Tu hêz nikare çongê li gelê Kurd ê ku li dora armanca azadîya netewî û yekgirtî dibe yek bişkîne


 Partîya Sosyalîst a Kurdistanê di 16-17ê Kanûna 2023an de li Amedê 3. konferansa xwe bi serkeftî li dar xist. Di Konferansa 3. emîn a PSKê de, ku ji Ewropa û Başûrê Kurdistanê delege amade bûn, geşedanên siyasî yên li Kurdistanê û herêmê hatin nîqaşkirin û helwesta siyasî ya ku wê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de bên lidarxistin hat nirxandin û biryar hat dayîn ku daxuyaniya jêrîn bi raya giştî re bê parvekirin.

 

Pirsa Kurdistanê bi hemû giranî û şewata xwe di navenda geşedanên Rojhilata Navîn de ye. Êrîşên dewletên kolonyalîst ên li dijî hebûn û destkeftiyên demokratîk ên gelê Kurd di demên dawî de zêde dibin. Ev polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û îmhayê yên li dijî mafên netewî yên demokratîk ên gelê Kurd, atmosfera kaos, bêîstîqrar û pevçûnan li ser asta herêmê hîn kûrtir dike.

 

Rejîma şovenîst a teokratîk a Îranê, ku bi salan e bi rêbazên îdamê hewl dide berxwedana netewî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne, di demên dawî de êrîşên xwe yên fîzîkî û zextên xwe yên dîplomatîk ji bo bi temamî tunekirina aktorên siyasî yên Kurd zêde kiriye.

 

Hêzên mezhebî û şovenîst ên li Iraqê êrîşên xwe yên li dijî destkeftiyên gelê Kurd, ku di Destûra Bingehîn a Iraqê de hatine garantîkirin, bênavber didomînin. Bi zextên siyasî, aborî û leşkerî dixwazin Herêma Federe ya Kurdistanê hilweşînin. Rêveberiya Bexdayê ji tirsa demokrasî, aramî û geşepêdana aborî ya Herêma Federal a Kurdistanê, roj bi roj hewlên xwe yên xapînok ji bo têkbirina statuya federe ya Herêma Kurdistanê zêde dike.

 

Li Herêma Kurdên Sûriyê gelê Kurd ne tenê rastî êrîşên leşkerî û fizîkî tên, çavkaniyên xwezayî yên li wir tên talankirin, jêrxaneya aborî tê wêrankirin û pêkhateya demografî tê guhertin.

Eşkere ye ku qeyrana piralî ya siyasî, aborî û çandî ya li Tirkiyê, ku di van salên dawî de her ku diçe kûrtir dibe, ji polîtîkaya înkar û pevçûnê ya di pirsa Kurd de tê meşandin derdikeve. Îsrara Tirkiyê ya di polîtîkayên xwe yên demdirêj ên pirsa Kurd de, ji çareseriya pirsgirêkê dûr, pirsgirêkê kûrtir dike û çareseriyê zehmet dike. Zext, tirsandin û êrîşan berdewam dike da ku di civaka Kurd de bibe sedema tirs û bêdengîyek navxweyî. Lê rastî cuda ye; siyaseta înkarker a dewletê dibe sedem ku hişmendiya netewî ya gelê Kurd gav bi gav zêde bibe û hesta jiyana bi gelên Tirk re kêm bibe.

 

Yanî polîtîkaya înkar û pevçûnê ya di pirsa Kurd de tê meşandin êdî nikare bê domandin. Koletî û zulm bi darê tivingan û bi zilmê heta hetayê li ser gelê Kurd nayê ferzkirin.

 

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê çareserî û azadiya her parçeyekî Kurdistanê di yekîtîya hêzên netewî û demokratîk ên gelê Kurd de dibîne. Tu hêz nikare çongan li gelê Kurd ê ku li dora armanca azadiya netewî û yekgirtî dibe yek bişkîne.

 

PSK li gel wê yekê ye ku banga makzagona nû ya Serokkomar Erdogan wek firsend binirxîne û ji bo çêkirina makzagonek ku mafên bingehîn ên gelê Kurd tê de bin, bang li hemû aktorên siyasî yên Kurd dike ku dest bi însiyatîfek hevpar bikin.

 

Konferansa me bang li hemû aktorên siyasî yên Kurd dike ku ji bo xurtkirin, berfirehkirin û bidestxistina encamên xebatên qebûlkirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî, hestiyar bin.

 

Konferansa me destnîşan dike ku divê di şexsê rêberê Tevgera Kurd 1925an Şêx Saîd de li hember êrîşên piralî yên nijadperest û dijminane yên ku di van demên dawî de li dijî nirxên netewî yên Kurd hatine destpêkirin helwest û bertekek hevpar bê pêşxistin.

 

3. Konferansa PSKê mijara hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adara 2024an de bên kirin bi berfirehî nirxand û gihîşt encamên pêwîst.

 

Di vê dema ku dewleta Tirk li dijî destkeftîyên netewî yên gelê Kurd êrîşek topyekûn pêk tîne, girîngiya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an zêdetir dike. Di pêvajoyek ku qeyûm ji bo şaredariyên hilbijartî yên Kurdistanê tên tayînkirin, îradeya demokratîk a gelê me binpêkirin, dengê wan tê qutkirin û partiyên Kurdistanî di nava dosyayên girtinê de mane, pir girîng e ku Kurd bi girtina hemû şaredariyan xwe bi rêve bibin.

 

Di vê çarçoveyê de, di hilbijartinên herêmî de hevkariya herî berfireh girîng û lezgîn e.

Hevkariya bi vî rengî divê li ser bingeha polîtîkayek hevpar û birêvebirina şaredariyek piralî, rengîn, demokratîk, tevkar modêla şaredarîya xwecîhî bê avakirin.

 

Damezrandina tifaqa ku tê de partî nasnameya xwe ya resen û xisletên xwe yên serbixwe biparêzin lê bi hev re tevbigerin, xwe ferz dike. Konferansa 3. ya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê guncav dît ku li gor çarçoveya jorîn erka pêkanîna xebata hevkarîya hilbijartinan bide Meclîsa Partîya me.

 

16-17 Kanûn 2023

 

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê

Konferansa 3.emîn

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik