Peymana Lozanê qediyaye. Karê lezgîn ew e ku makezagonek nû ku hebûna gelê kurd nas bike, bê çêkirin.

Peymana Lozanê qediyaye.

Karê lezgîn ew e ku makezagonek nû ku hebûna gelê kurd nas bike, bê çêkirin.

Em aliyên ku li jêr îmze kirine, encamên ku di Konferansa Kurd û Kurdistanê ya di 100. Salvegera Peymana Lozanê da ku me li Amedê li dar xist, bi rêzdarî bi raya giştî ra parve dikin.

Îsal 100 saliya Peymana Lozanê ye!

Sed sal di ser şerê dewletên emperyalîst û kolonyalîst ra derbas bûn, piştî şerê parçekirinê, bi hev ra lihevkirinek kirin, Kemalîstan jî tev lê kirin, îradeya gelê me paşguh kirin û Kurdistan kirin çar parçe. Navê Peymana Lozanê ya 24ê Tîrmeha 1923yan ji bo gele Kurd tê wateya tarîtiyê, qelîam û zilmên bêdawî. Em Peymana Lozanê ya ku gelê me tê da nayê temsîlkirin û îradeya wî tê paşguhkirin nas nakin û kesên ku ev peyman îmze kirine û bi cih anîne bi tundî şermezar dikin.

Peymana Lozanê, tenê netewa Kurd ji mafên rewa yên netewî yên demokratîk û îmkanên dewletbûnê bêpar nehişt. Her wiha li Rojhilata Navîn tovê dijminatî û nefretê reşand û bû sedema sedsaleke bêîstîqrar, şer û pevçûnan.

Kemalîstên ku di dema perçebûna Împaratoriya Osmanî da bi navê biratiya olî piştgirî ji Kurdan xwestin, diyar kirin ku dewleta ku were avakirin wê bibe dewleta hevpar a tirk û kurdan û diyar kirin ku ew li Lozanê nûnertiya tirk û kurdan dikin, piştî îmzekirina Peymana Lozanê yekser hemû gotinên xwe ji bîr kirin. Mafên zimanî ên ku di xalên 38-39 ên Peymana Lozanê da hatine diyarkirin jî pêk neanîn. Hikûmeta Enqereyê ku bi Peymana Lozanê hebûna wê bi fermî hatibû naskirin, piştî sê mehan di 29ê Cotmeha 1923yan da komarê ragihand. Daxuyaniya Komarê red û înkara li hemberî gelê kurd rewa û fermî kir. Komara Tirkiyeyê li ser bingeheke monîst û nijadperestî, li ser bingehê tirkbûnê hat avakirin û guhneda pêkhateya pirneteweyî, pirçandî, pir olî ya erdnîgariya ku li ser hatiye avakirin.

Di makezagona 1924an da têgîneke hemwelatîbûnê ku hebûn, ziman û çanda gelê Kurd înkar dike û her kesên li Tirkiyeyê dijîn weke Tirk dihesibîne, hat bi cîkirin. “Takrîr-î Sûkûn” a di sala 1925an da derket û “Plana Îslahatê ya Rojhilat” ku pişt ra bi dizî hat amadekirin û bicihanîn, bûn bingeha rejîmên leşkerî, Mufetîşên Giştî û sîstema Rewşa Awarte ku wê sedsalekê li Kurdistanê bidome. Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kir, ji xwe ra kir armanc ku li Kurdistanê kurdan tune bike, ji bo ku bigihêje vê armancê qetlîamên girseyî pêk anî.

Rejîma Kemalîst di sala 1921ê da li Koçgirî, di sala 1925an da li herêma şerê Şêx Seîd, di sala 1928-30an da li Agirî, li Zîlan û di sala 1938an da li Dêrsimê, bi her cure rê û rêbazan û bi komkujiyan serîhildan û berxwedana gelê Kurd a ji bo azadiya neteweyî tepeser kir. Siyaseta qirkirina çandî ya ku sed sal dom kir, li dijî ziman û çanda Kurdî meşand.

Ev polîtîkaya standartkirina nîjadperestî sed sal in ku weke stratejiyeke dewletê bi şikl û amûrên cuda tê domandin, lê cewhera wê neguheriye.

Îro jî êrîşên li dijî destkeftiyên gelê me yên li Herêma Federal a Kurdistanê û Xweserîya Rojava berdewam dikin. Li Bakurê Kurdistanê îradeya gelê me tê desteserkirin û ji bo rêveberiyên herêmî qeyûm tên tayînkirin, partiyên Kurdistanî di bin gefa girtinê da ne, li dijî kadroyên siyasî operasyonên bênavber tên meşandin, polîtîkaya tecrîdê ya tund a ku her cure yasayan binpê dike, tê meşandin.

Tevî vê yekê jî têkoşîna gelê me ya ji bo azadiya neteweyî bênavber dewam kir û ji niha û pê ve jî wê bi heman biryardariyê bidome.

Gelê me tevî hemû êrîş û komkujiyan li çar parçeyan têkoşîna xwe ya azadiyê ya netewî domand, didomîne. Gelê me li başûrê Kurdistanê ji sala 2005an ve bûye xwedî statuyeke federal. Li başûrê rojavayê Kurdistanê gelê Kurd di rêya azadiyê de li ber firsendên girîng e. Parastin û pêşxistina destkeftiyên her du beşan û dûrketina ji pevçûnên navxweyî pir girîng e.

Gelê me di têkoşîna rizgariya netewî ya Rojhilat û Bakurê Kurdistanê da mewziyên girîng bi dest xistiye. Ji bo ku têkoşîna van her du parçeyan bi destkeftiyan biqede, avakirin û berfirehkirina tifaqa neteweyî erk û berpirsyariyeke bingehîn e.

Li aliyê din nêzîkatiya înkar û asîmîlasyonê ya li dijî Kurdan ne tenê zerareke mezin da gelê Kurd, pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî ji vê ferasetê bandoreke neyînî dît. Her cara ku dewleta Tirk li dijî Kurdan tundiyê pêk anî, bandor û wesayeta artêşê ya li ser siyasetê zêde bû, pêla şovenîzmê bilind bû. Vê rewşê rê li ber pêşketina Tirkiyeyê ya ber bi civakeke nûjen ve girt. Ji ber van sedeman, artêşa Tirk her deh salan carekê bi darbeyeke leşkerî desthilatdarî digirt.

Dewleta Tirk jî hemû serhildanên Kurdan ji bo şikandina muxalefeta xwe bi kar anî. Li Tirkiyeyê rê li pêş pêşketina tevgera demokratîk û rêxistinbûna civakê girt. Ev jî bû sedem ku li Tirkiyeyê desthilata siyasî bibe otorîter, rabûna nîjadperestî û zidbûna civakî zêde bibe.

Di vê nuqteyê da Tirkiye ji ber siyaseta xwe ya tundî û pevçûnê ya li dijî Kurdan ketiye krîzeke piralî û kûr. Binyada aborî hilweşiyaye, sîstema siyasî hatiye astengkirin, di nirxên exlaqî da fesadiyeke mezin heye.

Tenê di 40 salên dawî da ji ber şer û pevçûnan 4 trîlyon dolar hatiye xerckirin. Çavkaniya mezin a mijara gotinê ji bo şer, çek û şîdetê hatiye xerckirin. Çavkaniya navborî ji dahata neteweyî ya Tirkiyeyê ya salane pênc qatan zêdetir e.

Çaresernekirina pirsgirêka Kurd hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn bêîstîqrariya siyasî kûrtir dike. Tecrûbeya sed salan nîşan dide ku heta pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û li ser esasê wekheviyê neyê çareserkirin, li herêmê aştî, aramî û dewlemendî pêk nayê. Çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiye û herêmê bûye mifteya aştî û aramiyê.

Divê neheqiya dîrokî ya sedsalî li ser gelê Kurd bi dawî bibe.

Wek her gelî mafê gelê Kurd jî heye ku li welatê xwe bi azadî û bi rûmet bijî. Ev maf bi hiqûqa gerdûnî ya navneteweyî ra tevdigere û ji bo aştiyeke mayînde şertekî pêwîst e.

Di vê astê da rejîma monist a dijî kurd ku li ser înkara kurdan hatîye avakirin êdî nameşe.

Avakirina sîstemek piranîparêz, nenavendî û demokratik li gorî binyada Tirkiyeyê ya pirnetew, pirçand, pirol û bawerî îhtîyacekî mezin e.

Ev jî berî her tistî bi çêkirina makezagonek ku tê wateya peymanek civatî mumkun e.

Divê bi tevayî mafên gelê kurd ên netewî demokratîk bên garantîkirin.

Di makezagona nû ya ku dê bê çêkirin da;

-Divê hebûn û nasnameya gelê kurd bi fermî bê nasîn,

-Divê zimanê kurdî ji bexçê zarokan heta zanîngehê wek zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin û wek zimanê fermî digel tirkî bê nasîn;

-Divê zemînek demokratik bê avakirin ku rê li ber kurdan veke da karibin bi navên kurd Kurdistanê bi azadî xwe bi rêxistin bikin û xwe îfade bikin;

-Divê sitatuyek bo gelê kurd bê dayîn ku karibe li Kurdistanê xwe bi rêvebibe.

-Divê navên bi kurdî yên gund, bajar, cihên tarîxî ku li Kurdistanê hatine guherîn bêne îade kirin;

-Divê cihê gorê kesayetên kurd ku dewlet vedişêre bêne dîyarkirin;

-Bi vî awayî divê jîyana gelê kurd bi gelên din ra bi şeklê wekhev, azad û birûmet bi awayek qanûnî û civakî bê parastin.

Divê zihnîyeta înkar û zilmê ya ku li hember gelên kurd, ermenî, Asûrî-Suryanî, Keldanî, ereb, azerî, tirkmen û dîn-bawerîyên wek Elewî-Sunî, Xiristîyan, Mûsewî Êzdîyên li Kurdistanê dijîn, tê meşandin bi dawî bibe. Cudahîyên etnîkî, dînî û çandî yên cıvata Kurdistanê divê wek dewlemendîyê di makezagonê da cih bigirin.

Ji bo pêkanîna vê, erka pêşîn a aktoren sîyasî yên kurd e. Divê bê zanîn ku azadî nayê bexşkirin, bo vê pêwîstî bi stratejîya tekoşînek  modern heye.

Mifteya azadîya netewî bo gele kurd tifaqek berfireh, diyalog û hevkarî ye. Divê em jibîr nekin ku gelê kurd, ji ber tunebûna tifaqa netewî sed sal berê mafê netewî  li Lozanê wenda kir. Em bi sîyaseta avakirina  tifaqa netewî, zêdekirina dostan û kêmkirina dijminan dikarin sed sala 21ê kar bikin. Sîyaseta kurd, bi van polîtîkayan dikare astengîyên li hember azadîya netewî rake, firsetan bikar bîne û Peymana Lozanê bê tesîr bike.

Em bang li dewletên wek Brîtanya û Fransayê dikin ku di destpêka sedsala çûyî da bi Peymana Lozanê ya 1923yan Kurdistanê perçekirin, kurdan bêstatu hiştin, dawî li vê neheqîya dîrokî bînin.

Em bang li NY, Konseya Ewropayê, YE û sazîyên navnetewî yên din dikin ku piştgirî bidin tekoşîna gelê me ya dîyarkirina çareserîya xwe û neheqîya Lozanê.

Gelê kurd dixwaze bi gelên herêmê yên tirk, faris û ereb ra bi awayek wekhevî sed sala bê bijî. Ji red û înkarê ra dibêje na, jibo afirandina şertên jîyana bi awayê naskirina biwelat, bi nasnameya netewî û zemînek wekhevîya sîyasî, sitatuya erdnîgarî tekoşîn dike.

Banga me ji dewleta tirk ra eve; sîstema li ser înkara kurdan hatîye avakirin nadome. Sîstema niha tenê bi neheqîyên mezin ên li ser kurda nemaye, jîyanê ji gelê tirk ra jî kiriye cehnime. Hatîye îsbatkirin heta ku gele kurd azad nebe, gele tirk jî azad nabe. Werin li cihê sîyaseta şer û înkarê, em jibo çareserîya meseleya kurd a aştîyane û demokratik destpêkek nû bikin. Werin em hêz û çavkanîyên xwe  ji şer û pevçûnan ra na, ji makezagoneke nû ku îmkana bi hev ra jîyaneke azad, birûmet û wekhev dide gelen kurd, tirk û yên din ra seferber bikin.

Ev mumkun e.

Em ê tev bi hev ra bi ser bikevin.

18/09/2023

Partîya Azadî

Partîya Herêmên Demokratîk (PHD)

Partîya Komunist a Kurdistanê (KKP)

Partîya Sosyalis a Kurdistanê (PSK)

Partîya Însan û Azadîyê (PÎA)

Kongreya Civaka Demokratîk(KCD)

Partîya Kesk a Çep (PKÇ)

                

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik