
Partîya me roja 31.12.1974an de li Bakurê Kurdistanê piştî
bêdengîyekî kûr û dirêj bi awayekî nehênî hat damezrandin.
PSK, piştî damezrandina xwe, di demekî kin de di nav refê
gel de xwe rêxistin kir. Bi rîya kovara Rîya Azadî bîr û boçunê xwe derbarê azadîya
Kurd û Kurdistanê de belav kir. Welatperweran, ronakbîran, aşitî û
demokrasixwazên kurd pêşwazîyekî baş li bîr û boçûnên Partîya me, prensîb û rê
û olaxên rîya tekoşîna Azadîya Kurd û Kurdistanê kirin, lê xwedî derketin.
Ev balkêşî û xwedî lê derketin pir neborî di nav ciwanan de
jî belav bû. Di serî de li metropolên Tirkîyê de û li gelek bajar û bajarokên
Kurdistanê de bi navê DHKD Komelên ciwanan hatin damezrandin.
Di warê danasîna çand,edeb, zimanê kurdî de gelek berhem
hatin çapkirin û belav kirin. Piştî salên dûr û dirêj yekem car bû rojnameyekî
bi Kurdî bi navê Roja Welat bi fermî hat
çapkirin û belav kirin.
Kar û xebatên partîyê her ûsa di nav dezgeh û sazîyên sivil
de, di sendîkan de bi şêwekî bi ber çav û bi bandor hat xwîya kirin. Berhema vê
pêşketin û piştgirîya gel, di
hilbijartinên herêmî de li du bajarê girîng ê Bakurê Kurdistanê de li
Diyarbekir û Agirî de namzetên Partîya me ji hêla gel de hatin hilbijartin.
Bê gûman li cografîyekî wek Tirkîyê û di nav welatekî
dagirker de kar û xebat hêsa nebû û îro jî nine. Bi hatina 12 îlona hukma
lêşkeri a sala 1980 rewş bi hemû awayî guhurî, dema hukmekî leşkerî û faşist
dest pêkir. Hemû kar û xebatên demokratî
û yasayî hatin qedexe kirin. Heps û zindan bi welatparez, şoreşger û
aşitîxwazan hat dagirtin, zilim, zordarî û wehşetekî reş dest pê kir. Hevalên
me, aligirên Partîya me jî, ji vê dema reş û tarî zêdetir para xwe girtin. Bi
bêçarî, kar û xebatên partîyê li welat
lawaz bû. Ji ber van sedemê sext û zehmet demekî Welatên Ewrupa bu navenda
xebata partîyê. Bi kurtayi PSK ji roja 31.12.1974an heta 30. 05.2016 ango 42 bi awayekî nehênî ( illegal ) xebata
xwe meşand. Ji sala 2016 vir de bû 7 sal PSK bi awayekî fermi, li gor pîvan û
zagonên dewleta Tirk xebata xwe di nav
gelek astengîyan de dimeşîne.
PSK ev bu 49 sal li hember hemû astengîyan, li hember hemû
zilm û zordarîyan, bê navber di qada
tekoşînê da ye. Doz gelê me bê navber dimeşîne. Di rîya Azadîya Kurd û
Kurdistanê de ala şehîdan her tim bilind girtîye, li keda wan, doza wan, armanca
ku tê de jîyana xwe bexşandin xwedî derket û wê ji vir şunde jî bi bîr û
bawerîyekî mezin xwedî derkeve, vê doza pîroz bidomîne.
Partîya me, PSK îro jî xwedî rûmetekî mezin, bi bîr û
bawerîya xwe, bi prensib û xwedan şexsîyeta xwe li ser pîyane, di tekoşîna gelê
me de, wek sterkekî li ezman, cihê bîr û bawerîyê ye.
49 salîya Partîya me, ked, fedekarî û zehmetîyên bi hezaran
hevrên me pîroz be.
Pîroz be rê û rêbaza Partîya me.
Silav li kar û xebata 49 salan
Bijî PSK
Bijî Kurd û Kurdistan
31.12.2023
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
PSK
Maraş’ın Yarası Kanamaya Devam Ediyor!
Cejna Rojiya Êzî Pîroz Be
Leyla Zana’ya Edilen Hakaret Ve Küfürler Halkımıza Edilmiştir!
Roja Ala Rengin Pîroz Be!
Karanîna madeyên hişbir paşeroja me dixe metirsiyê
Gelin Çocuklarımıza Sahip Çıkalım
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYEKÎ SÎYASÎ Û WEKHEV VE MUMKUN E
KÜRD MESELESİNİ SİYASAL VE EŞİTLİKÇİ YÖNTEMLE ÇÖZMEK MÜMKÜNDÜR
Êrîşa li hember Mesûd Barzani Nîşaneya Dijminatiya li dijî Kurdan e
Mesud Barzani’nin Şahsına Yapılan Saldırı Kürt Düşmanlığının Dışa Vurumudur