DAXWÎYANÎYA ENCAMA CIVÎNA LIJNEYA RÊVEBIRIYA NAVENDÎ (LRN)

Lijneya Rêvebiriya Navendî (LRN) ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), di civîna xwe ya 13ê Mijdara 2026an de, pêşketinên siyasî yên li herêma me, li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi awayekî berfireh nirxand. Lijneyê di vê çarçoveyê de helwesta partiya me ya li hemberî van pêşketinan diyar kir û xebatên siyasî û rêxistinî yên partiyê ji bo heyama pêş de nirxand.
LRN, li ser bingeha nirxandinên ku di civînê de hatin kirin, pêwîst dît ku nêrîn û helwestên xwe yên li jêr bi raya giştî re parve bike.
EM TIFAQA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ (HEVBENDÎ) SILAV DIKIN Û XWEDÎ DERDİKEVIN
Tifaqa Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ), ku li Bakurê Kurdistanê bi îrade û hewldana hevbeş a partiyên siyasî, rêxistin û kesayetiyên serbixwe yên welatparêz, ku partiya me jî di nav wan de cih digire, hatiye îlan kirin, di pêvajoya lêgerîna gelê me ya ji bo yekîtiya neteweyî, hevkariya siyasî û têkoşîna hevbeş de gaveke pir girîng û xwedî nirxeke dîrokî ye.
Em wekî PSK, careke din damezrandina HEVBENDÎ’ê silav dikin û bawer dikin ku ev gav dê dinamîzm, hêz û lezeke nû bide têkoşîna neteweyî û demokratîk a gelê Kurd.
Ji bo me girîng e ku HEVBENDÎ ne tenê wekî hewldaneke yekîtiya siyasî bimîne, lê veguherê platformeke domdar ku beş û pêkhateyên cuda yên gelê me li dora armancên neteweyî yên hevbeş kom bike, baweriya di navbera wan de pêş bixe û îradeya têkoşîna hevbeş bihêz bike.
Em careke din tekez dikin ku amade ne berpirsiyariyên ku li ser milê partiya me ne bi cih bînin û tecrûbeya siyasî, derfetên rêxistinî û hêza têkoşînê ya xwe ji bo serkeftina HEVBENDÎ’ê seferber bikin.
Divê neyê jibîrkirin ku yekîtiya neteweyî ne bi înkarkirina cudahiyan, lê bi naskirin û rêzgirtina ji wan û lihevkirina wan li ser bingeha têgihîştineke demokratîk pêş dikeve. Serkeftina HEVBENDÎ’ê girêdayî pêkanîna baweriya hevbeş, wekhevî, aqilê hevpar, piştgirî û pêşxistina berjewendiyên neteweyî ye. Ji bo vê yekê, divê berjewendiyên neteweyî li ser berjewendiyên teng ên komî û partîtiyê bêne danîn û ji her cure ferzkirinê dûr bêne girtin.
Pêdiviya gelê Kurd bi yekîtiya neteweyî re eşkere ye. Bersivdayîna vê pêdiviyê berpirsiyariyeke dîrokî û siyasî ye ku dikeve ser milê hemû aliyên siyasî yên welatparêz û kesayetiyên welatparêz.
EM JI KRÎZA SIYASÎ YA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NIGERAN IN
Tengaviyên siyasî yên ku di van rojên dawî de li beşa Başûrê Kurdistanê ya welatê me derketine û krîza siyasî ya ku piştî civîna Parlamentoya Kurdistanê kûrtir bûye, ji bo partiya me çavkaniya nîgeranî û xemgîniyeke cidî ye.
Bi berçavgirtina şert û mercên hestiyar ên herêmî û navneteweyî yên ku Herêma Federal a Kurdistanê tê re derbas dibe, kûrbûna nakokiyên di navbera hêzên siyasî de û lawazbûna xebitandina sazî û dezgehan dikare encamên xeternak derxe holê û destkeftiyên neteweyî û berjewendiyên rewa yên ku gelê me bi têkoşîneke dirêj bi dest xistine, bikeve bin xetereyê.
Îstîqrara siyasî ya li Herêma Federal a Kurdistanê ne tenê mijara partiyên siyasî yên wê herêmê ye, lê mijareke hevpar a tevahiya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku tu partî an aliyekî siyasî divê berjewendiyên xwe yên teng ên komî û partîtiyê li pêşiya berjewendiyên neteweyî daneyne.
Em bang li hemû aliyên siyasî, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikin ku ji helwest û daxuyaniyên ku dikarin tengezariyê zêdetir bikin dûr bikevin û pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê, têgihîştina hev û lihevkirinê çareser bikin.
Em piştgiriyê didin bangewaziya birêz Mesûd Barzanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û avakirina hikûmeteke neteweyî ya berfireh û hemûalî, ku beşên cuda û fireh ên gelê me tê de bên temsîlkirin.
Ji bo parastina îstîqrara siyasî li Herêma Federal a Kurdistanê, bihêzkirina sazî û dezgehên demokratîk, misogerxistina destkeftiyên gelê me û pêşxistina berjewendiyên neteweyî, divê hemû hêzên siyasî bi hişmendiya berpirsiyariyê tevbigerin.
Em bawer dikin ku derbasbûna pirsgirêkên heyî yên Herêma Federal a Kurdistanê tenê bi esasgirtina berpirsiyariya neteweyî û têgihîştina paşerojeke hevpar gengaz e, ne bi pêşxistina pêşbaziyên partîtiyê û berjewendiyên teng.
EM AXAFTINÊN NÎJADPERESÎ Û NEFRETÊ YÊN LI HEMBERÎ HEVBENDÎ’Ê ŞERMEZAR DIKIN
Piştî ragîhandina Tifaqa Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ), eleqe, piştgirî û xwedîderketina xurt a ku di nav raya giştî ya welatparêz a Kurd de derket holê, careke din daxwaz û biryardariya gelê me ya ji bo yekîtiya neteweyî û têkoşîna hevbeş nîşan da. Em vê xwedîderketinê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û wê pir bi wate û girîng dibînin.
Lêbelê, em wê yekê nayên qebûlkirin ku hin derdorên ku ji damezrandina HEVBENDÎ’ê nerazî ne, nerazîbûna xwe bi gotinên nîjadperestî, cudaxwazî û dijminahiyê derdibirin.
Bi taybetî em daxuyaniyên hin derdorên nîjadperest û siyasetmedarên bi navê siyasî bi tundî şermezar dikin. Ev kes, bi armanca hedefgirtina lêgerîna gelê Kurd ya ji bo yekîtiya neteweyî, qirkirinên ku di dîroka gelê me de pêk hatine wekî serişteya gefan bi kar tînin û bi gotinên xwe dijminahiya di nav civakê de kûrtir dikin.
Parastina nasnameya neteweyî, avakirina yekîtiya neteweyî, rêxistinkirin û pêşxistina têkoşîna siyasî ya demokratîk mafekî rewa, gerdûnî û nîqaşnayê yê gelê Kurd e. Bikaranîna van mafan ne girêdayî destûr, erêkirin an jî qebûlkirina tu aliyekî siyasî ye.
Tu siyasetmedar, aliyekî siyasî an dewletek mafê xwe nîne ku îradeya demokratîk a gelê Kurd bi gotinên nîjadperestî bike hedef, li gelê me gefan bixwe an jî maf û daxwazên wî yên rewa înkar bike.
Em wan nêrîn û têgihîştinan red dikin ku daxwazên neteweyî yên gelê Kurd wekî pirsgirêkeke ewlehiyê pêşkêş dikin û hewldanên rewa yên rêxistinbûn û yekîtiya siyasî dikin armanca dijminahiyê.
Em wekî PSK careke din tekez dikin ku em ê ji têkoşîna xwe ya ji bo avakirina paşerojeke azad, wekhev, demokratîk û aştiyane li Kurdistanê qet dev bernedin.
Bi rêz û hurmet ji raya giştî re tê ragihandin.
LIJNEYA RÊVEBIRIYA NAVENDÎ (LRN)
PARTIYA SOSYALÎST A KURDISTANÊ (PSK)
14ê Mijdara 2026an
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik