"Ev êriş nîşaneya bêtehemûliya beramber nasnameya miletê kurd e"

Serokê Giştî yê PSKê  Bayram Bozyel bi daxuyaniyekê êrişa li Bursayê li hember tîma futbolê ya Amedsporê pêk hatî şermezar kir.

Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hemî hovîtî, zordarî û nijadperestiya li dijê Kurdan şermezar dikin. Û diyar kir ku ev êriş nîşaneya bêtehemûliya li beramber nasnameya gelê Kurd e. Herwesa bang li berpirsên dewletê kir ku Amedsporiyan biparêzin û pêşî li êrişkarên nijadperest bête girtin.

Buroya Çapemeniya PSKê

İçerik Başlıkları

TEKSAV û PSK ê pêkve hariîkarî gihandin mexdûrên erdhejê

Îro 17.02.2023 li Diyarbekrê TEKSAV û PSK ê bi hevra qutê xwarin û betanî gihandin kesên mexdûrên erdhejê ku di vê werzê zivistana dijwar ji ber xirabuna avahiyên wan li derve û di bin xîvetan da sitara xwe dikin.

Serokê TEKSAV ê Tayyip Kızılyıldız  û Zeki Ekinci, li ser navê PSK ê cîgira Serokê Giştî Selva Baksî û Serokê Şaxa Diyarbekirê Hîdayet Fidan li xelkê ziyandîtî yên dorberê taxên ku xaniyên herifi an jî xesaret pê gehiştî ev harikari bi deste xwe lê belav kirin.

Pakêtên ji qutê xwarin û betaniyan pêk dihat li şubeya TEKSAV ê ya taxê Şehitlikê li  gor pêdiviya malbatan hate dabeşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku TEKSAV ê berî hefteyekê jî deste harikariyê dirêjkiribu wan mexdurê erdhejê ku ji Semsûr(Adiyaman) xwe gihandibune bajarê Wan ê alikarî lê belavkiribu û bo hewandin û stara wan alikarî peşkeş kiribu.

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik