
Foruma Çep a Kurdistanî, roja yekşemê di 26ê Tîrmeha 2026an de, civîna xwe li ser astê sekreterên partiyan bi awayê serhêl (online) pêk anî. Civîn hatibû terxankirin ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî û geşedanên nû yên Kurdistanê û herêmê.
Di civînê de hat destnîşankirin ku
derketina dorxeleke din a şer di navbera Dewletên Yekbûyî
yên Amerîkayê û Îsraîlê de ligel Komara Îslamî ya Îranê, bûye
sedem ku herêm rûbirûyî
krîzeke mezin a siyasî, ewlehî û aborî bibe, bi awayekî ku bandora wî şerî bi rasterast û nerasterast
ketiye ser Herêma Kurdistanê. Bombardûmankirina xelkê sivîl
û binkeh û baregehên hêzên
Kurdistanî, encama rasterast a wî şerê nexwestî
bûye.
Herçend ji destpêka
şer ve Herêma Kurdistanê û hêzên Kurdistanî helwesteke bêalî hilbijartine, lê dîsa jî bi berdewamî
bûne armanca bombardûmanên
Komara Îslamî ya Îranê û grûpên wê
yên çekdar. Di encama wan bombardûmanan
de heta niha bi dehan kes li bajar û bajarokan şehîd û birîndar
bûne
û ziyanên
maddî yên zêde
jî gihîştine xelkê sivîl ê Kurdistanê.
Di tewereke din de, civîna Foruma Çep a Kurdistanî anî ziman
ku ev rewşa aloz a ku rû li Kurdistan û herêmê
kiriye, bêpar nîne ji planên herêmî û navdewletî — tevî astengî û nakokiyên navxweyî — dijî doza
rewa ya gelê Kurdistanê û destkeftiyên wî:
Li Bakurê Kurdistanê: Ji ber hinek
guherîn û geşedanên herêmê, bi taybetî li
Rojava û Rojhilatê
Kurdistanê, dewleta Tirk helwesta xwe guherandiye û çareserkirina kêşeya Kurdî ji
rojeva xwe derxistiye. Ji bo gihîştina aşîtî û demokrasiyeke
domdar, rêya çareseriyê tenê di nasîna rastîn a kêşeyê
de ye; kêşeya bingehîn a Tirkiyeyê (terorîzm) nîne, belkî nenasiya hebûn, nasname û mafên neteweyî û demokratîk ên gelê
Kurd e.
Li Başûrê Kurdistanê: Rûbirûyî
krîzeke kûr bûye;
zêdetirî 20 mehan e hilbijartin hatine kirin, lê parlament paralîz
(îflîc) bûye
û hikûmet
nehatiye avakirin. Rewşa siyasî, aborî û civakî di krîzeke mezin de ye; xelkê kêmderket û hejar rastî astengiyeke
mezin a jiyanê bûne,
cudahiya çînayetî
zêdetir diyar bûye
û nakokiyên ligel hikûmeta federalî jî berdewam in.
Li Rojhilatê Kurdistanê: Derketina şerê di navbera Dewletên Yekbûyî
yên Amerîkayê û Îsraîlê de ligel Îranê, Rojhilatê Kurdistanê gihandiye qonaxeke nû ya
xebat û têkoşînê.
Herçend hêzên xwe di çarçoveyekê de civandine,
lê pêwîst e li astê daxwazên xelkê û rewşê be
û wekî mercecekê be ji
bo yekdengî û hevahengiya leşkerî di navbera aliyan de, ku dê bandoreke
erênî hebe ji bo pêşvebirina dozê.
Li Rojavayê Kurdistanê: Piştî hilweşîna rejîma Sûriyê, welat di qonaxeke veguhêz a aloz re derbas dibe. Gelê me di heyama çendîn salên derketina serhildanê û dana
qurbaniyên zêde
de, kêşeya wî ber bi paşveçûneke mezin ve
hatibû birin;
tevî ku danûstandin
û rêkeftin
hatine kirin, lê cudahiyên li ser çawaniya rêvebirinê û desthilatê berdewam in.
Ji wê derbarê de,
em bang li hemû hêzên
Kurdistanî dikin ku bi yekrêzî û yekhelwestî rûbirûyî
geşedanan bibin û hemû pêkve li beramber planên dijminan di dijatiya xelkê Kurdistanê û armancgirtina ezmûn,
hêz û aliyên
Kurdistanî de bisekinin.
Herwiha em bang
li Hikûmeta
Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Êraqê
dikin ku berpirsiyariya xwe ya destûrî û nîştimanî li beramber parastina serweriya axa welat û giyana
welatiyan bînin cih û bi rêya dîplomasiyê sînorekî ji van destdirêjiyên neheq re deynin. Di heman demê de
em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bêdengiya
xwe bişikînin û helwesteke
karîger li beramber van binpêkirinan nîşan bidin ji bo
parastina gelê Kurdistanê.
Li dawiyê, em pirs û serxweşiya xwe daxwazî malbatên qurbaniyên bombardûmanên
Komara Îslamî ya Îranê dikin û tawana şehîdkirin
û birîndarkirina
komek ji pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.
Foruma Çep a
Kurdistanî
26ê Tîrmeha 2026an
Partiyên Beşdar di Foruma Çep
a Kurdistanî de:
• Partiya Komunîst a Kurdistanê – Bakur
• Partiya Sosyalîst a Kurdistanê – Bakur
• Partiya Şûî ya Kurdistanê – Başûr
• Partiya Zahmetkêşan a Kurdistanê – Başûr
• Bizava Demokratîk a Gelê Kurdistan – Başûr
• Komelaya Zahmetkêşan a Kurdistanê – Rojhilat
• Partiya Komunîst a Kurdistanê – Rojava
• Partiya Yekîtî a Demokrat a Kurd li Sûriyê

1 MAYIS EMEK VE İŞÇİ BAYRAMI KUTLU OLSUN
1 Mayıs,
dünya emekçilerinin, işçilerin ve ezilen halkların ortak mücadele günüdür.
Sömürüye, eşitsizliğe ve baskıya karşı emekçilerin omuz omuza durduğu; hak,
adalet ve özgürlük taleplerini haykırdığı bir gündür.
Kürdistan Sosyalist Partisi (PSK)
olarak, başta Kürdistanlı işçiler ve emekçiler olmak üzere, tüm dünya
emekçilerinin 1 Mayıs Emek ve İşçi Bayramı’nı coşkuyla selamlıyoruz.
Bugün, Kürdistan’da
ve Türkiye’de işçiler düşük ücretlerle,
güvencesiz koşullarda, sendikasız ve baskı altında çalıştırılmaktadır.
Emekçilerin en temel hakları gasp edilmekte; örgütlenme ve grev hakları sürekli
olarak engellenmektedir. Kadın emekçiler ise hem iş yerinde hem de evde iki kat
sömürüye maruz kalmaktadır.
Ayrıca Kürt halkı da tarihsel olarak
hem ulusal hem de sınıfsal baskının hedefi olmuştur. Kürt işçileri sadece
emekçi kimlikleriyle değil, aynı zamanda ulusal kimlikleriyle de ayrımcılığa
uğramaktadır.
PSK olarak inanıyoruz ki,
emekçilerin özgürlüğü ile halkların özgürlüğü birbirinden ayrı değildir.
Kürdistan’da emekçilerin özgürlüğü, ancak
ulusal ve sınıfsal mücadelelerin birleşmesiyle mümkündür.
Bu 1 Mayıs’ta bir
kez daha haykırıyoruz:
Sömürüye
ve zulme son!
Demokrasi
ve adalet için, Kürdistan’da Kürt halkının özgürlüğü için omuz omuza mücadele!
Kürdistan’da
emekçilerin ve halkımızın onurlu yaşam hakkı için omuz omuza!
Yaşasın 1 Mayıs!
Bijî
Yek Gulan!
Bijî
Azadî û wekhevî
30.05.2025
PSK Basın Bürosu
YEKÊ GÛLANÊ ROJA KEDKAR Û KARKERAN PÎROZ BE
1ê Gulanê roja têkoşîna hevpar a karker, kedkar û gelên bindest ên cîhanê ye. Karker li dijî zêrandin, newekhevî û zordariyê mil bi mil tekoşîn didin; Ev roj roja tekoşîna destxistina maf, edalet û azadiyê ye.
Em wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), bi coşeke mezin 1ê Gûlanê, Cejna hemû Karker û kedkarên hemû cîhanê, bi taybetî jî ya karker û kedkarên Kurdistanê silav dikin.
Îro, çîna karker li Kurdistan û Tirkiyeyê bi mûçeyên kêm, di şert û mercên ne ewle de, bê sendîka û di bin zextê de tên xebitandin. Mafên herî bingehîn ên karkeran tên desteserkirin; Mafê rêxistinbûn û grevê her tim tê astengkirin. Karkerên jin hem li kar û hem jî li malê du qat rastî îstîsmara tên.
Herwiha, gelê Kurd di dîrokê
de hem rastî zordestiya neteweyî û hem jî
ya çînî hatiye. Karkerên Kurd ne tenê ji ber
nasnameya xwe ya karker, lê di heman demê de ji
ber nasnameya xwe ya neteweyî jî rastî cudakarîyê tên.
Wek PSK, em bawer dikin ku azadîya karkeran û azadîya gelan ji hev cuda nînin. Azadîya karkeran li Kurdistanê tenê bi yekbûna têkoşînên neteweyî û çînî mimkun e.
Di vê 1ê Gûlanê de, em careke bi dengekî bilind dibêjin;
Divê
dawî li îstismar û zordariyê were!
Berdewam be tekoşîna ji bo wekhevî, edalet û azadiyê!
Ji bo mafê karker û gelê Kurd tekoşînekî hevpar li Tirkîyê û li Kurdistanê!
Bijî 1ê Gulanê!
Pîroz
be yek Gulan!
Bijî Azadî û wekhevî
01.05.2025
Buroya Çapemenîyê
ya
PSKê
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E
KÜRT MESELESİ TERÖR SORUNU DEĞİL, BİR ULUSUN ÖZGÜRLÜK MESELESİDİR
Êşa Şengalê Hîn Jî Didome!
Şengal'in Acısı Dinmedi!
Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin