
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê ragihand ku îsal dê 20 hezar
mamoste bêne tayînkirin. Di nav vê 20 hezar hejmarê da jibo dersa Kurdî
(Kurmancî-Zazakî) tenê 10 mamosteyê Kurdî hene.
Ev yek ji nîşana siyaseta nijadperets a berbiçav a dewletê ye ku li dijê gelê Kurd
dimeşine. Li Tirkyê ji 30 milyon zêdetir Kurd dijîn û 25 hezarî zêdetir zarokên
Kurd dersa Kurdî hilbijartine. Di rewşekê wisa de jibo zimanê Kurdî tayînkirina
10 mamosteyan ne tenê helwestekê dijê demokrasîyê ye, herwisa binpêkirina mafê
mirovan yên bingehîn e û ji ciddiyetê dur e.
Em vê helwestê bi tûndî şermezar dikin.
Dewlet ji alîyekê ve gelê Kurd ji mafê perwerdeya bi zamanê
dayikê bêpar dike, ji aliyekê din ve jî zimanê Kurdî wek dersa hilbijartî li
ser gelê me ferz dike. Û heman demê da jibo dersa Kurdî 10 mamoste tayîn dike.
Ev nişana binpêkirina hemî nirxên sîyasî, demokratik û rêzgirtinê ye.
Perwerdeya bi zamnê Kurdî ji destpêkê heta universiteyê
mafekê bingehîn, rewa û însanî ye. Jibo ku li Tirkiyê aştî û aramî peyda bibe
divê mafê perwerdeyê ya bi zimanê dayikê jibo gelê Kurd cihbicîh bibe.
Gavek zutir divê zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê û zimanê
fermî bê qebûl kirin.
08.05.2024
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partîya Sosyalîst a
Kurdistan
(PSK)
Li Rojhilata Navîn Aştî Bi Naskirina Mafên Neteweyî yên Gelê Kurd Ve Pêkan e
Ortadoğu’da Barış Kürt Halkının Ulusal Haklarını Tanımaktan Geçer
Şehîdên Kurdistanê Nemir İn
Halebce’nin Yarası Kanamaya Devam Ediyor
Ragihandina Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê
Kuzey Kürdistan Ulusal Birlik Girişim Konferansı Sonuç Bildirgesi
Em Bi Germahî 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî Pîroz dikin
8 Mart Dünya Kadınlar Günü'nü Coşkuyla Kutluyoruz
Raperîn’in 35.Yıl Dönümü Kutlu Olsun
Salvegera 35’emîn a Raperînê Piroz Be