê bi giştî biryara çekberdana PKKê û dawîanîna şer  û tundutijîyê wek gavekê erênî nirxandin. Lê heman demê da bi ciddî bala wê yekê hat kişandin ku kêşeya mezin û bingehîn safikirina meseleya Kurd e.  Divê gavek zutirîn jibo vegera yên li serê çîya, serbestkirina zîndanîyên sîyasî û vegera sirgunên li derê welat bingeha yasayî amade bibe.

Lê giringtirin mijar ew e ku divê Tikiye siyaseta li ser inkar û asimilasyona Kurdan biterikine, nasnameya Kurd di desturê da cibicî bike, zimanê Kurdi wek zmanê fermî û perwerdeyê nas bike û li mafê çarenusê itiraf bike.

Herwisa divê Tirkiyê dijayetîya li himber Kurdên rojava biterikine û rêz ji biryara gele Kurd li Suriyê bigire.

Konferansa me piştgirîya xwe ya temam jibo tevgera azadîya Rohelatê Kurdistanê ragihand. Û em amade ne ku bi hemî awayî piştgirîya têkoşîna azadîya gelê Kurdistana Rojhelat bikin.

Herwisa Konferansa Amadê pêkanîna tifaqa navxweyî û têgehiştina safikirina pirskgrêkan bi riya diyalogê li Herêma Kurdistanê bi girîngî nirixand.  Zutirin dem avakirina hikumeta Herêma kurdistanê bi mesleheta miletê Kurd da destnîşan kir. Bi yek dengî  diyar bû ku divê piştê hilbijartinên Parlamentoya Irakê alîyên Kurd li Bexdayê siyaset û helwestekê hevbeş birêve bibin.

Em Platforma Partîyên Çep yên Kurdistanê wek erkê xwe dibinin ku di nizîgayîya aliyên Kurdî da, pêkanîna aştîya navxwe da û pêkanîna stratejiyekê Kurdistanî da rolekê çêker, berpirsîyar û niştîmanî hilgirin/bilîzin.

21.10.2025

Amed

Platforma Partîyên Çep yên Kurdistanê

 (Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK Bakur), Partîya Komunist a Kurdistan (KKP Bakur), Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê (Başur), Partîya Komunist a Kurdistan/Başur, Tevgera Demokratik a Gelê Kurdistanê/Başur, Komeleya Zehmetkêşanê Kurdistan/Rojhelat, Partîya Komunist a Kurd li Suriye)

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik