Werin em Roja Alaya Kurdistanê bikin destpêka hevkarîyeke neteweyî û demokratîk!


Îro roja Alaya Kurdistanê ye.

Li her çar perçeyên Kurdistanê jî milletê Kurd, gelên Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê bi hişmendîyeke neteweyî pîroz dikin.

Di  sala 1919ê de Alaya Kurdistanê ji aliyê Cemiyeta Civaka Kurdistanê (Kurdistan Teşkîlat-ı İçtimaiye Cemiyetî) ve hat nexşkirin; bi sê şerîdên kesk, sipî û sor û di navendê da jî 21 tirêjên rojê yên zer…  

Alaya Rengîn ne tenê sembola azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ye. Alaya Rengîn ev sedsale ku di meş û têkoşîna azadî û serxwebûnê de rêberîya gelên Kurdistanê dike, di neqebên teng da, di karesat û serûbinîyên mezin da rêya me rohnî dike, hêvîyên me li ser pîyan dihêle. 

Alaya Rengîn remza me ya neteweyî ye, remza têkoşîna me ya  bi zehmet û keser e.  

Gelê me yê mêrxas di serê sedsala bîstan de bi ronahîya Alaya Rengîn  berxwedaneke bê hempa birêvebir.

Di 1927an de ew alaya ku di 1919ê da hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.Ala Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin.

Alaya Rengîn ji Çîyayê Agirîyê gihişte Rojhelatê welatê me. Komek Ciwanên Kurd di 17ê Çileya Pêşîn  a 1945an de Alaya Rengîn li Mahabadê li avahîya dadgeha dewleta Îranê ve daliqandin. Alaya Rengîn li Komara Mehabadê him bû şahidê serkeftin û mizgînîya azadîyê, him jî bû sitare li ser yekemîn Komara Kurdîistanê. 

Alaya ku Serokomar Pêşewa Qazî Mihemed wek emaneteke milli radestî  Mele Mistefa Barzanî yê nemir kir,  îro bi şanazî li Başûrê Kurdistanê li ser Parlamentoya Federe bilind dibe û pêl dide.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê, wek qedirbilindî, di rûniştina xwe ya 11. 11.1999an de, roja 17ê Çileya Pêşîn, roja ku Alaya Kurdistanê di sala 1945î de li Dadgeha Mahabadê hatibû daliqandin,  wek Roja Alaya Kurdistanê ilan kir. 

Em baş dizanin ku her millet bi nasnameya xwe  heye; bi ziman, çand, dîrok, nirx û remzên xwe yên neteweyî di nava malbata milettan da cîyê xwe digirin. Yê ku miletan di asta herî bilind da temsil dikin jî bêşik alaya wan e. 

Alaya Rengîn berhemê têkoşîna dusedsalî, nîşana ked û xwîna bi sed hezaran evîndarên azadîyê ye. 

Alaya Kurdistanê rûmeta me ye, remza bixwebawerî û bextewarîyê ye.  

Em careke din Roja Alaya Kurdistanê pîroz dikin. 

Em hemû şehîd, têkoşer, kedkarên doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê yê ku nehiştine Alaya Kurdistanê li erdê bikeve, her dem ev Alaya pîroz bilind kirinebi rêzdarî bibîr tînin.

Em dibêjin bila Roja Alaya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê bibedestpêka hevkarîyeke neteweyîû demokratîk; li her çar perçeyên Kurdistanê bila bibe destpêka  yekitî û tifaqên niştimanî û bibe destpêka azadîya Kurdistanê.

17.12. 2022 

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) 

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) 

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê(TDK-TEVGER)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik