PSK, Özgürlük Yolunda 50. Yılına Girdi Aynı coşku, umut, cesaret ve yıkılmaz inançla haklı mücadelemiz devam ediyor.

Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK)  05.10.2024ê civîna Meclisa Partiyê ya asayî pêkanî, babetên di rojeva xwe da û pêşhateyên siyasî ku li herêm û Rojhelata Navîn diqewimin nirxand û biryar da ku encamên wê bo raya giştî belav bike.

 Şerê ku salêk berê (07ê Çiriya Pêşin 2023) di navbeyna Hemas û İsrayîlê da qewimî roj bi roj dijwartir dibe û ber bi şerekî herêmî ve bi lez pêş dikeve. Di encama êrişên İsrayilê bo ser Xezzeyê bi 10 hezaran kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, bi rêjeyek mezin cihên niştecîbunê xirabûn, bi sed hezaran Filistînîyan ji neçarî koç kirin. Ev şerê hanê hêdî hêdî ji qalibê şerê Hemas û İsrayîlê derdikeve dibe şerê İsrayîl û Îranê û hêzên tundrew yên bi Îranê ve girêdayî. Daxwazên Rejima Îranê yên pawanxwaz û meshebî yên emperyal Rojhelata Navîn bi ber şerekî giştî ve pal dide.

 Partiya me nîgeranê jidest dana canê kesên sivîl yên vî şeri ye. Partiya me di çarçoveya prensîbên exlaqî da pişgiriya hewlên çareseriyek di bingehê wekheviyê da bo meseleya Filistînê  dike. Partiya me bang li civaka navdewletî dike ku pêşiya siyaseta serkutkirin, şoven û erişkar ya rejima İranê bigirin ku li navxwe û derve dimeşîne.

 Guman têda nîne ku yek ji sedemên bingehîn yên şer û bê aramiya li Rojhelata Navîn meseleya Kurd û Kurdistanê ye. Neheqiyek dîrokîye ku gelê kurd ji hemî mafên neteweyî bê par hatiye kirin, welatê wan hatiye parçekirin, gelek caran ketiye ber komkujîyan û hatiye qirkirin. Ev politikayên qirkirin, haşatî û asîmilasyonê li hember gelê Kurd têne birêvebirin hem bê aramî û şer dixulqîne, hem jî guhnedan, tune hisabkirina prensîbên aştî û wekheviyê yên gerdûnî ye.

 Di vê çarçoveyê da partiya me giringiyê dide zaminkirina destûrî ya deskeftên kurdên li Suriyê bi dest xistî. Lazim e hewlên dagirkirin û êrişa beramber Herêma Kurd ya Suriyê bi dawî bibin. Jibo parastina deskeftên heyî û pêkanîna rêveberiyek neteweyî ya rewatiyek bi hêz, divê hemî aliyên Kurd xudan têgehiştinek bi berspiryarî ya çêkirinê bin.

 Politikayên Îranê yên dagirkarî li beramberê wê nerazîbûn û muxalefetek navneteweyî zêde dike. Di vê pêvajoya hestyar da  yekitiya neteweyî ya  aktoren siyasî yên Rojhelatê Kurdistanê dê bibe faktorek bihêz yê hilweşandina rejimê. Avakirina demokrasiyê li Îranê, azadiya Rojhelatê Kurdistanê bi hevkarî û tifaqek berfireh ve mumkîn e.

 Di nav bayê şerê li Rojhelata Navîn da 20ê Meha Çirîya Pêşîn ya 2024an li Herêma Kurdistana Federe hilbijartinên perlemantoyê dê bêne kirin. Di wextek ku Hikûmeta Federal ya İraqê jibo nehêlana qewareya Herêma Kurdistanê kar dike, hewlên jibo lawazkirina statûya Kurdistana Federe û qutkirina beşê budçeyê, encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê giringtir dike.

 Hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşîn ku dê bêne kirin, jibo hikûmetek bihêz û avakirina deshilatek merkezî derfetek dîrokî ye. Partiya me baweriyek xurt bi hindê  heye ku hilbijartinên  li Herêma Kurdistanê wê di rewşek demokratik û aştiyane da, bi awayek şehyana demokrasiyê da pêk bên. Hilbijartinên ku di rewşek demokratik, azad û aştiyane da pêk bên, hem dê rewatiya perlemanê pêk tê zêdetir dike, hem jî derfetê bo derketina iradeya azad ya gel desteber dike. Perlemana Kurdistanê ku bi îradeya bihêz ya ji hemî pêkhateyên kêmnetewe û olî  pêk bê, dê baştir serederiyê ligel kêşe û gefên rû bi rû bûyî bike.

 Partiya me hêvî dike ku hilbijartinên perlemantoyê yên 20ê Çiriya Pêşîn di keş û hewayek demokratik da derbas bibe û em piştrast in ku encamên ku derdikevin dê standardên demokratik yên Herêma Kurdistana Federe bi hêztir bike.

 Meclisa Partiya me carek dî binê qeyrana aborî ya li Tirkiyê, xizanî û kûrbuna hilweşîna siyasî û exlaqî  xêz kir. Meclisa Partiya me destnîşan kir ku ev qeyranên pir alî di bingeh da ji ber şopandina politikayên şer û haşatiyê di meseleya Kurd da ne. Riya çareseriya wê jî di çêkirina destûrek ku hebûna gelê kurd û mafên neteweyî bi xweve digire da ye.

 Meclîsa Partiya me di vê çarçoveyê da gengeşeyên li dor destûrek nû  ji nêzîk ve dişopîne û pêdivî dibîne ku aliyê Kurd mudaxaleyê vê pêvajoyê bike. Ji derveyî niyeta deshilatê ya destûra nû,  lazim e aliyên kurd helwestek hevpar pêşve bibin, jibo bicihkirina daxwazên gelê kurd yên neteweyî despêşxeriyê pêş bêxin. Jibo daxwazên neteweyî yên gelê kurd bêne rojevê, ev daxwaz bibin malê raya giştî û di vê babetê da piştevanî peyda bibe gengeşiyên destûra nû weke derfet bikar bînin.

 Di heman wext da ev sal 50 saliya avabûna PSKê ye. Têkoşana PSKê ya 50 salî bo azadiya gelê Kurd, bi rûmet e, pîroz e, bi rêz e. Hezar silav jibo wan lehengên jin û piyaw ku mil danê, giyanê xwe feda kirine. Bi heman kelecan, heman hêvî, cesareta mezin û baweriya bêhempa têkoşana me ya berheq berdewam dike.

 Meclîsa Partiya me jibo salvegera damezrandina 50 saliya PSKê pîroz bike, fedekarî, tecrube û têkoşana nîv qirnî di hiş û biran da bihêle li Kurdistan, Tirkiyê û Ewrupayê rêze çalaki û şahî amade kirine. Em piştrastin ku emê van çalakiyan bi gelê me bi awayek girseyî, coş pêkbînin

Gelê kurd xewna xwe ya azadiyê bi têkoşana 50 salan ya bi rûmet kire hêzek civakî. Amanca li pêşiya me hizra azadiyê bi azadiya Kurdistanê tacîdar bikin.

 07.10.2024

 Partiya Sosyalîsta Kurdistan

           (PSK)

     Meclîsa Partiyê

 

İçerik Başlıkları

Li ser şehadeta  rêberên tevgera azadiya neteweyî ya Kurd a 1925an Şêx Seîd  û hevalên wî 100 sal derbas bûn.

Di destpêka sedsala borî de, hêzên emperyalîst û dewletên herêmî yên kolonyalîst welatê Kurdan, Kurdistan, kirin çar parçe û di navbera xwe de parve kirin. Di encama vê pêvajoyê de, ku bi Peymana Skyes-Pîcot dest pê kir û bi Peymana Lozanê temam bû, yekparçeyiya neteweyî ya gelê Kurd hate perçekirin.

Piştî ku rêveberiya Kemalîst a li Tirkiyê hebûna dewleta nû bi Peymana Lozanê di asta navneteweyî da da qebûl kirin, ew hemû sozên ku dabûn Kurdan ji bîr kirin. Bi Destûra Bingehîn a sala 1924an re, nasnameya neteweyî û hebûna gelê Kurd hate paşguhkirin. Gelê Kurd jî bi mafdarî li dijî vê pergala neheq derket û li ber xwe da ku tê de Tirk wekî yekane serwer û efendî dihatin hesibandin û Kurd jî statuya koletiyê digirtin.

Di sala 1925an de, di bin serokatiya Şêx Seîd de, gelê Kurd li dijî sîstema kolonyalîst a ku ji hêla dewleta Tirk ve li ser wan hatibû ferzkirin derket û ji bo Kurdan daxwaza azadiya neteweyî kir.

Hikûmeta Kemalîst daxwaza azadiya gelê Kurd bi xwînê tepeser kir. Şêx Seîd û 48 hevalên wî, ku daxwaza azadiya neteweyî dikirin, di 29ê Hezîrana 1925an de, di encama darizandinek sexte û di çarçoveya qanûna dijminane de bi hovane hatin îdamkirin. Di heman pêvajoyê de lê di tarîxên cuda de, Serokê Komeleya Tealî ya Kurd Seyît Abdulkadîr, navdarên Kurd ên wekî Dr. Fuat, Serokê Cemiyeta Azadîyê Cibranlî Halît û Ziya Beg, ku li Bedlîsê girtî bûn û hevalên wan hatin şehîd kirin.

 

Em di şexsê rêberê mezin Şêx Seîd de, ku 100 sal berê ji bo daxwazên azadiya neteweyî yên rewa ên gelê Kurd canê xwe fida kirin de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdari bi bîr tînin.

Ew nemir in.

Dewleta Tirk ne tenê Şêx Seîd û bi sedan hevalên wî bi rêbazên dijminane û neheq  darve kir, lê di heman demê de goristan jî ji bo wan pir zêde dît.

Di sedsala borî de, rêvbirên Tirkiyeyê li Kurdistanê siyasetek kolonyalîst rêvebirin. Komkujî, operasyon û polîtîkayên koçberiya bi darê zorê li dijî gelê Kurd bênavber domandin. Wan siyasetek zext û asîmîlasyonê ya sîstematîk pêk anîn da ku ziman û çanda Kurdî tune bikin û nasnameya Kurdî ji holê rakin.

Li himberê vê siyaseta înkar û tunekirinê, gelê Kurd jî di sedsala borî de têkoşînek bênavber û bi biryar ji bo azadî û rûmeta neteweyî domand.

Di dawiya 100 salan de, siyaseta înkar, asîmîlasyon û şer a Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd têk çûye. Dema ku xwestîye daxwaza gelê Kurd a ji bo azadiyê bitepisîne, Tirkiyeyê gelê xwe mehkûmî xizanî, tarîtî û şovenîzmê kiriye. Di sedsala borî de, dema ku gelê Kurd rastî wehşetên mezin hat, Tirk jî neçar man ku di jiyanek kevnar, otorîter û tundûtûj de bijîn.

Tecrubeyên 100 salî eşkere kiriye ku di şer de serketî tune ne. Kesên ku ji siyaseta înkar û şer winda kirine, hem Kurd û hem jî Tirk in.

Siyaseta dijî-kurd ne tenê li Tirkiyeyê, lê di heman demê de li Rojhilata Navîn jî emre  xwe qedandiye. Tunela tarî gihîştiye dawîyê. Pêvajoya rizgariya gelê me, ku di sala 1991an de li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, îro li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

Divê Tirkiye jî dev ji siyaseta dijî-kurd berde. Divê hemû mafên gelê Kurd ên ji neteweya wan tê nas bike.

Di vê çarçoveyê de, gava yekem ku divê were avêtin ev e ku di zûtirîn dem de gorên wêrankirî yên Şêx Seîd û hevalên wî werin eşkerekirin. Di heman demê de, divê darizandinên 1925an bi hemû encamên xwe ve wek neqanûnî û bêhikum werin ragihandin.

Di 100 saliya şehadeta wan de, em rêberê mezin Şêx Seîd û hevalên wî bi rêz, evîn û hesretêk mezin bi bîr tînin.

Şêx Seîd sembola têkoşîna azadiya gelê Kurd e, hafizeya rihê berxwedanê ye, ala baweriya me ya bi serkeftinê ye. Ew nirx û rûmeta me ya neteweyî ya herî mezin e. Em soz didin ku em ê li ser rêya ku wî vekiriye bimeşin û ala ku wî bilind kiriye qet danexin. Em sond dixwin ku em ê dilsozê kevneşopiya têkoşînê ya Şêx Seîd û hevalên wî bimînin.

Ew di têkoşîna me û di dilê me de her û her dijîn.

27.06.2025

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

               (PSK)

 

İçerik Başlıkları

Meclîsa Berfireh a Partîya Sosyalîst a Kurdistanê di 18.05.2025an de civiya û pêşketinên dawî yên siyasî li herêmê û welatê me nirxand.  Di civînê de herwisa amadekariyên ji bo 4emîn Kongreya Asayî ya Mezin a PSKê hatin nirxandin û biryar hat dayîn ku encamên jêrîn bi raya giştî re werin ragîhandin.

 Zincîra guhartin û pêşketinên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, dibe sedema guhertinên radîkal li welatên herêmê. Di heman dema şikestina pel û baskê Îranê li herêmê û hilweşîna rejîma Esad li Sûriyeyê de Tirkiye jî ji pêvajoyeke dijwar re şahidiyê dike.

 Trafîka danûstandinan ku bi daxuyaniya Devlet Bahçelî di Cotmeha par de dest pê kir û bi banga Öcalan berdewam kir, bi daxuyaniya PKKê ku kongreya xwe ya 12an  de biryara çek danînê û xwe fesih kirinê ragîhand dawî bû.

 Bi vî awayî, dawîya şerekî bêwate ku 40 sal in  li Kurdistanê dibe sedemên xesarên mezin ên can û mal, bi dawî hat.

 Vê biryara PKKê ya danîna çekan argumanên ku dewletê li dijî destkeftiyên Kurdan li çar perçeyên Kurdistanê bi kar dianî ji holê rabû. Vê rewşê  ji bo tekoşînê gelê Kurd, ji bo dest xistina maf û azadîyan derfeteke mezin peyda dike, bi taybetî li Rojava, bêhneke nû wê vebide.

 Li hêlekî din rêvebir û desthilatdarên Tirkiyeyê, hewl didin bi bêdengkirina çekan daxwazên gelê Kurd ên ji bo azadiya neteweyî veşêrin. Rayedarên dewletê dixwazin  bi wê têgihîştinê bidin zanîn ku pirsgirêka Kurd bi danîna çekan ji aliyê PKKê ve çareser bûye.

 Her weha, hin derdorên ku îdia dikin ku ew nûnertiya Kurdan dikin, roj bi roj asta daxwazên neteweyî dadixin û diyar dikin ku wan dev ji daxwaza statuyê ji bo Kurdan berdaye. Ev rewş di civaka Kurd de dibe sedema bertekekê mafdar û sergêjîyê.

 Divê gelê me bi temaşekirina van hemû daxwuyaniyên ne erênî bê hêvî nebe û dev ji têkoşîna azadiya neteweyî bernede.

 Pirsgirêka Kurd bi bêdengkirina çekan û bi dawîhatina şer çawan kû çareser nabe, ji ber ku hin kes dibêjin "Em statûnaxwazin" ji gelê me dev ji daxwaza azadiya neteweyî û statuyê bernade.

 Berevajî vê, têkoşîna azadiya gelê Kurd dikeve qonaxek nû. Em di wê baweriyêda ne  ku têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê, dema ji ji bandora  havîrdorekî tundûtûjî û pevçûnan bifilite, êdî dê li ser bingehek xurttir, girseyîtir û rewatir ber bi serkeftinê ve biçe.

 Niha ku hinceta şer û "terorîzmê" ji holê rabûye, divê dewlet gavên bilez bavêje da ku pirsgirêka Kurd çareser bike.

 Pêşî divê destûr bê dayîn ku ew kesên ku çekên xwe danîne vegerin jiyana xwe ya normal û ew kesên ku ji ber sedemên siyasî di girtîgehan dane, werin azadkirin. Şaredarên ku bi hinceta "piştgiriya terorê" ji kar hatine dûrxistin divê vegerin ser erkên xwe û Qanûna Dij-Terorê bi tevahî were betalkirin. Divê hawîrdorek siyasî ya bi temamî demokratîk were afirandin da ku pirsgirêka Kurd bikaribe bi awayekî azad û di hemû aliyên xwe ve were nîqaşkirin.

 Herwisa çareseriya meseleya Kurd ne meseleyeke ku tenê ji parlamentoyê re were hiştin. Divê hemû alîyên siyasî, etnîkî û olî yên civaka Kurdî beşdarî pêvajoyeke wisa ya nîqaşê bibin; Divê rêxistinên sivîl, rewşenbîr, zanyar û hunermend bikaribin beşdarê van gengeşîyan bibin.

 Di demek kurt de, divê rîya çareserîyê  were xweşkirin, di derbarê çareserîya bingeha pirsgirêka Kurd de tavilê tedbîr werin girtin.

 Ji bo vê yekê;

 Nasîna nasnameya Kurdî,

 Nasîna zimanê Kurdî wek zimanê fermî û perwerdeyî, bi zimanê Kurdî were pejrandin.

 Divê mafê gelê Kurdan ê xwerêveberiyê di zûtirîn dem de bibe xwedî statuyek yasayî.

 Ev şert û mercên giring ji bo çareseriya mesela Kurd, mercên bingehîn in.

 Di vî warî de, pir girîng e ku Tirkiye şertên Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropî, ku îmze kiriye, bicîh bîne.

 Partiya me ji roja damezrandina xwe heta îro bal kişandîye ser pêwendiya nêzîk a di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê û vê yekê tekez kiriye.

 Di vê çarçoveyê de, pêdivî bi destûreke nûjen, demokratîk û piralî heye ku li gorî pîvanên gerdûbe, li ser dadwerîya serbixwe û serdestiya hiqûqê be, maf û azadiyên bingehîn biparêze.

 Divê destûra nû bi têgihîştineke sîstemekî federal were çêkirin ku rastiya pirneteweyî, pirçandî û pirzimanî ya Tirkiyeyê re lihevhatî be.

 Aştî û aramiya herêmê jî, ji alîyê Tirkîyê ve bi qebûlkirina hebûn û mafên neteweyî yên gelê Kurd li beşên din  ên Kurdistanê ve girêdayî ye.

 Rêzgirtina Tirkiyeyê ji bo destkeftiyên Kurdan li Rojava dê çareseriya pirsgirêka Kurd li welêt hêsantir bike.

 Gelê me yê ezîz,

 Ezmûna dîrokî nîşanî me dide ku tu maf nayên dayîn û her destkeftiyek têkoşînek mezin dixwaze.  Em ê hêzên xwe bikin yek. Em ê ji bo daxwazên xwe yên rewa yên neteweyî, wekî ku me di demên berê de dikir, têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşînê li ser bingehek xurttir û rewatir û bi biryarekî mezin bidomînin.  Ev mafê me ye ku em jî wek hemû milletan, li welatê xwe bi awayekî azad, bi rûmet û di nav ewleyîyê de bijîn. Em ê tu carî dev ji vê mafê xwe bernedin.

 Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarê Kongreya Mezin a Asayî ya 4emîn a PSKê  bibin, ku em ê bi dirûşma "Çareseriya Federal ji bo Pirsgirêka Kurd" li dar bixin.  Em hêvî dikin ku Kongreya Asayî ya Mezin a 4emîn a PSK bibe platformek ku hêviya azadiyê, coşa têkoşînê û baweriya serkeftnê xurt bike.

 Em dikarin bi hev re serbikevin.

 Û em ê serbikevin jî.

            20.05.2025 

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

               (PSK)

       Meclisa Partîyê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik