Birêz Bafil Talabanî
Serokê Giştî yê Yekîtîya Niştîman a Kurdistan (YNK)
Ez, li ser navê hemî endam û rêvibirên Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSKê), bi minasebeta hilbijartina we wek Serokê Giştîyê yê Yekîtîya Niştîman a Kurdistan, pîrozbahîyê li cenabê we û hemî endamên serkirdayetîya nû dikim.
Kongreya 5. a Yekîtîya Niştîman a Kurdistan di prosesêkê hestîyar da hat lidarxistin. Ji ber vê yekê em wek PSK, Kongreya 5. a YNKê gelek bilind dinirxînin û wek gavekê pîroz dibinin.
Em gelek kêfxweş in ku 5. Kongreya YNKê bi serkeftî encam da û di kongreyê da jibo paşeroja Kurdistanê biryarên girîng hatin stendin.
Em dubare Serokê Giştî yê YNKê cenabê we û hemî emdamên serkirdayetîya nû pîroz dikin. Jibo we serkeftinekê mezin dixwazin.
Em bi bawerîyekê xurt hêvî dikin ku Kongreya 5. a YNKê jibo aramî, azadî û yekîtî li Kurdistanê bibe destpêkekê dîrokî û serdemekê teze.
Li gel slavên birayane.
04.10.2023
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)