KONFERANSA KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ LI WANÊ HAT LI DAR XISTIN

Komîsyona HewladanYekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê, ku di 14ê Adara 2020an de li Dîyarbekirê hat damezrandin, konferansa xwe ya 4emîn di 27ê Hezîrana 2020an de li Wanê li dar xist. Piştî konferansên berê yên li Qoser, Îzmîr û Rihayê, konferansa li Wanê bi beşdariyeke mezin birêveçû. Kesayetên welatparêz ên bi nêrînên cihêreng ji Mûş, Çewlik, Bedlîs û Colemêrgê beşdarî konferansê bûn. Konferans, ku ji hêla Sabahattin Acar, Tayyip Kızılyıldız, Sedat Doğan û yên din ve hat birêvebirin, bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Di beşa yekem a konferansê de, li ser navê partî, grup û kesên ku pêkhatê Komîsyona Hewldana Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ne axaftin hatin kirin. Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Ali Öncü li ser navê kesayetên serbixwe, Köroğlu Karaaslan li ser navê PÊLKURD, Mustafa Deniz li ser navê Vejin  û Mustafa Özçelik li ser navê Partiya Welatparêz a Kurdistanê (PWK) axiv’in û girîngiya dîrokî ya yekîtiya neteweyî, çarçove û modela fikrî ya yekîtiya neteweyî anîn ziman, û civîn û hevdîtinên ku heta niha di çarçoveya hewldanên yekîtiyê de hatine kirin, şîrove kirin.

Piştî navbereke 15 deqîqeyî, di beşa duyemîn a konferansê de, beşdar axaftin kirin û nerîn û pêşniyarên xwe li ser hewldanên yekîtiyê yên berdewam anîn ziman. Ziya Avcı, İbrahim Güçlü, Bedihan Epözdemir, Mehmet Baydar, Abdurrahim Gümüştekin, Mele Kerem, nûnerên rêxistinên pîşeyî yên cûrbecûr, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran, girîngiya hewldanên ji bo tevlêkirina hemî beşên civakê di xebatên yekîtiyê yên hatine destpêkirin de tekez kirin.

Di dawiya civînê de, Serokê Giştî yê PSK Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê PWK Mustafa Özçelik û Ali Öncü, ku ji bo bersiva pirsên beşdaran axivîn, diyar kirin ku ew pêşniyarên beşdaran girîng dibînin û amadebûna xwe nîşan dan ku bi hemî komên Kurd ên ku hebûna neteweya Kurd qebûl dikin û piştgirî didin gelê Kurd ku li Kurdistanê xwe bi xwe birêve dibe re hevdîtin bikin.

Konferansa Yekîtîyê ya li Wanê ji hêla çapemeniya herêmî ve bi baldarî hate şopandin.

27ê Hezîrana 2026an

Komîsyona Çapemeniyê ya

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

              (PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik