Neviyên Şêx Seîd Piştî 101 Salî Jî Wan Ji Bîr Nekirin

Platforma Hewildana Yekîtiya  Neteweyî ya Kurdistanê ku ji PSK, PWK, PÊLKURD, VEJÎN û jî Kesayetiyên Serbîxwe yên Kûrdîstanî Pêktê, roja 28.06.2026 de li Amedê bi li darxistina konferansekî Şêx Seîd û serkirdên tevgera sala 1925 an bi bîranî.

Konferansa bîranîna sed û yek saliya şehîdên sala 1925 an bi xwendina sûrêda EY RAQÎB û rêz lê gîrtîna şehîdên Kurdistanê dest pêkir.

 Konferans bi moderatoriya Elî Oncî bî rêve çû.

Axîftvanê konferansê Saîd Veroj, Mahmud Fevzî Firat, A. Nasir Melekanî bûn.

 Axaftvanan dî dîrokê de derheqa şert û mercên wê demê, sedemên serhildanê û siyaseta rejîma kemalîst pêş û paş serhildanê bi hûrgilî raxistin ber beşdaran.

Her weha axaftvanan behsa rewşa gelê kurd a vê demê û siyaseta ku li hember gelê Kurd tê meşandin kirin û balkişandin ser Helwesta Platforma  Hewildana Yekîtiya Neteweyî û xebata pêkanîna yekîtiya neteweyî  karekî pîroz û giranbiha nirxandin.

Her weha ji Başûrê Kurdistan kesayetiyê naskirî, siyasetvanê Kurd  Dr Saler Osman jî di konferansê de wek mêvan amade bû, wî jî di dawiya konferansê da xweşhaliya xwe anî ziman.

Nezî 200 kesên welatparêz beşdarê konferansê bûn.

Rîhê şehîdên serhîldana sala 1925 an şad be.

Neviyên wan doza wan a Azadiya Kurdistanê berdewam dikin.

28.06.2026

 Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Buroya Çapemeniyê

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik