ZIMAN STÛNA HEBÛNÊYE, LI HEBÛNA XWE XWEDÎ DERKEVE!

Helwesta xwedîlêderketina zimanê Kurdî, helwesteke welatperwerî û mirovahiyê ye!

21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. Ev roj di 17’ê Mijdara 1999an de ji aliyê UNESCOve hat pejirandin û îlan kirin. Vê Rojê bo zimanên cîhanê rojekî girîng e, lê ji bo me Kurdan girîngiya wê pir zêdetir e, ji ber ku zimanê me hê jî di bin qedexe û zextên giran de ye.

Ji damezrandina Komara Tirkîyê heta îro, li Bakurê Kurdistanê gelek nirxên neteweyî hatin qedexekirin, di serî de zimanê Kurdî. Bi hezaran Kurd ji ber axaftin, nivîsandin, xwendin û weşandina bi Kurdî hatin darizandin, cezayên giran girtin, ketin zîndanan. Heta fîskandina” bi Kurdî jî qedexe bû û bû sedema sezayê! Dijmin baş dizane: Zimanê miletekî dema were qedexekirin û ji bîr kirin, wê millet jî winda bibe.

Îro jî li Bakurê welatê me ev xeterî berdewam e. Her sal bi sedan binpêkirinên li dijî zimanê Kurdî qewimîn: Ji Meclisê bigire heta zîndanan, ji kolanan bigire heta dibistanan, Kurdî wek sûc” tê dîtin û tê hedefgirtin.

Em wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bang li gelê xwe dikin:

•  Di hemû warên jiyanê de bi Kurdî (Kurmancî û Zazakî) biaxivin, bixwînin, binivîsin!

•  Ji bo Zarokên xwe dersên zimanê Kurdî hilbijêrin!

•  Her mal divê bibe dibistaneke Kurdî!

Em carekî din bang li dewleta Tirk û saziyên navneteweyî dikin:

•  Astengiyên li ser zimanê Kurdî rakin!

•  Kurdî di hemû qonaxên perwerdeyê de  divê bibe zimanê perwerdeyê!

•  Li Kurdistanê  divê Kurdî bibe zimanê fermî!

      Divê kriterên navneteweyî yên derbarê zimanê dayikê cîhbicî bibin.

      Rê nedin windabûna zimanê Kurdî kû gelekî  bi milyonan bi wî zimanî diaxifin.

      PSK careke din radigîhîne:

Zimanê Kurdî ne tenê zimanê siyasermedaran, rewşenbîran, niviskaran, bawermendên olî ye, zimanê me hemûyan e!

Ji ber vê yekê divê em hemû bi hev re xwedî li zimanê xwe  derkevin.

Zimanê me hebûna me ye!

Li her derê jiyanê bi Kurdî bifikire, bi Kurdî biaxivin!

20.02.2026

     Buroya Çapemenîyê ya

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

                  (PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik