Îro 18ê Tîrmeh 2026an, Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) û Partîya Demokrata Pêşverû Kurd li Sûrya (PDPK-S) li Almanyayê civînek hevbeş pêk anîn.
Di civînê de, heyetên herdu partiyan li ser şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ABD), Îsraîl û Îranê de, rewşa Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya ku li Tirkiyeyê dimeşe û xebatên partî û kesayetiyên serbixwe ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî nîqaş kirin. Herdu aliyan di van mijaran de raman û nirxandinên xwe pêşkeşê hevdu kirin.
Di civînê de, êrîşên dewleta Îranê û hevalbendên wê li dijî Başûrê Kurdistanê û her weha li dijî peşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bi tundî hate şermezarkirin.
Herdu partiyan diyar kirin ku divê hemû Kurd di her demê de piştgiriyek zêdetir bidin tekoşîna rizgariya Rojhilatê Kurdistanê.
Di heman demê de, heyetan xemgîniya xwe ji bo şehîdbûna peşmergeyan anîn ziman û sersaxiya xwe ji malbatên wan û gelê Kurd re ragihandin.
Civîn nêzîkî du saetan berdewam kir.
Di dawiya civînê de, heyetên herdu partiyan li ser domandina van hevdîtinan û berdewamkirina têkiliyên hevdu li hev kirin.
PSK ile PDPK-S Görüştü
PSK û PDPK-S li Almanyayê Hevdîtinek Pêkanin
Neviyên Şêx Seîd Piştî 101 Salî Jî Wan Ji Bîr Nekirin
KONFERANSA KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ LI WANÊ HAT LI DAR XISTIN
VAN’DA KÜRDİSTAN ULUSAL BİRLİK GİRİŞİMİ KOMİSYONU KONFERANSI GERÇEKLEŞTİ
Komisyona Hewldana Yekîtiya Neteweyî a Kurdistanê Derket Hemberê Welatparêzên Rihayê
LI ÎZMÎRÊ KONFERANSA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ HAT LI DARXISTIN
Kürdistan Sosyalist Partisi Yurt Dışı Örgütü Kongresini Başarıyla Tamamladı
Komisyona Hewldana Konferansa Yekîtiya Netewî ya kurdistanê li Qasarê Komxebat Pêkanî
Eyup Alacabey Bi Axê Hat Spartın