" Em dê têkoşîna jinên Kurd a jibo azadîyê heta dawî bidomînin."
Roja 8ê Adarê Baskê Jinên PSKê Serdana Mexdûrên Erdhejê Kirin
Bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Baskê Jinên PSKê li Diyarbekirê serdana jinên mexdûr yên erdhejê kirin.
Cîgira Serokê Giştî yê PSKê Selva Baksî û hinek jinên PSK’yî roja 8ê Adarê li Diyarbekirê di avahîya TEKSAVê da bi komek jinên mexdur yên erdhejê ra civîyan. Di civînê da Cîgêra Serokê Giştî yê PSKê Selva Baksî 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li hemî jinên Kurd pîroz kir û paşê jî derbarê dîroka 8ê Adarê, têkoşîna jînan a jibo azadî, demokrasi û wekhevîyê axaftinek kir. Selva Baksî di axaftina xwe da jinên Kurd yên têkoşer ku jîyana xwe bexşê doza azadîyê kirine bibîr anî û eşkere kir ku ew dê têkoşîna jinên Kurd a jibo azadîyê heta dawî bidomînin.
Herwisa RUDAW TV û K24 bi Selva Baksî ra hepveyvîn çêkirin û derbarê xebatên jinên PSKê pirsan kirin.
Paşê jî Baskê Jinên PSKê hinek dîyarîyan pêşkêşê jinên mexdur yên erdhejê kirin û dura jî civîn bidawî bû.
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik