Me Komkujiya Dêrsimê Ji Bîr Nekiriye

Me Komkujiya Dêrsimê Ji Bîr Nekiriye

Emê ji bîr nekin û emê nehêlin ku were jibîr kirinê.

Ji ser komkujîya (Jenosîda) Dêrsimê 89 sal derbas bûn, ku di 4ê Gulana 1937an de, bi biryara kabîneya wezîran a wê demê dest pê kiribû.

Ev komkujî qonaxa herî  bi xwînî û li dijî mîrovayîyê ya zincîra komkujiyên Kurdan e ku bi Komkujiya Koçgiriyê ya 1921an dest pê kiribû.

Ev komkujî li dijî Kurdên Elewî ji hêla pergala monolîtîk a li ser bingehek Tirk-Îslamî hatiye avakirin ve hate kirin, ku armanca wê ew bû ku her kesê ku li Tirkiyeyê dijî bike Tirk û Misilman.

Ev komkujî berhema Plana Îslahê ya Rojhilat a 24ê Îlona 1924an, Qanûna İskan a Zoremilî 1934an, Qanûna Wîlayeta Tunceliyê ya 1935an, Mufetîşiya Giştî ya Çaremîn a ku di 1936an de hatiye damezrandin û raporên ku ji bo herêmê hatine amade kirin e.

Komkujiya Dêrsimê, ku bi deh hezaran jin û mêr,  kal û ciwan bi komî hatin qirkirinê, û bi deh hezaran Kurdên Elewî ji axa bav û kalên xwe hatin derxistin û bi darê zorê li Rojava hatin bicih kirin. Ev karesat sûcek li dijî mirovahiyê ye, û divê sûcdarên wê di dadgehên navneteweyî de werin darizandinê.

Rêya herî watedar a bîranîna qurbaniyên komkujiyê, xurtkirina têkoşîna rizgariya neteweyî ya ku armanca wê Kurdistanek azad û demokratîk e.

Di salvegera komkujiyê de, em careke din bang li hemî hêzên welatparêzên Kurd dikin ku destên xwe bidin hev da ku armancên şehîdên xwe pêk bînin û welatê xwe azad bikin.

Di  89 min a salvegera  Komkujiya Dêrsimê de, em li ber yadê hemu qurbaniyên wê, bi taybetî a Sêy Rıza, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Me Komkujiya Dêrsimê ji bîr nekiriye, emê ji bîr nekin û emê nehêlin ku were jibîr kirinê.

4ê Gulana 2026an

PSK - Partiya Sosyalîst a Kurdistan

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik