Platforma Zimanê Kurdî: Zimanê Kurdî Hilbijêrin!
Platforma Zimanê Kurdî îro li Diyarbekirê di Hola Cemîyeta Rojnamevanan da derbarê hilbijratina dersa zimanê Kurdî (Kurmancî-Zazakî) daxwîyanîyekê belav kir. Di daxwîyanîyê da bangawazî li malbatan hat kirin ku jibo hilbijartina dersa kurd baldar bin û girîngîyê bidin vê mijarê.
Daxwuyanî bi kurmancî û zazaki hat belav kirin.
Daxwûyanîya ku ji alîyê berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ve hat xwendin li jêrê ye.

Zimanê Kurdî Hilbijêrin!

Piştî destpêka sala nû li dibistanan demeke din ji bona dersên bijarte destpê dike. Niha dema ku şagirt hinek dersên bijarte hilbijêrin. Ev mafeke ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedî lêderbikevin. Her çiqasî armanca me ya sereke perwerde bi zimanê dayîkê bibe jî, divê zimanê Kurdî weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin. Dersa bijarte ji bona şagirtên Kurdan helwesteke zimanî ye. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werinîn, wê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayîkê vebe. 
Xebata ji bona mafê perwerde bi zimanê Kurdî bi salan e ku berdewam dike. Mafê dersa bijartê yek jî encamê vê têkoşînê ye ku Gelê Kurd bi ked û xebata xwe bidest xistiye. Tu kes mafê gelê Kurd belaş nade wana. Li gorî tecrubeyên sala çûyî me eşkere dît ku sazî û siyaseta dewletê astengan li pêşberî dersa bijartê derdixînin. Dê û bavan di vê mijarê de baş agahdar nakin. Sazîyên dewletê û siyaset di pratîkê de nexwazin ku hejmara şagirtên ku dersa bijarte hildibijêrın zêde bibin. Platforma Zimanê Kurdî bangî dê û bavên Kurd dike ku vê siyasetê vala derxînin. Em dikarin bi hêsanî li ser rêya e-dewletê serlêdana dersa bijarte bikin. Em vê salê serlêdanên xwe di ser e-dewletê re bikin, ji ber ku ev serlêdan wê gavê dibe weke belgeyeke fermî ku kes nikare winda bike. 
Wê bi demê re jî hewcedariya hejmara mamosteyên Zimanê Kurdî zêde bibe û zanîngeh jî neçarin li gorî vê rastîyê mamosteyên Kurdî perwerde bikin. Mamosteyên Kurdî ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerda bi Zimanê Kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasî zor û zehmetî hebe jî, divê dayîk û bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Zimanê xwe hilbijêrin. Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. 

Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê Kurdî derkevin. Dîsa bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêrbibin. Em bi hevdû re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hevbeş bibin, hişmendiya zimanê Kurdi bilind bikin. Di nava Kurdan de bila nivîsandin, xwendin û axaftina bi zimanê Kurdi bibe helwesteke xwezayî, civakî û netewî. Bila herdem zimanê Kurdî bibe rengê mirovê Kurd û nasnama wî bide der. 

    Platforma Zimanê Kurdî  Amed
    13 01 2023 



İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik