
Ev demekî dirêjê PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN Û Kesayetîyên Serbixwe ji bo
pêkanîna Yekîtîya Neteweyî di nav hewildanêda ne. Komisyonekî muşterek ji van 5
alîyan pêk hatîye. Ev komisyon di nav bernamekî pilankirî de kar û xebata xwe
dimeşîne.
Ji van xebatên ku hatibû plan kirin yek jî, li hîn bajarên Kurdistanê û
Tirkîyê de komxebatan li dar bixe. Di van komxebatan da rewşa Gelê Kurd û
qonaxa ku gelê me têde derbas dibe, xeterî û fersendên ku wê ru bi ru bibe, her
weha giringîya hevkarî û pêkanîna Yekîtîya Neteweyî li Kurdistana Bakur ji gel
re raxe ber çavan û bir û raya wan ji bigre û helqa hevkarîyê firehtir bike.
Ji bo vê armancê komxebata komisyonê ya yekemin roja 7 Hezirana 2026 de li
Bajarê Qoserê a bi ser Mêrdînê dest pêkir.
Li Qoserê civîna komxebatê deqekî bê dengî ya rêzgirtinê ji bo şehîdên
Kurdistanê û bi sirûda Neteweyî Ey Raqîp dest pêkir.
Diwana Komxebatê ji her alîyekî vê xebatê bi nurerekî ve pêk hatibû Komxebat
di bin şiara “JI BO YEKÎTÎYA NETEWEYÎ EM HÊZA XWE BIKIN YEK” dest bi xebata xwe
kir.
Beşa ewilê komxebatê bi axaftina nûner û berpirsên Pêlkurdê, PSKê, PWKê,
Vejîn û Kesayetîyên Serbixwe ve rêva çû. Di vê beşê de li ser navê PSKê Serhad
Amedî, sernavê PWKê Serokê Giştî Mustafa Özçelik, bi navê Pêlkurdê Fuat Önen,
sernavê Vejînê Ferîd Azad, li sernavê Kesayetîyên Serbixwe jî Elî Öncü bir û
boçûnên xwe anîn ziman.
Beşa duwêm ê komxebatêde beşdarvanan mafê axaftinê girtin, pirsên xwe kirin
û derheqa xebata komisyonêde dilxweşîya anîn ziman.
Komxebeta li Qoserê gelek serkeftî derbas bû. Ji zêdetir 200 kes beşdarî
kirin.
Salon bi ala rengîn hatibû xemlandin. Gelek sazîyên sivîl û şexsîyên
naskirî bi Peyamên pîrozbayîyê piştgirîya xwe nîşan dan. Komxebata li Qoserê bi
serkeftî dawî lê hat.
PSK ile PDPK-S Görüştü
PSK û PDPK-S li Almanyayê Hevdîtinek Pêkanin
Neviyên Şêx Seîd Piştî 101 Salî Jî Wan Ji Bîr Nekirin
KONFERANSA KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ LI WANÊ HAT LI DAR XISTIN
VAN’DA KÜRDİSTAN ULUSAL BİRLİK GİRİŞİMİ KOMİSYONU KONFERANSI GERÇEKLEŞTİ
Komisyona Hewldana Yekîtiya Neteweyî a Kurdistanê Derket Hemberê Welatparêzên Rihayê
LI ÎZMÎRÊ KONFERANSA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ HAT LI DARXISTIN
Kürdistan Sosyalist Partisi Yurt Dışı Örgütü Kongresini Başarıyla Tamamladı
Komisyona Hewldana Konferansa Yekîtiya Netewî ya kurdistanê li Qasarê Komxebat Pêkanî
Eyup Alacabey Bi Axê Hat Spartın