PSK: Heta Pirsa Kurd Bi Rîyekî Edlayî Çareser Nebe, Ne Dê Nan Hebe Ne Jî Aramî

Jİ BO ÇAPEMENÎ Û RAYAGİŞTÎ

Heta Pirsa Kurd Bi Rîyekî Edlayî Çareser Nebe, Ne Dê Nan Hebe Ne Jî Aramî

Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di rojên 05-06ê Nîsana 2024an de civîna xwe pêkanî. Di civînê de encamên Hilbijartinên Heremî yên 31ê Adara 2024an bi berfirehî nirxand. Di civînê de, bandorên gengaz ên wêneya siyasî ya ku di encama hilbijartinê de derketiye holê û li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyê hatin nirxandin. Di civînê de biryar hate girtin ku daxwîyanîya  jêrîn bi raya giştî re were parvekirin.

Encama hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an, li Tirkiyê rewşeke nû ya siyasî bixwe re derxist holê. Di van hilbijartinan de dengên hikûmeta AKPê yên 22 salan kêm bûn û ev partî  daket rêza duyemîn. Ji aliyê din ve CHP hem bi rêjeya dengên ku girtiye hem jî bi şaredariyên ku bi dest xistiye bû partiya yekemîn.

AKP ya ku ji sala 2019an û vir ve herdiçû rêjeya dengan kêm dikir, di hilbijartinên dawî de têkçûnek mezin xwar. Di vê têkçûna hikûmeta AKPê de, faktorên aborî yên wekî  xizaniya kur, buhayî û granî, dijwarîya  merc û şertên  jiyanê  roleke diyarker lîst. Siyaseta li ser esasê rêveberîya keyfî, neqanûnî, pozbilindî  û hovane ji bo vê hikûmetê bû kulma dawî. Ya herî girîng jî hikûmeta AKPê di encama polîtîkaya 7-8 salên dawî de kû li ser înkara pirsgirêka Kurd û meşandina sîyaseta tund û tuj a zorker li hember gelê Kurd  bu sedemê binketinê.  Dabeşkirina çavkaniyên aborî yên mezin ên welat, ji bo şer û pevçûnan, li Tirkiyê bu sedema qeyranek aborî ya nedîtî. Siyasetên otorîter û zordar ên li hember pirsgirêka Kurd de têne meşandin, bûne sedema têkçûn û rizandina mezin a siyasî û exlaqî.

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de daxwazên guhartinê, helwesta jin û ciwanan, jimara milyonên kesên teqawît, bi gelemperî helwesta gelê Kurd ji di serkeftina CHPê de bi bandor bû. Destkeftîya  ku CHP bi dest xistiye mayînde bibe,  wê bi girêdayî siyaseta ku dê di derbarê pirsgirêka kurd de bimeşînê ve be. Ev jî bi têgihiştin û çareserîya pirsgirêka kurd a ku li ser esasê hiqûqa gerdûnî  û  radest kirina maf û azadiyên bingehîn ên gelê kurd qebûl kirine. CHP ger kû li ser vî esasî, bimeşe di pêşerojê de dikare bibe xwedî şensê desthilatdariyê.

Encamên hilbijartinên 31ê Adarê careke din nîşan da ku bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî adil û demokratîk, ti hêz û aliyek nikare demokrasiyê ava bike, aramiyê pêk bîne û rewşa aborîya welat  serrast bike.

Bê gûman çareserîya pirsgirêka Kurd di dawîde û bi giranî bi têkoşînekî  bi bandor, hevpar û bi biryar a hêzên neteweya demokratîk a Kurd ve girêdayî ye. Wek her gelî mafê gelê Kurd jî heye ku li welatê xwe Kurdistanê, azad û bi rûmet bijî. Hêzên neteweyî û demokratîk ên Kurd ku li ser esasê maf û azadiyên bingehîn ên gelê Kurd bibin yek, dikarin hem li ser desthilatdarî û hem jî li ser muxalefetê bandorê bikin û bi vî awayî aliyê Tirkiyeyê zêdetir ber bi çareseriyê ve bikşînin.

Li aliyê din rayedarên desthilatdariya AKPê di demên dawî de behsa çêkirina makeqanûneke nû dikin. Her çiqas nayê zanîn hikûmet makezagonekêçawa  dixwaze jî, lê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê û destpêkirina pêvajoya diyalog û muzakereyê di navbera aktorên siyasî de destpêşxeriya makezagoneke nû girîng e. Destûra bingehîn a nû li Tirkiyeyê pêwîstiyeke germ e. Li şûna destûra bingehîn a ku bi zihniyeta takekes, înkar û mîlîtarîst hatiye çêkirin, destûreke piralî, demokratîk û li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî bê afirandin, gelekî girîng e. Ji bo ku meriv karibe bêje makezagonek nu, divê berî her tiştî mafên bingehîn ên gelê kurd tê de cih bigire, nasnameya kurdî nas bike, zimanê kurdî wek zimanê perwerdehiyê û fermî qebûl bike û rêkkeftineke îdarî ya nenavendî-federalî pêşbîn bike.

Ji bo vê yekê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rewşenbîrên welatparêz ên Kurdistanî dike.

Werin, em hewldana çêkirina makeqanûneke nû veguherînin firsendekê. Ji bo ku maf û azadiyên bingehîn ên gelê Kurd di makezagona nû de cih bigire destê xwe bidin hev û ji bo vê yekê jî raya giştî ya Kurdistanê seferber bikin.  Werin em nexşerêyeke hevpar pêkhev destnîşan bikin, da kû di derbarê  pêkanîna makezagonekî demokratîk ji raya giştî û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê piştgirîye werbigirin.

Di civîna Meclisa PSKê de, geşedanên dawî yên li herêmê bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û herwiha geşedanên navxweyî hatin gotûbêjkirin. Planên hovane yên rêveberiya navendî ya Bexdayê û êrîşên wî yên li dijî Herêma Kurdistanê weke xeter û nîgeran hatin binavkirin. Rêvebiriya şovenîst û mezhebî ya Bexdayê di van demên dawîn de ji bo têkbirina destkeftiyên herêma Kurdistanê di nav hewildanên xeter daye. Dixwazin destkeftiyên destûrî yên gelê Kurd bi awayekî sîstematîk ji holê rabikin.

Partiya me bang li hemû aktorên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dike ku ji bo pûçkirina van planên zelal û xayîn ên dijminan li dora stratejiyeke hevpar tevbigerin.  Partîya me ​​ji hemû aliyên siyasî daxwaz dike ku bi hesta berpirsiyariya niştimanî tevbigerin, ji bo kêmkirina kêşeyên di navbera partiyên Kurdistanê de û ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de û di nav aramî de pêk were bi hestên welat perwerî tevbigerin.

Ji aliyê din îsal 50 saliya damezrina Partîya me PSK ê ye. PSK eve bu 50 sal ji bo azadiya gelê Kurd  tekoşînêkî, kar û xebatekî bi rûmet dimeşîne.  50 salên tije xebat, ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet , tije fedakarîyên sermirovî û bedelên bêhempa ne, bi hurmet û bi rûmet in. PSK ji nav dilê gelê Kurd  peyda bû. PSK hêza xwe, bîr û bawerîya xwe ji tekoşîna azadîya Kurd û Kurdistanê  verdigre û ji wê bênavber gihiştîye van rojan. PSK îro jî bi bawerî û îradeyek mezin, doza azadîyê dimeşîne. Doza wî û mîsyona ku dimeşîne pîroz e û dîrokî ye.

Di vê çarçoveyê de ji bo hişyarî û balkişandına raya giştî, 50 salîya PSKê , di seranserê sala 2024an de  di gelek waran dê were pîroz kirin û wê gelek çalakîyên cûda bên lidarxistin.

Serdema ku gelê me û welatê me di qonaxeke krîtîk re derbas dibe, Meclîsa Partîya me ji bo rêxistinbûna partiya me, ji bo PSKyekî dînamîk, bi bandor û xurtir  nexşerêyek çêkir.

Ger PSK xurt bibe, berfireh bibe û bigihêje astekê ku midaxeleyî pêvajoyê bike, dibe ku gelê me ji zehmetiyên dîrokî yên ku pê re rû bi rû ye derbas bibe.

PSK wek duh, îro jî têkoşîna xwe ya dîrokî ya azadiyê bi biryardarî didomîne.

08.04.2024

Meclîsa Partiyê a

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

                     (PSK)

           

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik