Li ser qetlîama Madimakê 32 sal derbas bû.
Di 2ê tirmeha sala 1993an da, nijadperest û îslamiyên tundrew êrîş kirin Mêvanxaneya Madimakê, ku têda gelek kesên, kû ji bo beşdarî kirina Şahîya Pîr Sultan Abdal hatibûne bajarê Sêwazê.
Êrişkar li ber çavê hêzên ewlehî agirberdan mêvanxanê û di encamê da 33 nivîskar, hozan û ronakbîrên Alevî hatin şewitandinê.
Guman têda nine, ku komkujîya Madimakê, bi destê di kurahîya dewletê hatîye amade kirin û li jêr çavderîya wê da hat ci bi ci kirinê.
Bona ku;
Li Tirkiyê siyaseta dewletê a asimile kirin û ji holê rakirina Kurd, Alevî û pêkhateyên neteweyên din û olî li ciyê xwe ye, û berdewam e,
Ji ber ku;
Berpirsên rastîyên komkujîya Madimakê, hê jî nehatine eşkere û dadigeh kirinê,
Bona ku;
Berpirs û rêvebirên payê bilind, ku dema qatliemê da ser kar bûn, yên ku li ber dadigehê kujer û qetilkaran parastinê, bûne wezîr, nuner û serokê şaredaran û dewlet qedrê wan girt û digre,
Ji ber ku;
Gava Doza Madimakê ji ber derbas bûna dema diyarkirî ket, Erdogan gotiye “adalet cigir bû”,
Bona ku;
Qedexe kirina çalakîyên, ku bona bi bîranîna qurbanên Madimakê têne aku; made kirinê, berdewam e, Madimak hê jî dişewite.
Û şewata hanê, heya ku berpirsên rastîyên komkujiyê eşkere dibin û têne dadigeh kirinê, heya ku dewlet ji malbatên qurbanîyan daxwaza lêborinê bike, heya ku mafên demokratik yên Alevi bê qeyd û şert bêne nasin û Desturê da ci bigrin, wê berdewam be.
Em carekî dinê komkujîya Madimakê mehmuk dikin û qurbanîyên qetliamê bi giramî bi bîr tînin.
Bi vê bonê va, carekî dinê pişgiriya xwe li xebata Aleviyan a bona mafên rewa û yeksanî radigihinin.
01 Tirmeh 2024
Partîya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Ofîsa Çapemenîyê
Bijî 1ê Gulanê:Cejna Ked, Kar, Azadî û Hevgirtinê
Yaşasın 1 Mayıs: Emek, Özgürlük ve dayanışma Bayramı
Em Qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Ermeni Soykırımı Kurbanlarını Saygıyla Anıyoruz
22 Nisan, Kürd Gazetecilik Günü Kutlu Olsun!
22ê Nîsanê, Roja Rojnamegerîya Kurd Pîroz Be
Li Rojhilata Navîn Aştî Bi Naskirina Mafên Neteweyî yên Gelê Kurd Ve Pêkan e
Ortadoğu’da Barış Kürt Halkının Ulusal Haklarını Tanımaktan Geçer
Şehîdên Kurdistanê Nemir İn
Halebce’nin Yarası Kanamaya Devam Ediyor