1 Gulan roja têkoşan, hevkarî û yekitiya kedkaran e. Hemî
karker û kedkarên cîhanê îro carek dî
jibo daxwazên azadî, wekhevî û edlayiya civakî derdikevin qadan. Bi ked û xuha
eniya bindestan di encama bi 100an salên xebata dûr û dirêj, deskeftên giring
bidest xistin. Di sedsala borî da encama têkoşana bê navber ya karker û
kedkaran guherînên mezin li cîhanê pêkanîn.
Ligel van hemiyan jî hêj sazumanek adil û wekhev li cîhanê
ava nebuye. Îro li seranserê cîhanê bi milyaran însan rû bi rû yê birsîtiyê ye.
Hejmarek berçav ya nufusa cîhanê bi qasê pêwist ji ava paqij û xwarina rojane
bê par in. Rojane bi hezaran zarok ji ber pirsgirêkên tenduristî û kêm
derfetiya xwarinê dimirin. Li beşekî mezin yê cîhanê zarok, jin û temen mezin
ji derfetên tendirustî û jiyanek bi ewle dûr in.
Kedkarên li Tirkiyê di xirabtirîn rewşê da ne. Qeyranên
aborî û siyasî jiyana bi milyonan însanan têk daye. Bi zextên siyasî û sazumana
otoriter mafên bingehîn û azadî têne zeftkirin, sendîkayan bê mecal dikin û
mafê grev girtinê ji holê tê rakirin. Rojane însanan bi şêweyek keyfî ji kar têne
derxistin.
Li Kurdistanê rewş hêj girantir e. Di van 6-7 salên dawiyê da dubare siyaseta şer û tund û
tujiyê jiyan li Kurdistanê felç kiriye.
Xizanî û bê karî gehiştiye asta bilind. Gelê kurd ne tenê ji aliyê aborî û civakî
ve, di heman wext da ji mafên bingehîn û azadiyê ve jî bê par maye. Nasnameya
kurd di warê yasayî da nayê naskirin, zimanê kurdî bi azadî nayê bikar anîn,
heta cihê gor/qebrên kurdan jî nayêne aşkira kirin.
Ev zihniyeta ne demokratik û haşatiyê nayê qebûlkirin. Heta
mafên bingehîn yên gelê kurd neyên naskirin, li Tirkiyê aştî berqirar nabe,
pêşketinên aborî û edlayî çênabe.
Îro daxwazên gelê Kurd yên azadî û wekheviyê û yên karker û
kedkaran yên jibo edaleta civakî, sendikayî û aborî di nav hev
da ne.
Li herêmê û cihanê jibo avakirina aştî û jiyanek bi rûmet ya
kedkaran hewceyî bi sazumanek adilane û wekhevîyê heye.
Werin di 1 Gulanê da hem jibo gelê Kurd him jî jibo karker û
kedkaran em daxwazên azadî, wekhevî û edlayiyê pêkve biqîrin.
Serkeftin dê ya têkoşeran be.
Emê bi hevra têbikoşin, bi hevra serkevin.
Bijî 1 Gulan, roja çîna karker ya têkoşan û hevgirtinê.
Bijî têkoşana gelê Kurd ya rewa û azadîxwaziyê.
01.05.2024
Partiya Sosyalist a
Kurdistan-
(PSK)
LI SINCANÊ HÊVÎYÊN AŞÎTÎ Û ASAYÎBÛNÊ HAT ŞIKANDIN
EM HEWLÊN TOLHILADANÊ YÊN Lİ HEMBERÊ
SIYASETMEDARÊN KURD ŞERMEZAR DIKIN
Di doza ku bi navê Doza Kobanê tê binavkirin da Dadgeha
22yan a Cezayê Giran a Enqereyê li hevserok û rêveberên berê yên HDP'ê sezayên giran birî. Ev helwest derbeyek mezin
e li hêvîyên aştî û asayîbûnê.
Wek hemû dozên bi vî
rengî yên li Tirkîyê, Doza Kobanê ya ku li dijî hevserok û rêveberên HDP'ê
hatibû vekirin, ji destpêkê ve bi armancekî siyasî hat vekirin û li gorî
daxwazên desthilatdarîya siyasî hat encamdan.
Di van salên dawî de li Tirkiyeyê sîyaseta li dijî Kurd û kurdayetîyê a kû derketiye pêş, ji destpêkê ve mohra xwe
li Doza Kobanê xist. Her wiha di van salên dawî de dadwerî ji her demê zêdetir
bûye darê destê hikûmetê. Dozên siyasî li hember Kurdan bûne hestê kîn û tolhildanê.
Sezayên pir giran ên ku
li rêveberên HDP'ê hat dayin, bi tevayî neqanûnî, keyfî û bi armanca
tolhildanê hat dayîn. Herweha
biryarên hat dayin binpêkirina Dadgeha
Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û paşguhkirina prensîbên hiqûqê yên gerdûnî û
binpêkirina wan e.
Sezayên ku di Bûyera Kobanê de li siyasetmedarên Kurd hatin
birîn, hewldanên çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd, zehmettir
kir, her weha derdora siyasî jî gelekî jehrî kir.
Em tolhiladana bi rîya darizandinê a li hemberê
siyasetmedarên Kurd bi tundî şermezar dikin.
Em vê dozê hewlên dijhiqûqî û dijminayetî binav dikin.
Sezayên ku di vê doza dawî de hatin dayîn bê gûman wê têkoşîna gelê Kurd a ji
bo maf û azadiyê ranewestîne.
Selahattin Demirtaş û hevalên wî divê zûtirîn dem de werin
azad kirin
17.05.2024
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê
(PSK)