PSK İstanbul İl Örgütü Siyasi parti ve STK’ları ziyaret etti.
PSK İstanbul İl Başkanı Mansur Kara, İstanbul İl Saymanı
Bilal Yılmaz ve MYK üyesi Bahattin Turan’dan oluşan heyet ilk ziyaretini İnsan
Hakları Derneği (İHD) İstanbul şubesine gerçekleştirdi. PSK heyetini İHD
İstanbul Şube Eş Başkanı Gülseren Yoleri ve İHD yöneticileri karşıladı.
Görüşmede karşılıklı görüş alışverişi yapıldı. Böylesi ziyaretlerin önemine
vurgulandı. 50. Yıl dolayısıyla düzenlenecek olan geceye İHD’ye davetiye
verildi. Heyet daha sonra Galatasaray meydanında Cumartesi Anneleri Eylemine
katıldı.
Aynı gün PSK heyeti DEM Parti İstanbul İl Örgütünü
ziyaret etti. İstanbul İl Eş Başkanı Murat Kalmaz ve DEM Parti İstanbul İl
Yöneticileri PSK heyetini karşıladı. Görüşmede PSK ve DEM Parti arasında bu
ziyaretlerin gerçekleşmesinin önemine vurgu yapıldı. DEM Partiye de İstanbul’da
düzenlenecek olan PSK’NİN 50. Yıl etkinliğine katılmaları için davetiye
verildi.
Daha sonra Kürdistan 24 TV’nin İstanbul merkezi ziyaret
edildi. Kürdistan 24 TV İstanbul sorumlusu Murat Ekinci PSK heyetini karşıladı.
PSK heyeti akabinde Kürt Kültür ve
Araştırma Vakfı (KÜRT-KAV)’ı ziyaret etti. PSK heyetini KÜRT-KAV Başkanı Celal
Baykara ve yöneticiler karşıladı. PSK heyeti KÜRT-KAV’ı, 50. Yıl etkinliğine davet
etti.
PSK Heyeti aynı günde PWK İl Temsilciliğini de ziyaret
etti. PSK heyetini PWK MYK üyesi Kasım Ergün ve PWK Yöneticileri karşıladı.
Görüşme de çeşitli siyasal konular ele alındı. Bu tarz görüşmelerin sık
yapılması yararlı olur görüşüne varıldı. PSK heyeti PWK’yi 50. Yıl için
yapılacak etkinliğe davet etti.
PSK heyeti yayınevleri ve STK’ları ziyaret ederk onları 50.
Yıl etkinliğine davet etti.
İçerik Başlıkları

CİHÊ JİHÊZKETİNÊ NÎNE
GELÊ KURD DÊ BIGEHÎŞE
AZADİYA XWE
Partiya Sosyalista
Kurdistanê 17-18 Xezîrana 2023 yê li Diyarbekirê Civîna Meclisa xwe ya Berfireh
pêk anî, hilbijartinên Parleman û Serokkomariyê ku 14-28 ê Gulanê pêkhatibûn
nirxand, biryar da encamên jê derxistî bi raya giştî ra parvebike.
Tirkiyê di rewşekê qrîza aborî û hiqûqî da, li hember gelê
Kurd êriş û zextên giran pêkhatî û rizyanek bê hed ya civakî da hilbijarinên 14
yê Gulanê pêkanî.
Hevpeymaniya Bereyê Komar di hilbijartinên ku dijayetiya
kurdan wek politikayek bingehîn dabû pêşiya xwe li perlemanê piraniya kursiyan
bidestve anî, Tayyip Erdoxan jî di 28 ê Gulanê ku dewra 2 ya hilbijartinê de
wek Serok Komar hate hilbijartin.
Bi qewlê dubare vegerana bo Sistema Parlemaniyê Bereyê Millet
û namzetê wê Kemal Kiliçdaroxlu ji ber ku neşiya xwe ji bazneya nijadperestiyê
rizgar bike û di meseleya kurd de gavên wêrek bavêje di hilbijartinê da biser
neket.
Di serî da gelê kurd beşek berçav ya civakê ku li benda
guherinê di warê demokrasi û asayîbuna rewşê bûn û bi vê mebestê pişgirî dabûn
Kemal Kiliçdaroxlu, lê ev daxwaza wan pêk nehat.
Ji 2015 ê ve dengê HDP/PÇK(Partiya Çap a Kesk) kêm dibû û di
hilbijartinên 14 yê Gulanê da hêj daketin. HDP/PÇK hebûn û hêza xwe ji têkoşana
gelê kurd û pişgiriya wê distend, peyrewkirina siyaseta Tirkiyeyibunê nasnameya wê nediyar kiriye, ji daxwazên
bingehîn yên gelê kurd dûr kiriye. Şerê Xendek û kolanan yên 2015 ê di nav
civaka kurdan da bu semede travmayek kûr û gel ji siyasetê sar kir.
HDP, li gor siyaseta xwe ya Tirkiyeyîbunê di politikayên xwe
yên hevpeymaniyê da pêşî daye derdorên Çepên Tirka, tifaqa ligel hêzên siyasi
yên kurdan jî kiriye rêza diduyê. Ev rewş di nava kurdan da bû cihê nerazîbûn û
bertekên tund û dengdanê kêmkirin.
Di pêvajoya hilbijartinên 14 yê Gulanê da wek PSK ku di
avakirina Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd me cih girtî pêşiyê di nava gel da
hêvî û kelecanek peyda kiribu ji ber wê siyaseta HDP ê lawaz bû. Daxwazên
bingehîn yên gelê kurd ku tifaqê bi
deklerasyonê belav kiribu bi astê hêvî jê dihate kirin di nava gel da cih
negirt.
Partiya Sosyalîsta Kurdistan, wek berê di hilbijartinên 14
yê Gulanê yên Serok Komariyê da jî bi hizrek stratejik, li gor daxwaza guherîn
û demokrasiyê dengê xwe da. Helwesta gelê kurd ya derbarê hilbijartina Serok
Komariyê nişandayî siyaseta me rast derxist.
Partiya me di hilbijartinên Parlementoyê jî bi heman hizrê
ji bo daxwazên bingehîn yên gelê Kurd di nava civakê da bicih bike tişta ji
dest hatî kiriye.
Rewşa siyasî ya piştî hilbijartinên 14-28 ê Gulanê derketiye
meydanê nişan dide ku qeyrana aborî û civakî dê kûrtir bibe, di warê çareseriya
meseleya Kurd da şert û mercên girantir û deshilatek otoriter û keyfî bo demek
dî dê berdewam be.
Tecrubeyên bi sedan sal nişan daye ; bi zor, haşatî û rêbazên
ne serdemiyane pirsgirêk çareser nabin. Serbarê wan hêmî zilm û zorî, komkujî û
kiryarên bê hiqûqî neşiyaye îradeya gelê kurd ya jiaynek azad û daxwazên civakê
yên ji bo demokrasi û jiyana bi rumet ji
holê rake. Bi sedan sale gelê kurd li ber xwe daye, ji nuha û pêve jî dê
têkoşana xwe ya azadiyê berdewam bike.
Mafê gele kurd e li ser axa xwe Kurdistanê bi rûmet û azadî
bijî. Ev maf û daxwazek rewa ye. Perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna wi
pêdiviya hiquqa gerduniye. Naskirina pêneseya kurdî û desteberkirina wê di
Destura Bingehîn da şertê esasiye. Gelê kurd bi biryare ku hemî mafên xwe yên
neteweyî bistîne.
Di vê çarçoveyê da hevkarî û tifaqa hêzên neteweyî yên kurd
ji her demekê ferztir bû ye. Azadiya gelê kurd bi tifaq û hevkariya berfireh ya
hêzên neteweyî yên mumkîne. Ev hem erkek dîrokî hem jî acil e.
Partiya Sosyalîsta Kurdistan jibo pêkhatina tifaqek neteweyî
bi berpirsyariya xwe ya dîrokî dê berdewambe. Ew tifaqa di pêvajoya
hilbijartinên 14 yê Gulanê de bi navê Tifaqa Azadî û Demokrasiya Kurd me pêk
anî em dê ji nû ve binirxînin, jibo tifaq/hevkariyek berfireh û encam wergir em
dê xebatên xwe yên piralî bidomînin.
Partiya me wek duhi ji îro pêve jî dê mil bide xebatên jibo
demokrasi û guherînê, ligel hemî aliyên siyasî ku vê amancê didine ber xwe em
dê hewlên diyalog û hevkariyê berdewam bikin.
Carek dî em dixwazin bêjin heta gelê Kurd negehişe azadiya
xwe jibo gelê Tirk ne nan ,ne jî demokrasi heye.
Riya demokrasi û aştiya Tirkiyê di azadiya gelê Kurd da
derbaz dibe.
Politikayên zext û haşatiyê riya xetimiyê ye.
Deshilat lazime siyaseta dijayetiya kurd berde, jibo
çareseriya pirsgirêka kurd dest ji siyaseta şer û inkarê berde. Deshilata behsê
çêkirina destûrek nû ya bingehîn dike, berî hertiştekê gotinên xwe yê êrişkar û
duberekiyê lazime bihêle, rewşê asayî bike.
Her weha PKK lazime destan ji şerê çekdarî berde ku astenge
li ber xebata legal û demokratik ya gelê Kurd, rê bide pêvajoya xebata
demokratik.
Em wek PSK, dizanin ku demek dijwar li pêşiya gelê Kurd
heye.
Lêbelê ne dema jihêzketinê ye.
Em wek gel li aliyê bi heq yê dîrokê ne û beguman em ê
serkevin.
Ji bo PSKê ya bingehîn doza gelê Kurd ya azadiyê ye. Doza
azadiya gelê Kurd ji hemî partiyan mezintire.
Gelê Kurd dê her bigehişe azadiya xwe.
20.06.2023
Partiya Sosyalîst a
Kurdistan
(PSK)
Meclisa Partiyê ya
Berfireh
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik