Eyup Alacabey Bi Axê Hat Spartın

Siyasetvan û welatperwerê Kurd Eyup ALACABAY roja 24.05.2026 li welatê swêd, Bajarê Stockholm ê jîyana xwe ji dest da.

Heval û hogirên Kek Eyup, nas û dostên wî, malbata wî ya xemgîn bi dil şekestî û bi merasimekî mezin roja 28.05.2026 de, wî ji bo axa pîroz, axa bav û kalan rêwîyê Kurdistanê kirin.

Cenazê ALACABAY di eyni rojê saet dor 09 da gihişte  firokexaneyê Mêrdinê. Di nav de Endamê  Desteya Rêvebirîya PSKê Salihê Omerî, Endamê Meclîsa PSKê M. Emin Karakulak, Endamên Rêvebirîya PSK yên Bajarê Merdînê, Serokê Giştî yê PWK ê Mustafa Özçelik, Hevalên Serkirdeya PWK ê û gelek nas dostên Kek Eyup û welatperwerên herêmê pêşwazîya wî kirin.

Ji Amedê jî heyetekî PSKê ku di nav de Cîgirê Serokê PSKê Serhad Amedî, Serokê PSKê a şaxa Amedê Muhsin Çelik, Endamê Rêvebirîya şaxa Amedê Nurî Mawlav, Dostê PSKê Mam Şükri pêk hatibû, bo beşdarîya merasima xak spartina Eyup Alacabay çûn Derik a Mazî a bi ser Mêrdînê ve girêdayî.

Saet dor 10 an cenaze gîhişt goristanê. Li ser goristanê Heval û hogirên Alacabay, bi girseyîyekî mezin welatparêzên Derikê,  Rêxistina PWK ê bi girseyî, Her du heyetên PSKê pêşwazîyekî germ nişanda.

Piştî axspartinê Serokê Giştî yê PWK Mustafa Özçelik axaftinekî kir. Özçelik  di axaftina xwe de behsa kesayetî, fedekarî, û tekoşîna Eyup Alacabay kir. Özçelik herweha söz û peyman da kû we doza Eyup ALACABAY û hemû şehîdên doza Kurdistanê bi domînin.

 Piştî axaftina Özçelik Keça Eyup Alacabay jî derheqa şexsîyeta bavê xwe axaftinekî kurd kir. Bi van axaftinan merasima li goristanê dawî lê hat.

Girseya li goristanê derbasì Cîhê şînê bû. Şîn wê li Dêrikê sê roj berdewam bike.

Welat perwerê Kurd Eyup Alacabay ji bo ku Kurd û Kurdistan Azad bibe 60 salê xwe di nav eş, îşkence, koçberîde xizmeta Gelê xwe kir.

Lê  Xebata wî a 60 salan jî ji bo Kurdistanekî azad têr nekir. Wî Alaya rengîn û tekoşînê dewrê yên paşxwe mayî kir. Ew êdî di bin sîya dara zeytûnê de heta û heta wê razê. Gora wî li bin dara zeytûnê bi Ala Kurdistanê xemlayî û wê li benda welatê Azad be û me bişopîne.

Rihê wî şad be.

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik