SPASNAME

Me wek Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), di qonexekî da ku hewcedarîya dîyalox û xurtkirina pêwendîyên partî û dezgeyên Kurdistanî ferztir bûye, roja 13.11.2023an li Hewlêrê paytextê Herêma Kurdistanê Ofisa PSKê bi fermî vekir.

Di vekirina Ofisa me ya li Hewlêrê da, ji çar parçeyê Kurdistanê gelek partî û rêxistinên siyasî, rojnamevan, hûnermend û aqademisyenan me tenê nehiştin û beşdarê merasîma vekirina ofisa partiya me bûn. Yên ku nikaribûn rasterast beşdar bibin jî bi peyamên xwe yên ji dil serê me bilind kirin.

Di rojekê me yê wisa şahî û girîng da, em bi beşdarîya partî û kesayetîyên giranbuha û bi peyamên pîrozbahîyê gelek kêfxweş û şanaz bûn.

Ji ber beşdarî û nezaketa wan, em ji wan hemî partî, rêxistin û kesayetîyên me yên hêja ra spasîyên xwe yên germ û birayane pêşkêş dikin.

Hûn her hebin, em ê tev da serkevin.

Di dema ku bi minasebeta vekirina Buroya Partiya me em li Hewlêrê bûn, ez û hevrêyên xwe Selva Baksi, Celal Yıldız, Serhad Bozhan û Weli Koparan bi gelek partî û rêxistinên Kurdistanî ra civîyan, me bi wan ra hevdîtinan çêkir.  Me hinek ji wan li Ofisa xwe ezimand, hinekan jî me serdana wan kir.

Di wexta ku em li Hewlêrê bûn, em wek PSK bi Rêzdar Fazil Mirani û endamên Politburoya PDKê, Rêzdar Mustafa Hicri Nunerê HDKİ û hevalên wî, Rêzdar Kawa Mahmud Sekretêrê Giştî Hizba Şuî, Rêzdar Belên Abdula Sekretê Zehmetkêşan, Rêzdar Dr. Hemid Derbendi Serokê Diwana Serokatîya Kurdistanê, Rêzdar Cafer Eminki Berpirsê Pêwendîyên Giştî yê PDKê, Rêzdar İbrahim Buro Endamê Politburoya Partî Yekiti Kurd Suriye, Rêzdar Behzat Beşiri Sekreterê Giştî yê PDKSê, Rêzdar  Mustafa Özçelik Serokê Giştî yê PWKê û heyeta wî, Rêzdar Salar Serhad Berpirsê Eleqata a YNKê, Rêzdar Eli Şemdin Nunerê Partîya Pêşveru li Herêma Kurdistanê, Rêzdar Dr. Salar Osman û gelek sîyasetmedar, hûnermend û  kesayetîyên girnabuha ra civîyan û derbarê rewşa herêm, Kurdistan û dewletên deverê da me hevdîtinên gelek baş û berhemdar çêkir.

Em wek Partîya Sosyalist a Kurdistanê, wek ji destpêkê heta îro, em ê ji anha û pê ve jî ji bo xurtkirina pêwendiyên xwe û hemî aliyên Kurdistanî û pêkanîna hevkarî û stratejiyekê hevbeş têbikoşin û bixebitin.

Ji ber ku em vê karê wek karekê pîroz û kilîdê azadîyê dibinin.

17.11.2023

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

           PSK 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik