Peyama Serokê PSKê Bozyel ji bo Kongreya KOMKARê
Peyama Serokê PSKê Bozyel ji bo Kongreya KOMKARê
Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel peyamekê pîrozbahîyê ji rêveberî û delegasyona Kongreya 25an a KOMKARê ra şand ku 10.06.2023an li Frankfurtê hat li darxistin. Bozyel di peyama xwe da bal kişand li ser girîngîya karên li derê welat û jibo van xebatên hanê ji Kongreya 25an a KOMKARê ra daxwaza serkeftinê kir.
Ji bo KOMKAR Almanya
Dost û hevalên hêja
Nunerên 25emin Kongreya KOMKARê yên bi rumet.
Li ser navê Partîya Sosyalist a Kurdistanê slavên germtrîn pêşkêşê cenabê we dikim.
Komkar Almanya ked û berhema xebatên 50 salên dawî yên doza azadîya Kurdistanê ye. Bi hezaran jin, mêr, keç û xortên Kurd bi xebat û fêdekarîyên mezin KOMKARê anîn qonaxa îroyîn. KOMKAR ji bo hemî Kurdan û doza Kurdistanê destkeftiyek neteweyî ye.
KOMKAR di dirêjahîya nîv sedsala borî da di warê çand, ziman û dîroka gelê Kurd da karên gelek pîroz kir. Ji bo danasîna doza Kurd ji cîhanê ra erkekê berbiçav bicîh anî. Ew bû mal û stareya hemî Kurdan, piştgirîya kesên bêkes kir, li Ewropayê nunertîya çar parçeyên Kurdistanê kir.
Elbet, em ji pirsgirekên we yên yasayî yên van çend salên dawî jî haydarin. We bi sebir û bihneke fireh wan pirsgirekan safî kir. Hûn mafdar hûn, ji ber vê yekê jî serketin. Em dubare we pîroz dikin.
Îro hewcedarîya gelê Kurd hîn zêdetir bi KOMKARê heye. KOMKAR ji îro û şunda jî ji bo doza azadîyê dikare hîn roleke mezintir bileyîze û şik tuneye ku dê vê erkê dîrokî bicîh bine jî.
Carek din em 25emîn Kongreya KOMKAR Almanya pîroz dikin, jibo rêveberîya nû serkeftinê dixwazin.
Em bi KOMKARê serbilind in.
Em dê bi hev ra serkevin.
Li gel slavên birayane.
10.06.2023
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik