Nivîskar û welatparêz Munzur Çem li welatê bavkalê xwe hat defin kirin

Nivîskar, lêkolîner û têkoşerê doza azadîyê Munzur Çem roja 16.12.2022an bi merasemikê girseyî li gundê Seter a li ser Kixîyê hat defin kirin. Gelek nivîskar, rewşenbîr, nûnerên PSKê, PAKê, Tevgerê, HAK-PARê û HDPê beşdarê merasîma definkirina Munzur Çem bûn.
Li ser navê PSKê Cigirê Serokê Giştî Hasan Dağtekin, rêvebirên partîyê Ahmet Kılıl, A. Haydar Fırat, Cahit Alver, Vedat Dede, Zülküf Baran beşdarê merasîma definkirinê bûn. Çapemenîya Kurd jî merasîma definkirinê şopand û bi zindî weşan kir.

Nivîskar û kedakarê zimanê Kurdî bi salan di nav refên PSKê da kar kiribû û di organên rêvebirîya partîyê da cî girtibû. Herwisa Munzur Çem di derbarê çand, huner, ziman û diroka Kurdan da gelek pirtûk nivîsî. Bi taybetî derbarê zimanê kurdî; kurmancî û zazakî da gelek berhemên girabiha afirand. Munzur Çem çend sal e ku li Almanyayê tedawî didîya û piştê tedawîyekê zor û zehmet roja 11.12.2022an da koça dawî kir. 

Roja 14.12.2022an da jibo Munzur Çem li Berlînê merasîmekê hat li darxistin û canazê wî jibo welat hat rêkirin. Roja 16.12.2022an da li gundê xwe Seter a li ser Kixîyê hat definkirin.



İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik