Serokê PSKê Bayram Bozyel li Diyarbekir li ber Galeriyayê daxwuyanîyek da. Bozyel got, Divê Birînên Mexdurên Erdheja 6ê Sibatê Gavekê Zû Bên Pêçandin.
Tevahîya daxwûyanîyê ev e;
Em Qurbanîyên Erdheja 6ê Sibatê bi rêzdarî bi
bîr tînin
Divê Birînên Mexdûrên Erdhejê Demildest Bên Pêçandin
Di ser erdheja
mezin a ku di 06.02.2023an de bi lerza 7.7 û 7.6 li Mereş û navenda navçeyên
Pazarcik û Elbîstanê pêk hatibû, salek derbas bû.
Li gor amarên
fermî, di erdheja Mereşê de, ku piranîya wan li Bakurê Kurdistanê ne, 53 hezar
û 537 kesan jîyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran kes jî birîndar bûne. Bê
guman hejmara rastîn ya mirî û birîndaran ji amarên fermî qat bi qat zêdetir e.
Di erdheja 6ê Sibatê de hilweşîna aborî, êşên mirovî û êşên trajîk ên ku hatine
jiyîn bê hejmar in.
Bi vê
minasebetê em carek din hemû mirovên xwe yên ku di erdheja 6ê Sibatê de jîyana
xwe ji dest dane bi hez û rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li hikûmetê dikin ku
xisarên maddî û mirovî yên ku di erdhejê de çêbûne di zûtirîn dem de telafî
bike û bi lezgînî tevbigere.
Di erdheja 6ê
Sibatê de hin bajarên wek Hatay û Adiyaman bi tevaya xwe ya dîrokî wêran bûn,
li gelek bajaran bû sedem ku bi mîlyonan mirov ji cîh û warên xwe bibin. Bi sed
hezaran kes di nava şert û mercên zehmet û nebaş de mehkûmî jîyana bin kon an
jî avahîyên prefabrîk hatin kirin.
Tevî ku salek
derbas bûye, hê jî enkazên li bajarên erdheja 6ê Sibatê bi temamî nehatine
rakirin, pêdivîyên xanîyên mexdûrên erdhejê nehatine dabînkirin û şert û mercên
pêwîst ên binesazîyê ji bo stargehên mirovî nehatine dabînkirin.
Bê şik zîyanên mirovî û
maddî yên erdhejê ne qeder e, encama bijardeyên siyasî ye. Faktora bingehîn a ku
erdhejê ji bûyerek xwezayî diguherîne felaketek civakî, bajarvanîya ku xwe
dispêre kirê, sîstema îdarî, siyasî û navendî ya li Tirkiyê ye û ev yek li dijî
rastîyên zanistî ne.
Rastiya eşkere ev e;
Erdnîgarîya Tirkîye û Kurdistanê li ser herêma erdhejê ye û divê ev rastî jî
wek xwe bê qebûlkirin. Divê hemû beşên jîyana civakî (perwerde, aborî,
çûnûhatin, bajarvanî, çandinî û hwd.) li gor vê rastiyê bên hûnandin.
Ji Stenbolê heta Wanê
gelek bajarên me bi tehdîda erdhejê re rû bi rû ne. Li hember rastîya erdhejê divê
stratejîyek piralî, tevahî û demdirêj bê afirandin û ji bo vê jî seferberîya
civakî bê ragihandin.
Di vê çarçoveyê de;
1. Divê nexşerêya di
derbarê bajarvanî û avakirinê de li gor pêwîstiyên zanistî û rastîya erdhejê bi
beşdarîya hemû sazîyên pêwendîdar bê çêkirin.
2. Divê li ser bingeha
ku “ne erdhej, avahîyên xerabûyî mirovan dikujin” ji bo avakirina avahîyên saxlem
ên li dijî erdhejê planek stratejîk bê çêkirin.
3. Divê di mufredata
perwerdeyê de ji bo pêşxistina hişmendî û hişyarîya erdhejê pir wext neyê
windakirin.
4. Di vê çarçoveyê de
zîhnîyeta rêveberîya keyfî, navendîparêz, berjewendparêz, xapînok, otorîter û
antîdemokratîk a ku li ser bingeha siyaseta rojane tê meşandin, bê terikandin.
5. Polîtîka
bajarvanîyek saxlem û pêşxistina hişmendîya civakî ya di derbarê erdhejê de,
berî her tiştî bi pêşxistina hişmendîya demokratîk, mirovî û afirandina
jîngehek siyasî ve girêdayî ye.
6. Li gor me, ji bo ku
Tirkîye û Kurdistan felaketên nû yên erdhejê nejîn, sazûmanîyek ademî navendî, ku
bingeha însiyatîfa herêmî asas digire, û sazûmana îdareyek azadîxwaz û
demokratîk pêwîstîyek jiyanî ye.
7. Ji bo ku li şûna şer
û çekan hemû zanyarî û çavkanîyên maddî ji
bo bajarên saxlem û ewle yên ku metirsîya erdhejê kêm dikin bên veguhestin, divê
li Tirkîyê dawî li şer û pevçûnan bê; Pirsa Kurd ne bi şer û pevçûnan lê li ser
esasê dad û wekhevîyê bê çareserkirin.
Ji bo ku felaketên erdhejên
nû neyên jiyîn û carek din bi sed hezaran mirovên me di bin avahîyên xerabûyî
de winda nebin, divê ji îro ve bê lezandin.
6
Sibat, 2024
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê
(PSK)