Zimanê Kurdî Hilbijêrin!

Partiya Sosiyalîst a Kurdistan, cejna 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li hemû jinên cîhanê û bi taybet li jinên Kurdistanê, bi dilek germ silav dike û daxwaz û temeniya PSK´ê ewe ku hemû rojên salê bibe roja Jinên Kurd.

Dewletên dagîrker, herî zêde zulmê li jin û keçên Kurd dikin. Ji ber ku ji hêza wan, ji halwest û esaleta wan ditirsin.

Ew baş dizanin ku jinên Kurd ne tenê bermaliya malê xwe ne. Jinên Kurd yên wekî Fata Reş ya Meraşê, Xanzad Xanimê devera Soran û Herîrê, Edîle Xanimê Helebçeyî, Serokatiya eşîr û deverên Kurd kirine. Deyfe Xatun, braziya Selehattin-i Eyyûbî, 6 salan desthilatdariya bajarê Heleb û deverên dora wî kiriye. Meyrem Xan, Nevrîn Şervan hunermedên navdeng yê Kurd in. Bi deng û awazên wan Kurd şiyar dibûn. Jinên Kurd di qada şerda jî her tim di rêza pêş de mil bi mil bi mêran re şerê dijmin kirine.

Îro jî di gelek qadên jiyanê de, jinên Kurd xwe didin xweya kirin, di Parlamena Kurdistanê de, di Parlamena Iraqê de, di parlamenên gelek welatên Ewrûpayê de wek parlamenter û heta wek wezîr jî hene.

Jinên Kurd mamosteyên çande, ziman û folklora Kurdî ye. Lewra dagîrkerên Kurdistanê, siyasetek asîmîlasyonê bi taybet li ser jinên kurd dimeşînin. Hema hema li hemû bajarên mezin yên Kurdistanê dibistanên keçan yê bi şev jî lê mayinê hene. Ji wî ya armanc ewe ku keçên Kurd ji malbatên wan, ji ax û koka wan, ji zimanê wan yê şêrîn dûr bixîne û wan asîmîle bikin.

Zara Mihemedî,  mamosteya zimanê Kurdî ji Kurdistana Rojhilat, ji ber ku wek xwebexş dersê zimanê kurdî dida xwendekarên gundê xwe. Rejîma Îranê 5 sal ceza li ser wê çespand û îro li di zîndanê da ye.

Îro li hemû cîhanê û li Kurdistanê, jin ji bo mafên xwe yên rewa li dijî hemû cure zulmê û tund û tûjiyê dengê xwe bilind dikin.

Partiya Sosiyalîst a Kurdistan, pêşketin û serketina jinan erkek xwe yê serek dibîne û girîngiyek mezin dide bi xebata jinan.

PSK, li dijî tund û tûjiya nav malê ye. Li dijî zulma dewletê û di hemû xebata jinan ya bo jiyanek yeksan, azad û demokrat de her tim bi hişmendiyek netewî û hestiyarî piştgirê jinan e.

Werin bi hişmendiyek netewî, di nav mala xwe de, di hemû qada jiyanê de bi zimanê kurdî bipeyivin.

Zarokên xwe bi çîrok û metelokên kurdî perwerde bikin, bibine kelemê çavên dijmin...

Werin milê xwe bidine hevdu, bona azadiya welatê xwe dijî dagirkerên welatê xwe xebat bikin.

Bijî 8´ê Adarê roja Jinan ya Cîhanê

Bijî tekoşîna jinên Kurdistan’ê

07.03.2022

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

 

 

Di sala 2025 an de, di meha Sibatê de dîsa wexta hilbijartina dersên bijarte ye. Bi vê boneye em jî weke Platforma Zimanê Kurdî daxwazin ku şagirtên Kurdan zimanê xwe hilbijêrin. Helwesta Kurdan di pirsa mafê zimanê Kurdî de bi rastî gelekî giring e. Bila zarokên me tucaran bêzimanê Kurdî neminin. Zarokên me bila xwe bi zimanê xwe pênase bikin. Dayîk û bavên ku dixwazin dikarin zimanê Kurdî hilbijêrin. Ev jî çawa be mafek e.Divê Kurd bi hemû awayan xwedî li mafê perwerdehîyê bi zimanê Kurdî derkevin. Dersa bijartê tenê gava pêşî yê, helwesteke, derfeteke. Lê ev tucaran jî têr nake. Armanca me ya sereke hilbet fermîbûn û perwerdehî bi zimanê Kurdî ye. Ev maf divê ji alîyê hemû Kurdan de bi hişmendî were parastin.

Rewşa siyasî li bakurê welatê me îro hatiye guhertin. Siyaseta erdnigariya me, di rewşa şênber de tiştên nû niqaş dike. Me jı weke Platforma Zimanê Kurdî her tim daxwaz kiriyê ku zimanê Kurdî jı qreşan bigirin heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehîyê û fermî. Di Qanûna Bingehîn de Zimanê Kurdî divê were pejirandin. Di vê mijarê de çiqasi zor û zehmetî hebe jî, divê Kurd xwedî li mafê perwerdehîyê bi zimanê Kurdî derkevin. Divê em weke Kurd hevbeş mafê perwerdehîyê bi zimanê Kurdî derxînin pêş. Zimanê xwe divê em bi hişmendî hilbijêrin û zimanê xwe weke nasnama xwe jî biparêzin. Bila baş were zanîn ku rûmet û nasnama Kurdan di zimanê Kurdî de veşartîye! Berdewamîya Netewa Kurd jî dîsa di perwerdehîyê bi zimanê Kurdî re derbas dibe!

Gelî Kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi Kurdî bi axivin. Sîyasetê bi Kurdi bikin! Şahî û xemên xwe bi Kurdî bînin ziman! Zimanê Kurdi bila di civaka Kurdan de her gav zindî be. Em Kurd di hemû qadên civakê de divê bi şanazî xwedî li zimanê xwe derkevin!

Banga me ji hemû partîyên sîyasî, sazîyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; Her kes ji alîyê xwe de bila xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Bila hergav pirsa ziman di rojeva me de be. Em bi hevdû re hişmendiya zimanê Kurdî di civaka xwe de bilind bikin. Dîsa her gav em bi xwe bi xwe hewl bidin ku bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêrbibin. Zimanê xwe di çalakîyan de bikarbînin. Pirsa zimanê Kurdî bikin pîvanekî siyasî û civakî. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevger bikin. Em bi hevdû re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hevbeş bibin, xwe bidin ser hev. Platforma Zimanê Kurdî dibêje; Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e! Bila vê rastiyê her kes bizani be!!

Platforma Zimanê Kurdî.

Amed. Sibat. 2025.                                                            

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik