JI BO ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GİŞTÎ
Siyaseta tengeber kirina rêvabirina heremî û bi hêztir kirina rêvabirina navendî a hıkumeta Tirkiyê berdewam e.
Îro vê sibê cardin li dijî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Adana, Adiyaman û Antalya û rêveberên payebilind ên şaredariyên navborî operasyonek berfireh hat li darxistin û serokên hilbijartî yên wan şaredarên hatin destbiser kirin.
Kiryarên dij-demokratîk ên ku em demek dirêj e li Tirkiyeyê dibînin, îro jî bi hedefgirtina eşkere ya îradeya gel û rêveberiyên herêmî berdewam dikin.
Polîtîkayên zextê yên sîstematîk ên bloka desthilatdar, ku dezgeyên dadî weki çek bi kar tine, li dijî şaredariyên muxalefetê, qada siyaseta demokratîk teng dike û serdestiya hiqûqê û prensîba edaletê paşguh dixe.
Ev operasyonên li pey hev, nemaze li dijî şaredariyên bajaran ên girêdayî Partiya Gel a Komarî (CHP), ne tenê li dijî partiyekê ye, lê di heman demê de li dijî îradeya gel e a ku di sindoqên dengdanê de hatiye nişandan.
Em pir baş dizanin ku heman rêbaz berê li dijî şaredariyên hilbijartî yên gelê Kurd hatin bikar anîn û bi tayîn kirina qeyûman û girtinên siyasî demokrasiya herêmî hat desteserkirin.
Ev êrîşên ku îro li dijî şaredariyên CHPê ne, beşek ji polîtîkayên hikûmetê yên belav kirina siyasete zextê û tirsandina gel e.
Em wek PSK, bi zelalî dibêjin:
Em li dijî desteserkirina mafê dengdan û hilbijartinê ya gel in, bikaranîna qanûnê wekî amûrek ji bo çareseriya siyasî û her destwerdana li demokrasiya herêmî ne.
Parastina siyaseta demokratîk, parastina îradeya gel û parastina serdestiya qanûnê berpirsiyariyên hevpar ên hemû civak û muxalefetê ne.
Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku hevgirtina civakî û têkoşîna hevbeş li dijî Pêkanîna otorîter ên hikûmetê zêde bikin, dengê nerazîbûnê bilind bikin.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Buroya Çapemenîyê
5ê Tîrmeha 2025an
Halebce’nin Yarası Kanamaya Devam Ediyor
Ragihandina Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê
Kuzey Kürdistan Ulusal Birlik Girişim Konferansı Sonuç Bildirgesi
Em Bi Germahî 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî Pîroz dikin
8 Mart Dünya Kadınlar Günü'nü Coşkuyla Kutluyoruz
Raperîn’in 35.Yıl Dönümü Kutlu Olsun
Salvegera 35’emîn a Raperînê Piroz Be
Li Rojhilatê Kurdistanê Tifaqa Hêzên Kurdistanî Pîroz Be
Doğu Kürdistan Siyasi Partiler İttifakı Kutlu Olsun!
ZIMAN STÛNA HEBÛNÊYE, LI HEBÛNA XWE XWEDÎ DERKEVE!