Gundê Mezre (Çilesiz) Pêşvaziya Mêrxasê Xwe Kir

Gundê Mezre (Çilesiz) Pêşvaziya Mêrxasê Xwe Kir

Mêrxasê Gûndê Mezrê, şoreşger û welatparêzê gûnd  di salên 1970 de, di dema xortanîya xwe de wek hezaran kurdê azadîxwaz, ji bo welatekî azad û gelekî xwedî maf û serbilind li dijî zordarîyê ket nav tevgera azadiya Kurdistanê.

 Piştî derba faşîst a  leşkerî ya sala 1980yî ew jî ket ber pelamara rejîma Kenan Evren. Çendin car hat girtin, eziyet û işkencan dit. Ne tenê ew, ji ber helwesta wî, malbata wî, zarokên wî jî ji vê zilmê beşa xwe girtin. Di encam da Mêrxasê Gûndê Mezrê neçar ma xwe avet bin xetê, ango Rojavayê Kurdistanê.

Ew Mêrxasê ku em bahs dikin; Ismet Yildiz, bi navekî din Bavê Yilmaz e.

Bavê Yilmaz ( Îsmet) li bin xetê jî hem tekoşîna xwe ya şoreşgerî berdewam dike, him jî ji bo debara aborîya malbata xwe li înşatan da kar dike. 6-7 sal li bin xetê zehmetîyên madî û manevî dikişine.

İsmet Yıldız di sala 1986an da tevî malbata xwe, xwe digihîne welatê Danimarka. Zêdetir 10 sal li Danîmarka dimine. Di ve dema jiyana wî ya li Danimarka de bi tevayîya malbata xwe di nav refê Partîya Sosyalîst a Kurdistan PSKê û nav xebatên KOMKARê de bi awayekî aktif cîh digre.

Dure Ismet Yıldız ji ber sedemên teybet Li Almanya niştecîh dibe. Kar û xebata xwe ya siyasî li Almanya jî, wek li Danimarka dimeşandin di nav refê PSK ê û Komkarê de, heta dawîya jîyana xwe berdewam kir.

Tenduristîya İsmet Yıldız di van salên dawî de ber bi nebaşîyê ve diçû. Çawan li hember dijminê xwe, li ber zor û zehmetîyên jîyanê berxwe dida, li hember nexweşîyên ku lê peyda bûbû jî berxwe da.

Lê bi daxê Roja 05.05.2026 bedena wî mêrxasî têra berxwedanê nekir û ji jîyanê xatir xwest.

Di nav me Kurdan de tê gotin, ku “xebera rêş zû belav dibe.” Xebera koça dawî a Bavê Yilmaz jî zû belav bû. Nas û dostên wî, heval û hogirên wî ji xatir xwastin çûna şina wî.

Li Alman sê roj li Mala Êzîdîyan de şîna wî bi rêve çû. Li ser wesîyeta wî roja 9ê Gûlana 2026 ji Almanya,  piştî 46 salan bo Gûndê Mezrê hat rêwî kirin. Hevalên wî kû qet jîyana xwe de wî neditibûn, ji Amedê, Merdînê, beytulşebabê li balafirgeha Merdînê pêşwazîya wî û zarokên wî yên kû pêre hatibûn kirin.

Di nav heyeta pêzwazîyê de, Serokê PSKê a şaxa Mêrdinê, Serokê şaxa Amedê, Serokê Giştîyê berê a PSK, Cîhgirê Serokê Giştî û Endamên PSKê  heta Gûndê Mezrê bi Hevalê xwe ismet û zarokên wî re, rêwîtî kirin.

 Li ser wesîyeta wî û hesreta wî a 46 salan Ambulansê wî cara paşin li nav gundê wî gerand û derbasê goristanê bûn. Bi sedan nas û dostê wî, heval û hogirên wî li ser goristanê benda wî bûn û li nav goristanê pêşwaziya wî kirin.

Bo mêrxasê gûnd, li gor adet û kevneşopîya Ola Êzîdî merasim hat li darxistin û piştî merasima Ola Êzîdîtî bi axa pîroz hat spartin.

Divê merasimê de li ser navê Serokê Giştîyê PSK Bayram Bozyel (ku ji ber karekî teybet nikarî bû beşdarê marasimê bibe) Cihgirê Serokê Gişî Serhad Amedî Axaftinek kir.

Amedî axaftina xwe de, ji ber koça dawîya Îsmet Yıldız xemgînîya xwe û Partîya xwe anî ziman, ji malbatê re, sebir û sersaxîyê xwest, herweha behsa mêrxasî û tekoşîna hevalê xwe Îsmet kir.

Serhad Amedî berdewamîya axaftina de, carekî din sozda ku “doza Îsmet û armanca ku wî dixwest bi cîh bîne, ewê wek Partîya wî li ser rîya wî berdewam bin” dawî anî.

 Belê Kekê Îsmet piştî 46 salan vegerîya axa pîroz a Kurdistanê, Gûndê Mezrê. Ew li wir wê di nav aramî de razê. Em heval û hogirên wî ji bo pêkanîna armancên wî tekoşînê bidomînin.

Cîhê kek Îsmet bihişta rengîn be.

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik