• » Gündem
  • Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, peyamek sersaxîyê jibo qurbanîyên lehîyê belav kir.

     Ji ber lehîya li Riha û Semsurê 14 welatîyan jîyana xwe windakirin û equbeta hinek kesan jî nedîyar e.


    Li ser vê felaketa lehîyê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel peyamek belav kir.

    Bozyel ragihand ku piştê felaketa erdhejê, lehîya li Riha û Semsurê bûye sebebê mirina 14 welatîyan û ev jî nîşaneya wê yekê ye ku li Tirkîyê tu garantîya jîyana mirovan tune ye.

    Bozyel got; divê ev hişmendî biguhere û jibo jîyaneke ewle bingeheke saxlem ava bibe

    Bozyel di daxuyanîya xwe da ji qurbanîyên lehîyê ra rehmet û ji malbatên wan ra sebr û sersaxî xwest.

    Buroya Çapemenî a PSKê

    İçerik Başlıkları
    En çok Okunan İçerik