SER SAXÎ JI BONA ERDHEJÊ.

SER SAXÎ JI BONA ERDHEJÊ.

 “Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê erdheja 6 ê Sibata 2023 an hemû dinya bi xwe re xemgîn kir. Dar, devî, kevir, çiya, newal û çemên welatê me jî xemgîn in. Êşa me bi rastî mezin e. Ji ber encamên erdhejê dilê me şikestîye. Birîna me gelekî kûr e. Karesata erdheja li welatê me agir bi dilê mirovantiyê jî xistîye. Hemû derdor dixwazin bi awayekî alikarîya vê trajedîyê bikin. Ev jî rastiyek e, divê gelek caran were gotin. Jixwe di rewşên wisa de nirxên mirovantiyê şênber derdikevin pêşberî civakan.

Em baş dizanin ku ji ber erdhejê bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dane, koçber bûne, xizan û perîşan bûne. Lê dîsa jî jîyan her berdewam dike. Weke Platforma Zimanê Kurdî em ser saxiyê ji hemû qurbanîyên erdhejê re dixwazin, em bi dildarî beşdarî eşa gelê xwe dibin û em ji dil û can dibêjin; bila serê gelê me sax be, rehmet li mirîyan be û şifa jî ji nexweşan re be…”

JI BONA KURDAN BILA HER ROJ BIBÊ WEKE 21 Ê SIBATÊ!

Belê. Rewşa me ya mirovî û civakî çawa be jî, dîsa Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila hemû Kurd zimanê xwe weke pirsa man û nemanê biparêz in. Divê em zimanê Kurdî bikin xeta sor di hemû çalakîyên siyasî, rewşenbîrî û kulturî de. Bila zimanê Kurdî bibe pîvaneke sereke di nava hemû xebatên Kurdan de. Ji ber ku Zimanê Kurdî nasnama me ye, ramanên me ne, hebûna me ye, taca serê me ye! Zimanê Kurdî dewlemendiya Kurdan bi xwe ye, ked û nasnama hemû Kurda ye. Ji bona ku em weke netew karibin bi serbilindî li himberî asîmîlasyonê derkevin, divê pêşî em xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê xwe li himberî asîmîlasyonê bikin mertalekî zindî, di hemû qadên jıyanê de mafê zimanê xwe bikin helwesteke sîyasî.

Baş dîyar e ku ziman ji destê me çû wê siberojê netewa me jî ji destê me here. Em ê weke milet ji nava miletan winda bibin. Em ê bi xwe, xwe bikujin, xwe ji holê rakin û hebûna xwe jî bi destê xwe tune bikin. Heke em naxwazin bibin kujerê miletekî xwedî dîrok û ziman di Rojhilata Navîn de, divê em beriya her tiştî li zimanê xwe miqatebin. Zimanê xwe di hemû qadên jiyanê de biparêzin û xwedî lêderkevin. Di pirsa Zimanê Kurdî de em divê piralî karibin xwe ragirbin. Weke ronîya çavê xwe divê em zimanê Kurdî bi baldarî biparêzin, pêşîya zimanê xwe vekin û gav bi gav astengan ji holê rakin. Bi şanazî bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin, henekan bikin, stranan bibêjin, binivîsînin û bikin qêrîn.

Îro gelekî eşkereye ku asîmîlasyon û oto asîmîlasyon di nava civaka Kurdan têra xwe pêş de çûye. Asîmîlasyon ji hêla dewletê ve tê meşandin û oto asîmîlasyon jî em Kurd bi xwe dikin. Asîmîlasyona ku dewlet bi xwe dike çiqasî xerab be, malweran be, tunekirin be, oto asîmîlasyona ku Kurd bi xwe dikin jî dû caran ji asîmîlasyonê xerabtir e. Xwe tunekirina herî malkambax bêşik îro oto asîmîlasyon e. Gelê Kurd îro dualî ketîye nava guwaşeke bêhempa. Divê em karibin vê pêvajo û dorpêç kirina malkambax bi hemû rêbazên ku li ber destên me hene rawestînin. Gelê Kurd divê bi hişmendî li ziman, mîrate, kok û kultura xwe vegere. Divê em di van armancan de hevbeş bibin û hêza xwe bikin yek.

Baş têzanîn ku ev sed sala dawî dewletê bi hemû derfetên xwe xwestîye ku zimanê Kurdî ji holê rakin, zimanê Kurdî tunebikin, heta piranîya caran vekirî gotine ku zimanê Kurdî tuneye. Gotinê zimanê Kurdî hejar û lawaz e. Li paşmayî ye û asta wî nizm e. Zimanê gundîya ye. Gotinê perwerde bi zimanê Kurdî ne pêkan e. Lê ev dîtin bi wextê re hemû jî pûç vala derdikevin. Zimanê Kurdî her zindî maye û roj bi roj tê guhertin û piralî pêşde jî diçe.

Bi Zimanê Kurdî îro perwerde jî têkirin, rojnamegeri, nivîskarî, karê zanistî, hunermendî, dîplomasî, siyaset, lêkolîn û hemû çûre çalakîyên rewşenbîrî bi Kurdî her roj derfetên nû ji xwe re pêde dike. Her tişt li ber çavan e, xuya dike, şênber e. Yên ku wan xebatan naxwazin bibînin, di encam de naxwazin rastîya xwe jî bibînin!

Her çiqase siyaseta fermî lî Tırkîyê zimanê Kurdî bi fermî nepejirîne jî, em weke Platorma Zimanê Kurdî bangî rayedarên dewletê dikin ku zimanê Kurdî di qanûnên bingehîn de were pejirandin. Divê mafê zimanê Kurdî bikeve nava qanûnên ku bi pirsa ziman û kultur re têkildar in. Heke bi rastî asîmîlasyon weke tawanekî mirovantîyê be, weke ku rayedarên dewletê li gelek deveran dibêjin, wê gavê divê siyaseta fermî ya ku li ser asîmîlasyona Kurdan birêve diçe jî bi dawî bibe. Helwesta biratîyê, wekhevîyê û mirovantîyê ya bi rastî ev e. Ji ber vê yekê em tu astengîyan li beramberî zimanê Kurdî qebûl nakin. Di dijberîya zimanê Kurdî de em tu hicetan qebûl nakin. Ev hicet hemû ji vingîvala ne. Zimanê Kurdî mafêkî bingehin ji bona hemû Kurdan e. Divê Kurd ji weke hemû miletan, di hemû qadên jiyanê de bi şanazî û bê astengî karibin bi zimanê xwe bijîn, perwerde bibin, civakê birêve bibin û hemû cûre çalakîyên kulturî û siyasî jî bi zimanê xwe bikin.     

Belê. Di 21 ê Sibata 2023 an de, di Roja Zimanê Dayikê Yê Cihanî de bêşik daxwazên gelê Kurd jî hene; em ji dewletê dixwazin ku Zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bibe zimanê perwerdê, bibe zimanê fermî û Sazîya Zimanê Kurdî were damezrandin. Bila partîyên siyasî di parlamento da gavên wêrek bi avêjin, qanûnên mafê Zimanê Kurdî bixin rojeva parlamento û helwesta xwe bi zelalî dîyar bikin. Bila bi hevbeşbûneke berfireh ya siyasî Zimanê Kurdî bibe xwediyê statûyeke qanûnî.

Lê beriya ku em bigîhêjin van armancên xwe yên serek e, divê em pêre pêre jî bi hişmendiya zimanê xwe tevbigerin. Nirx û rêjeya axavtin, nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî di nava gelê xwe de bilind bikin. Di nava gelê xwe de hişmendîya zimanê Kurdî berz bikin, di pirsa mafê ziman de hevbeş bibin, siyasetê bi Kurdî bikin, di her warî de doza zimanê xwe derxînin pêş. Bila Zimanê Kurdî bibe nîşaneya, bibe cewhera, bibe rengê, belê, bibe ruhê civaka Kurdan!

Di encamê vê têgihiştinê de zimanê Kurdî, Kurd bi xwe ne! Hebûna Kurda ye! Rûmeta Kurda ye!

Kurdino! Xwedî li xwe û rûmeta xwe derkevin!     

PLATFORMA ZİMANÊ KURDÎ

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik