Pêvajoya yasayî ya Yekîtiya Komelên Kurdistanê KOMKAR bi dawî bû.
JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ RE

Pêvajoya yasayî ya Yekîtiya Komelên Kurdistanê KOMKAR bi dawî bû.


Lê mixabin divê em bêjin, di vê pêvajoyê de hewldanên serokê berê Rohat Geran, ku berî sala 2016’an ji Serokatiya Giştî ya Komkarê îstifa kiribû lê piştre wî û koma Berlînê bi hev re gelek hewldanên neyînî kirin û bi van hewldanan hiştin ku  6 salan kar û xebatên KOMKAR ê bêne rawestandin. Daxwazya wana ew bû ku li ser maseya komeleyan xwe rewa bikin. Lê pistî pêvajoya 6 salan,dawî de Dadgehê daxwazê wana red kir û weke rêvebir ne hatin pejirandin . 

Herwiha wan bi îdîayên ne rast û îftirane hewl didan ku li ser raya giştî ya Kurd têgihiştinek neyênî çêbibe, lê di dawî de bi ser neketin û li ber edaletê serî tewandin.
KOMKAR, bi rêvebirîya xwe ya nû, ku ji alîyê dadgehê ve bi fermî hate pejirandin, wê ji îro  pê de dîsa weke dema berê  kar û xebatên xwe bi biryar û ferasetê bidomîne. 

KOMKAR, bi gelek zehmetîyan heta îro hatiye, li hemberî gelek êrîşan li ber xwe daye, her cûre hewldanên reşkirin û tohmetên nerast pûç kiriye. Dost û dijmin wê bibin şahidê vê rastiyê,ku ji îro pê de KOMKAR wê bi heman hişmendî û têgihiştinê  rêya xwe bidomîne.

Herwiha Rêveberiya me a giştî û tevahiya Desteya Rêvebir a Navendî, ku ji sedî heftê ji jinan pêk tê, ji bo rêxistinên sivîl yên Ewropayê mînakek yekem e. 
Em bang li hemû |Kurdên dilsoz û welatperwer dikin ku di vê pêvajoya nû de pişt bidin kar û xebatên Komkarê.

Herwiha em bang li hemû kedkar û alîgirên Komkar dikin ku dîsa di nav kar û xebatê de cihê xwe bigrin û xwedî li keda xwe derkevin. 

Bijî têkoşîna me ya rêxistinî!

Bijî KOMKAR!

Yekîtiya Komelên Kurdistanê, KOMKAR- Almanya

9ê Adarê, 2023
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik