ŞEHADETLERİNİN 100. YILINDA ŞEYH SAİD VE DAVA ARKADAŞLARINI SAYGIYLA ANIYORUZ

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di 15ê Hezîrana 2025an de li Amedê 4emin Kongreya xwe ya Asayî bi serkeftî li dar xist. Kongreya me, bi beşdariyekî berfireh a delegeyan û eleqeya partiyên siyasî û saziyên dostan ji her çar perçeyên Kurdistanê hate lidarxistin. Hêvî û bawerîyekî mezin di têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê de afirand.

Kongreya me di demekê de hate lidarxistin ku kevirên li Rojhilata Navîn li cîhê xwe dilivin û guherînên mezin û dîrokî diqewimin. Di encama pêşketinên zincîra  reaksiyonên li herêmê, rejîma Baasê li Sûriyeyê hilweşiya. Bi hatina hukma nû li Sûrîyê,  gelê Kurd li Rojava li hev civiand û yekîtiyek sozdar ava kirin,  da ku pêşeroja xwe ya azad ava bikin û di avakirina Sûriyeyek nû de bibandor bin.

Sîyaseta rejîma Îslamî ya Îranê ya avakirina Hîlala Şîe û îxraca şoreşa Îslamî, bûne sedema mahkum kirina gelên Îranê bi warê xizanî, birçîbûn û zilmê. Gelên li Îranê ji ber vê sîyaseta axund, li jêr pêkanînên zordar, hovane û zalim ên rejîmê de hatine pelçiqandin. Di dawiyê de, rejîm, ku ji ber hewldanên xwe yên çêkirina çekên qirkirinê yên girseyî rastî zext û ambargoyên navneteweyî hat, bi destwerdana rasterast a Îsraîlê îro  rastî krîzek cidî hatiye.

Qonaxa kaos û hawîrdora şer a ku Îran îro têde derbas dibe, îhtîmal e ku deriyê serdemeke nû li herêmê veke. Di vê wêneyê de, neçar e ku rejîm nikaribe demek dirêj bijî û  fersenda rêya azadiyê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê vebe.

Kongreya me tekez kiriye ku polîtîkayên înkar, wêrankirin û asîmîlasyonê yên Komara Tirkiyeyê yên sedsal e li hember gelê Kurd dimeşîne gihîştine xalek nedomdar. Krîza siyasî û aborî ya kûr a ku Tirkiye tê de ye, pêwîstiya pêvajoyek çareseriyê ya nû û demokratîk eşkere dike. Her çend Kongreya me biryara PKKê ya danîna çekan wekî encama danûstandinên ku di Cotmehê de dest pê kirine erênî dibîne jî, ew daxuyaniyên rayedarên dewletê yên ku dibêjin "pirsgirêka Kurd bi bêdengiya çekan çareser bûye" ji rastiyê dûr dinirxîne. Kongreya me her wiha daxuyaniyên Öcalan ên ku statuyê ji bo Gelê Kurd nepêwîst dibîne, red dike. Kongra me, têkoşîna sedsalî ya gelê Kurd ji bo azadiyê di heman demê de têkoşîna statuyê dibîne. PSK dê bi biryardarî çareseriyek aştiyane, demokratîk, wekhev û federal ji bo pirsgirêka Kurd biparêze.

Kongreya me ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çêkirina destûrek nû li ser bingeha hiqûqa demokratîk, piralî û gerdûnî pêwîst dibîne. Destûra nû ya ku were çêkirin divê mafên gelê Kurd ên ji neteweya wan derdikevin misoger bike. Divê hebûna neteweyî û nasnameya gelê Kurd were naskirin, divê Kurdî wekî zimanê fermî û perwerdeyî were qebûlkirin û divê Kurdistan statûyek jê re were dayîn.

Kongreya me tekez dike ku hêzên siyasî yên Kurd li çar perçeyên Kurdistanê divê li hember pêşketinên li Rojhilata Navîn bi yekîtî û hevrêzî tevbigerin.  Kongra me hevkarî û tifaqa hêzên demokratîk ên neteweyî wekî karekî lezgîn ji bo gelê me û ji bo bidestxistina azadiyê li Bakurê Kurdistanê bi nav dike. Avakirina xet û navenda têkoşînê ya hevpar û xurt pir girîng e. PSK careke din îradeya xwe ya dilsoz, bi prensîbî û avaker ji bo hevkarî û tifaqê bi hemî beşên civakî û siyasî re ji bo bidestxistina mafên me yên neteweyî yên demokratîk radigihîne.

Partiya me careke din piştrast kir ku têkoşîna azadiya neteweyî ya gelê Kurd û têkoşîna rizgariya civakî ya karkeran ji hev nayên cuda kirin. Kongreya me li dijî newekheviyên ku ji hêla kapîtalîzmê, her cûre îstîsmarê û dijminatiya li hember jin û xwezayê ve hatine afirandin, biryardariya têkoşîna ji bo pêşerojek dadperwer, wekhev û li ser bingeha hevgirtina civakî tekez dike. Kongre tekez dike ku pergala federal modela çareseriyê ya herî rastîn e ji bo çareseriyek mayînde û wekhev a pirsgirêka Kurd.

Kongreya me ji bo berfirehkirina avahiya rêxistinî ya partiya me û misogerkirina beşdariya çalak a ciwan û jinan armancên nû danîne. Kongrê, perspektîfek siyasî ya nû pejirandiye ku tê de têkoşîna siyasî û rêxistinî dê bêtir were meşandin. PSK, armanca wê yekê kiriye ku têkiliyên xurttir bi gel re ava bike, tora xwe ya rêxistinî berfireh bike û amûrên xwe yên têkoşînê pêş bixe.

Kongreya me bal kişandiye ser pêwîstiya xurtkirina rêxistina dîyasporaya Kurd û kûrkirina têkiliyên bi raya giştî ya demokratîk a navneteweyî re. Dengê gelê Kurd divê ji sînoran derbas bibe; divê hevgirtineke navneteweyî ya bihêztir bi derdorên pêşverû, demokratîk û azadîxwaz ên navneteweyî re were avakirin.

Kongreya 4emîn a PSKê, bi hişmendiya berpirsiyariya xwe ya dîrokî, ji raya giştî re radigihîne ku ew ê bi biryardarî di rêya xwe ya ji bo azadiya gelê Kurd, demokrasiyê li Tirkiyeyê berdewam be û têkoşîna rizgariya civakî ya karkeran bidomîne.

 

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

                   (PSK)

15ê Hezîrana 2025an – Amed

İçerik Başlıkları

Meclîsa Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di 7ê Çileya 2023an de civîya, mijara hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adara 2024an de bên kirin nirxand û biryar da ku siyaseta me ya hilbijartinê, ku çarçoveya giştî ya wê di 3.emîn Konferansa PSKê a di 16-17ê Kanûna Pêşîn a 2023an de hatiye diyarkirin, bi dawî bike û encamên jêrîn bi raya giştî re parve kir.

Di pêvajoya hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adara 2024an de bên kirin,  gelê me û welatê me di pêvajoyek girîng re derbas dibe. Polîtîkayên înkar û tundî yên ku li ser gelê Kurd tên kirin di van deh salên dawî de ji her demê zêdetir zêde bûne. Îradeya gelê me bi polîtîkayên qeyûman ên ku bûne rûtîn tê paşguhkirin. Partîyên siyasî yên Kurd bi dosyayên cûr be cûr hatin girtin. Qada siyasî ya Kurdan teng bûye û bêhn nayê standin. Herî dawî kampanya heqaret û lînçê, ku bi teşwîqa dewletê li dijî nirxên netewî yên gelê Kurd hatiye destpêkirin, gihiştiye astek xeternak. Hebûn û nirxên netewî yên gelê me kirine hedefa êrîşên nîjadperest û şovenîst.

Hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ji bo rawestandina êrîşên dijminane yên li dijî hebûna netewî ya gelê Kurd, nirxên wî yên pîroz û vîna wî ya azadîyê, derfetek girîng e. Li ser me ferz e ku em vê derfetê bikar bînin û pêvajoya înkar û çewisandina li ser gelê xwe paşve bixin.

Ger em di hilbijartinên di 31ê Adarê a 2024an de hêzên xwe bikin yek, em him dikarin xwe bi rêve bibin û him jî bajarên xwe bikin baxçeyên ziman û çanda Kurdî.

Ji bo vê jî pêdivîya me bi hevkarîyek hilbijartinê heye ku hemû hêzên me yên netewî yên demokratîk, cihêrengîya etnîkî, olî û çandî û kombûna rewşenbîrî bîne cem hev. Hemû aktorên me yên siyasî dikarin ji bo berjewendîyên hevpar ên gelê xwe bên cem hev, heman demê de jî taybetîyên xwe biparêzin û cudahîyên xwe wek dewlemendîyekê bihesibînin. Hevkarîya hilbijartinê ya berfireh, ne tenê wê bikaribe bajarên xwe bi dest bixin, belkî ji bo gelê me dikare bibe çavkanîyek mezin a bawerî û moralê û navendek balkêş. Hevkarîya hilbijartinan a bi vî rengî dikare di pêşerojê de ji bo tifaqên netewî yên mayînde û stratejîk jî bibe bingehek xurt.

Bê şik emê bi saya hevkarîyek berfireh a hilbijartinê, ya ku hesret û hêviya gelê me ye, rêveberîya hemû bajarên Kurdistanê bi dest bixin. Hêz û îradeya me heye ku em bajarên xwe yên ku ji alîyê fizîkî, dîrokî û çandî ve hatine hilweşandin ji nû ve ava bikin. Di destê me de ye ku em hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê bi şîara “Li bajarên Kurdan cihê tu partîyek sîstemê nîne” veguherînin referandûmê. Em dikarin bi encamên hilbijartina 31ê Adarê nîşan bidin ku em dikarin hem bajarên xwe hem jî welatê xwe bi rê ve bibin.

Hevkarîya hilbijartinê ya ku hemû potansîyela siyasî ya Kurd tê de hebe, divê li gor bernameyek ku daxwazên gelê Kurd ên bingehîn, lezgîn û demokratîk ên netewî di nav xwe de dihewîne pêk bê.

Naskirina nasnameya gelê Kurd di asta destûrî de,

Di qada giştî de naskirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê û qebûlkirina wî wek zimanê fermî,

Bi hemû dewlemendîya xwe ji nû ve vejandina ziman, çand û dîroka Kurdî,

Aşkerekirina gorên rêberên Kurd ên windakirî,

Vegerandina navên Kurdî yên hemû cîh û warên dîrokî, erdnîgarî û çandî,

Bidawîkirina dosyayên girtina partîyên siyasî yên Kurd û tolhildana ne rewa ya li dijî kadroyên siyasî yên Kurd,

Naskirina mafê gelê Kurd ku di welatê xwe de xwe bi rê ve bibe û hwd. di nav hevkarên

hilbijartinê de xalên hevpar bin.

Hevkarîya Kurd a ku di hilbijartinên 31ê Adarê de bê avakirin, ne tenê di mijara maf û azadîyên bingehîn de dikare têkoşînek hevpar derxe holê, di heman demê de rêveberîyên herêmî jî ji bo pêkanîna van daxwazan veguherîne fersendekê.

Meclîsên bajaran wê di bin rêveberîya hêzên neteweya demokratîk a Kurd de bibin meclîsên herêmî. Meclîsên ku emê bi rê ve bibin xwedîyê erkek dîrokî ne ku dikare nasnameya Kurdî bidin naskirin, Kurdî wek zimanê perwerdeyê vejînin, navên Kurdî vegerînin, di warê ziman, çand û dîroka Kurdî de xebatên bi bandor bikin, bîranînên mezinên Kurd payedar bikin û ji bo nifşên nû yên saxlem, berpirsiyar û hişmend bigihînin, dikare erkek dîrokê hilgire ser milên xwe.

Bi rêveberîya meclîsên hevpar emê hewl bidin ku meclîsên herêmî ji bin wesayeta meclîsa navendî derkevin û bandora meclîsa navendî ya li ser meclîsên herêmî dakeve asta herî kêm. Ji bo ku walî, qeymeqam û midûrên polîsan bi hilbijartinan bên ser desthilatdariyê wê têkoşînek çalak bê meşandin. Bi girtina rêveberîya hemû bajarên me, di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de, em dikarin berê pergala sîstema ezperestî û navendperestîyê bidin sîstema navendî ya ademî.  Heger em di hilbijartinên 31ê Adarê de serkeftinek mezin bi dest bixin, em dikarin bi awayekî defakto bibin xwedî derfet ku em welatê xwe bi rê ve bibin. Encamên hilbijarînên herêmî yên 31ê Adarê dikare sîstema navendperest û otorîter, a ku çavkaniya hemû pirsgirêkan e, veguherîne federalîzmê.

Tiştê ku ji bo vê yekê bê kirin, divê hemû aktorên siyasî, alîyên ku di tekoşîna gelê Kurd de dibêjin em hene, bi berpirsiyarî, bi pêşbînî  û li ser bingeha berjewendîyên netewî, nêzîkatîyekê raber bikin.

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ji bo bicîhanîna armancên ku li jor hatine diyarkirin wê bi hişmendî û berpirsiyarîyek mezin helwest û têkildarîya xwe berdewam bike.

08.01.2024

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

               (PSK)

   Encumena Partîyê

Kürdistan Sosyalist Partisi 16-17 Aralık 2023 tarihlerinde Diyarbakır’da 3. Konferansı’nı başarıyla gerçekleştirmiştir.  Avrupa ve Güney Kürdistan’dan delegelerin hazır bulunduğu yoğun katılımlı PSK 3. Konferansı’nda Kürdistan ve bölgedeki siyasal gelişmeler değerlendirilmiş, 31 Mart 2024 tarihinde yapılacak yerel seçimlerde izlenmesi gereken politik tutum ele alınarak aşağıdaki sonuç bildirisinin kamuoyu ile paylaşılması kararlaştırılmıştır.

 Kürdistan meselesi bütün ağırlığı ve yakıcılığı ile Ortadoğu’daki gelişmelerin odağında yer almaya devam etmektedir. Kürt halkının varlığı ve demokratik kazanımlarına karşı sömürgeci devletlerin saldırıları son dönemde giderek artmaktadır.  Kürt halkının ulusal demokratik haklarına yönelik söz konusu inkar, asimilasyon ve yok etme politikaları bölgesel düzeyde kaos, istikrarsızlık ve çatışma ortamını daha da derinleştirmektedir.

 Doğu Kürdistan’da Kürt ulusal direnişini yıllardır idam ve infaz yöntemleriyle sindirmeyi deneyen İran’daki teokratik şoven rejim son dönemde Kürt siyasi aktörlerini tümden yok etmek için fiziki saldırı ve diplomatik baskılarını artırmış durumdadır.

 Irak’ta mezhepçi ve şoven güçler Irak Anayasası’nda güvence altına alınan Kürt halkının kazanımlarına karşı saldırılarını kesintisiz sürdürüyor. Kürdistan Federe Bölgesi siyasi, ekonomik ve askeri baskılarla çökertilmek isteniyor. Kürdistan Federe Bölgesi’nin demokrasi, istikrar ve ekonomik gelişmesinden korkan Bağdat yönetimi Kürdistan Bölgesi’nin federe statüsünü aşındırmak ve giderek yok etmek için sinsi girişimlerini gün geçtikçe artırıyor.

 Suriye Kürt Bölgesi’nde ise Kürt halkı sadece askeri ve fiziki saldırılara uğramamakta, buradaki doğal kaynaklar talan edilmekte, ekonomik alt yapı çökertilmekte ve demografik yapı değiştirilmektedir.

 Türkiye’de son yıllarda artarak derinleşen siyasi, ekonomik ve kültürel çok yönlü krizin Kürt meselesinde izlenen inkar ve çatışma politikasından kaynaklandığı açıktır. Türkiye’nin Kürt meselesindeki çağdışı politikalarındaki ısrarı sorunu çözmek bir yana meseleyi daha da derinleştirip çözümü zorlaştırmaktadır. Sürüp giden baskı, sindirme ve saldırılar Kürt toplumunda görünüşte belli bir sessizlik ve içe kapanmaya yol açmış olabilir. Ancak gerçek farklıdır;  devletin inkarcı politikası Kürt halkında ulusal bilincin giderek artmasına ve Türk halkıyla birlikte yaşama duygusunun azalmasına yol açmaktadır.

 Başka bir ifadeyle Kürt meselesinde uygulanmakta olan inkar ve çatışma politikası daha fazla sürdürülemez. Dipçik ve baskıyla sonsuza dek kölelik ve zulüm Kürt halkına dayatılamaz.

 Kürdistan Sosyalist Partisi, Kürdistan’ın her parçasında çözümü ve özgürlüğü, Kürt halkının ulusal demokratik güçlerinin birliğinde görmektedir. Ulusal özgürlük hedefi etrafında birleşen Kürt halkına hiçbir güç diz çöktüremez.

 Son dönemde Cumhurbaşkanı Erdoğan tarafından dile getirilen yeni bir anayasa yapım çağrısının bir fırsat olarak değerlendirilmesinden yana olan PSK,  bütün Kürt siyasi aktörlerini, Kürt halkının temel haklarını içeren bir anayasanın yapılması için ortak bir inisiyatif başlatmaya çağırır.

 Konferansımız, Kürtçenin eğitim dili ve resmi dil olarak kabul edilmesi yönündeki çabaların güçlendirilmesi, genişletilmesi ve sonuç alıcı bir tarza kavuşturulması için bütün Kürt siyasi aktörlerini duyarlı olmaya davet eder.

 Konferansımız, son dönemde 1925 Kürt Hareketi’nin lideri Şeyh Said şahsında Kürt ulusal değerlerine karşı başlatılan çok yönlü ırkçı ve düşmanca saldırılara karşı ortak bir tutum ve tepki geliştirmenin gereği vurgular.

 PSK 3. Konferansı ayrıca 31 Mart 2024 tarihinde yapılacak yerel seçimler konusunu detaylı bir biçimde değerlendirmiş ve gerekli sonuçlara ulaşmıştır.

 Türk devletinin Kürd halkının ulusal kazanımlarına karşı topyekûn saldırıda bulunduğu bir dönemde yapılıyor olması 31 Mart 2024 yerel seçimlerin önemini artırmaktadır. Kürdistan'da seçilmiş belediyelere kayyumların atandığı, halkımızın demokratik iradesinin hiçe sayıldığı, sesinin kısıldığı, Kürdistan partilerinin kapatma davalarıyla kıskaca alındığı bir süreçte, Kürdlerin bütün belediyeleri alarak kendi kendini yönetmesi son derece önemlidir.

 Bu çerçevede yerel seçimlerde en geniş kapsamlı bir işbirliği acil hale gelmiştir.

 Böylesi bir işbirliği katılımcı, çoğulcu, renkli, demokratik ve çok sesli belediyeciliği ve yerinde yönetim modelini esas alan ortak bir politika üzerine inşa edilmelidir.

 Partilerin özgün kimliğini ve bağımsız niteliklerini koruduğu fakat birlikte hareket ettikleri bir ittifakın oluşması kendini dayatmaktadır. Kürdistan Sosyalist Partisi 3. Konferansı, yukarıdaki çerçeveye uygun bir seçim işbirliği çalışması için Parti Meclisimize görev vermeyi kararlaştırmıştır.

 Konferansımız, PSK’nin son yarım yüz yıllık onurlu mücadele mirasına uygun olarak gelecekte de Kürt halkının özgürlüğü için mücadele etme irade ve kararlığını teyit etmeyi uygun görmüştür

 19 Aralık 2023

 Kürdistan Sosyalist Partisi

     3. Konferansı

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

                                              
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik