Hereketa Azadî, PAK, PSK
ji bo ku êrîşên li ser Alaya Kurdistanê û li ser teşkîlatên xwe yên Amedê bi şermezar
bikin, roja 20.12.2022yê li Cemîyeta Rojnamevanan a Dîyarbekirê bi hildana Alaya Kurdistanê civîneke
çapemenîyê li dar xistin.
Li ser navê Hereketa Azadî, PAK, PSK yê daxuyanîya hevbeş bi
kurmancî Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, bi tirkî jî endama Komîteya Birevebir a
Navendî ya PSKyê Selva Baksî xwend. Kurmancî,
kirmanckî/zazakî û tirkîya daxuyanîyê li ragehandinê hate belav kirin.
Li gel rêvbir û endamên Hereketa Azadî, PAK, PSKyê, nûnerên
TDK-TEVGER, HAK-PAR, Pêlkurd, DDKD, PDK-Bakur, KKP, Partîya Azadî, PIA, PDKT, DBP,
HDPyê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd jî ji bo piştgirîyê beşdarî
civîna çapemenîyê bûn.
Nûnerên gelek partî, tevger û rêxistinan jî di civîna
çapemenîyê da axaftin, êrîşa li dijî Alaya Kurdistanê û êrîşên li ser partî û rêxistinên kurdistanî
şermezar kirin.
Gelek telewîzyon û dezgehên ragehandinê civîna çapemenîyê
şopandin, weşanên zindî kirin.
Ev jî daxuyanîya hevbeş a Hereketa Azadî, PAK, PSKyê ye:
Emê serê xwe li himberî tu êrîşan netewînin; Alaya
Kurdistanê nirxa me ya neteweyî ye
Li ser daxwaza Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê û bi îzna Dadgeha Sulh û Cezayê ya Yekem a Amedê , polîsên Emnîyeta Amedê, roja 19.12.2022yê avêtin ser Teşkîlatên Amedê yên Hereketa Azadî, PAK û PSKyê.
Wekî tê zanîn bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê Hereketa Azadî, PAK û PSKyê li Teşkîlatên xwe yên Amedê Alaya Kurdistanê hilda bûn.Û wek nûçe di hinek malperan da wêneyên hildana Alaya Kurdistanê ya Hereketa Azadî, PAK û PSKyê hatibûn belav kirin.
Hinek kesên nîjadperest, di sosyal medyayê da van wêneyan kiribûn sebebê êrîşa li dijî Alaya Kurdistanê û Hereketa Azadî, PAK û PSKyê jî wek hedef nîşan dabûn.
Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê nîvîsên van nîjadperestan yên li ser sosyal medyayê wek şîkayet qebûl kirîye û bi îzna Dadgeha Sulh û Cezayê ya Yekem a Amedê îzna ligerînê wergirtîye.
Polîsên ku avêtine ser avahîyên Hereketa Azadî, PAK û PSKyê ew belgeya îznê nîşanî rêvebirên hersê partî û hereketan dane û dest bi lêgerîna nav avahîyên hersê partî û hereketan kirine û gotine ‘’Ji ber ku we Alaya Kurdistanê li ser tabelaya teşkîlata xwe hildaye, Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê îzna lêgerîna nav avahîyê daye me. Em ji bo vê sedemê hatine’’. Di dema lêgrînê da parêzeran partîyên me jî li avahîyên me amade bûn.
Herçiqas, sedema van lêgerînan wek Alaya Kurdistanê hatibe nîşandan jî, polîsan, li ser emrê serdozgerî, dest danîne ser hemû kompîtur, dokumanên fermî, dosya, pirtûk, kovar, afîş û alayên Kurdistanê û birine Emnîyeta Dîyarbekirê.
Polîsên Emnîyeta Amedê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr, Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî ji bo îfadeyê bi xwe ra birin Emnîyeta Dîyarbekirê. Piştî ku îfadeya wî li Emnîyetê hate girtin, Nûrûllah Tîmûr di eynî şevê da hate berdan, Metin Pirani hîna jî nehatîye berdan .
Helbete ku êrîş û qedexeyên li ser Alaya Kurdistanê ne cara yekeme ku pêk tên. Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê gelek caran Alaya Kurdistanê rû bi rûyî êrîş û qedexeyan bûne.Roja 17ê Çileya Pêşîn ji berk u Alaya Kurdistanê hildane, berpirsên CNKyê Jîyan Tîmûrtaş û Şerzan Kiliçaslan jî li Amedê hatine desteser kirin û hîna jî nehatine berdan. Em vê biryara Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê û helwesta polîsên Emnîyeta Amedê ya li ser Hereketa Azadî, PAK û PSKyê jî, êrîşên berê jî, wek êrîşên li himberî nirxa neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê , êrîşeke li himber azadîya xwe îfade kirinê û azadîya xebata rêxistinî dibînin. Em van êrîşan, van biryaran şermezar dikin.
Alaya Kurdistanê nirxeke herî mezin a neteweyî, niştimanî ya hemû Kurd
û Kurdistanîyên cîhanê ye. Tu kes nikare
vê nirxê neteweyî qedexe bike. Em
tu qedexeyên li ser Alaya Kurdistanê qebûl nakin, emê li himberî tu êrîşan serê
xwe netewînin.
Em, qedexe, bêrêzî û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê û yên nîjadperestan yên li ser Alaya Kurdistanê, şermezar dikin.
Alaya Kurdistanê herweha alaya fermî ya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ye jî. Alaya Kurdistanê li gorî Qanûna Bingehîn a Federe ya Iraqê jî , alayeke fermî ye ku hemû dewletên cîhanê jî qebûl kirine.
Gelek
caran Serokkomar û wezîrên Dewleta Tirkîyeyê, li gel Alaya Tirkîyeyê, bi Alaya
Kurdistanê jî hevdîtinên fermî li gel
Rayadarên Herêma Kurdistanê kirine.
Polîsên Amedê gotin em ji bo Alaya Kurdistanê hatine li nava avahîyên teşkîlatên hersê partî û hereketan bigerin ; lê di encamê da, li gel alayên Kurdistanê dest danîne ser hemû kompîtur, dokumentên fermî, kovar û afîşên û eşyayên din yên li hersê avahîyan. Ev jî binpêkirina mafê azadîya ramanî û azadîya xebata rêxistinî ye.
Belê, Alaya Kurdistanê nirxa me ya neetweyî ye û emê her û her hildin.
Emê serê xwe li himberî tu êrîşan netewînin.
19.12.2022
Hereketa Azadî
Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê(PSK)
Bo Çapemenî û Bîrûrayê Giştî
Sedemê qeyrana aboriyê siyasî ye, derheqê pirsa Kurd da halwesta tundûtiji û inkarê ye
Li Tirkiyê,
qeyrana aboriyê, ku di wan salên dawi da kûrtir dibû, gihişte asta herî bilind.
Hikumeta AKPê, ku di encama hilbijartina 14 û 28ê Gulanê deshilatdariya xwe
parastiye û êdî tirsa wi ji hilbijartinê nemayê, bona ku sistema aboriyê
berdewam be bahaya tişt û miştên serekî û kareba û sotanmenî zêdetir kir. Ligel
vê yekê zêde kirina heqdestî yên karkêr û karmendan anagorî bihabûnê gelek kêm
e û maaşa xanenişina wekî xwe maye, zêde nebûye. Li hember bahatî û avsanîdirav
(enflasyon), ku roj bi roj zêde dibin, teqeta kirinê yên gel û zahmetkêşan kêmtir
bûye, dikarin bêjin nemaya.
Qeyrana
aboriyê, bilindtir bûna bahayên tişt û mişt û avsanîdirav, bona piraniya civakê
êş û azar e, rêgir e li pêşiya jiyaneka mirovî. Îro li Tirkiyê sedî da 64’e
hejmunê Tirkiyê di bin tixiba birçitî, bêtiri sedî da 30ê jî di bin tixuba hêjarî
û nedariyê da dijin. Ev yêka hanê ji bûye rêgir li pêşiya jiyanê bi keramet û
mirovî li Tirkiyê. Bona her civakekê ji hejarî û birçitiyê metirsiyeka
kerametşikên nine, hêvi bi duweroj namine, rêjeya xwe kuştin bilind dibe,
şareza û pispor berê xwe didine derwayê û rê li ber pûçbûna civakî vêdibe.
Sedema
herifandina aboriya hanê siyaseta deshilata siyasî ye. Bi gotinê dinê, li
Tirkiyê sedema qeyrana aboriyê siyasî ye, derheqa pirsa Kurd da halwest û
siyaseta tundûtiji û inkar û şerfiroşiya hikumet e. Hikumeta Erdoxan, serçaveyên
aoariyê, şuna ku bona baştir kirina rewşa aboriya gel, bona perwerde û
tenduristiyê bi kar binê, dide çek û teqemenî, bona şer û siyaseta dagirkeriyê
bi kar tine, ku ev yêka hanê jî buye sedema herifandina aboriyê. Serçaveyên mayî
yên Tirkiyê bo mistek dewlemendên, ku aligirê AKPê ne, hatine pêşkêş kirinê û
bona propagandaya destihatê hatine xerç kirinê.
Rewş û
diyardeyên hanê nişan dide, ku ne tenê qeyrana aboriyê çareser nabe, her usa kûrtir
dibe. Herifandina aborî û siyasî û axlaka civakî berdewam dibe.
Ji aliyê dî
ve, Serokkomar Erdoxan bona, ku qeyrana aboriyê were çareser kirinê, li
derwayê Tirkiyê dest bi geranê dirav û serçaveyên malî kiriye. Bona ku alikarî
ji cihana Rojava verbigre, endametiya Tirkiye a Yekitiya Ewropa aniye rojevê. Lê
belê hewlê hanê nikare bibe dermanê derdan. Pirsgirêk li navxewiya Tirkiyê ye û
pir kûr e. Heya ku derheqa pirsa Kurd da dev jê siyaseta tundûtijiyê neyê
berdan, heya ku di warê demokrasiyê da gavên micîd û bawerpêkirî neyê avêtin,
nikarin ji vê binbestê derkevin. Sedema xitimandina pêvojoya Yekitiya Ewropa
hikumet bi xwe ye û yên ku bona endametiya Yekitiya Ewropa gavên nû bavêje,
disa hikumet bi xwe ye.
Ji aliyê dî
ve Partiya me giringî dide gengeşi û çalaki û konferansan ku derheqa
sedsaliya Peymana Lozanê têne çêkirinê. Peymana Lozanê ne tenê bûye
sedama dabêş bûna Kurdistanê her usa heya niha li ser çarenusî ya gelê me da
kariger bûye û tova şer û pevçûn û dijminatiyê li rojhilata Navin da
çandiye.
Bona ku gelê
me azad be, bona ku li navçeyê rê li ber aşitî û demokrasiyê vebe, divê
statukoyê, ku Peymana Lozan destnişan kiriye, were guhartinê û sistemeka nû
were ava kirinê.
Bona vê yêkê
li Tirkiyê, berê her tiştê desturek, ku hebûna gelê Kurd nasbike,
destureka pirrengî û pirdengî û demokratik û federatif were amade kirinê
Bê guman,
hingê aborî bi lez û bez pêşve diçe, arami di civatê da cigîr, asta jiyanê
bilind dibe, rê li ber endametiya YE vedibe.
Partiya
Sosyalîst a Kurdistan, bona, ku gelê me di sedsaliya dehatu da bighije azadiya
xwe, proseya aşitî û demokrasi li navçeyê geş bibe, erkê xwe bi berpirsayariya
netewi û dirokî û pêgiri ci be ci bike.
19 Tîrmeh
2023
Partiya Sosyalist a Kurdistan
(PSK)
Desteya Kargerî a Navendî