Hemû gel xwedî al û sembolên neteweyî ne. Ala rengîn jî ala me ye ku bi rengên kesk, sor, spî û rojê tê nasîn û ji bo me gelekî pîroz e.
Ev al yekem car di sala 1920’î de hate pejirandin û di dema Şoreşa Agirî (1927–1929) û Komara Kurdistanê ya 1946’an de hate bilindkirin. Pêşewa Qazî Mihemed wê dîyarî Melle Mistefa Barzanî kir da ku rojekê li hemû Kurdistanê bibe ala neteweyî.
Di sala 1999’an de Parlamentoya Herêma Kurdistanê 17’ê Kanûna Yekem wekî Roja Ala Kurdistanê bi fermî qebûl kir. Ji wê rojê ve her sal ev roj li hemû beşên Kurdistanê bi coş û şanazî tê pîrozkirin.
Roja 17ê Kanuna Yekem ji bo gelê me, di du warên di da jî girîn e. roja 17ê Kanuna Yekem her usa Roja Pêşmerge yê Kurdistan û Roja Cil û Bergê Kurdî ye. Eve hersê boneyên girîng wateya 17ê Kanuna Yekemê bi bandortir dikin.
Îro jî gelê me di bin vê ala pîroz de ji bo azadî û serwerîya Kurdistanê têkoşîna xwe didomîne.
Em bang li hemû xwişk û birayên xwe yên Kurd dikin:
• Îro ji her demî pirtir xwedî li Ala Rengîn derkevin û biparêzin. Ji ber ku di van dawiyê da bi taybeti li Kurdistana Bakur êrişekê tund heye bo ser nirxên netewî û daxwazên me yên siyasî.
• Vê rojê de bejn û bala xwe bi cil û bergê Kurdî bixemlînin.
• Stran û destanên Pêşmergê Kurdistan bixwinin û bilorînin.
• 17’ê Kanûnê li ser hemû torên medya civakî wêneyên ala me parve bikin û pîroz bikin.
Em Kurd in.
Kurdî zimanê me ye.
Kurdistan welatê me ye.
Ala Rengîn ala me ye.
Bijî Roja Pêşmergê Kurdistan.
Bijî Ala Kurdistanê!
Bijî têkoşîna gelê Kurd!
17.12.2025
PSK – Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Buroya Çapemenî û Ragîhandinê
Bijî 1ê Gulanê:Cejna Ked, Kar, Azadî û Hevgirtinê
Yaşasın 1 Mayıs: Emek, Özgürlük ve dayanışma Bayramı
Em Qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Ermeni Soykırımı Kurbanlarını Saygıyla Anıyoruz
22 Nisan, Kürd Gazetecilik Günü Kutlu Olsun!
22ê Nîsanê, Roja Rojnamegerîya Kurd Pîroz Be
Li Rojhilata Navîn Aştî Bi Naskirina Mafên Neteweyî yên Gelê Kurd Ve Pêkan e
Ortadoğu’da Barış Kürt Halkının Ulusal Haklarını Tanımaktan Geçer
Şehîdên Kurdistanê Nemir İn
Halebce’nin Yarası Kanamaya Devam Ediyor