
Hevalê me yê tekoşer, emekdarê salên dirêj yê doza azadiya Kurdistanê,
Resûl Xoce (Alinak), piştî nexweşiyeke dirêj, di 19.11.2026an de ji jiyana xwe
re xatir xwest û ji nav me koç kir.
Koça dawî ya hevalê me yê hêja, ku endamê Partiya me, PSKê bû, xemgîniyeke
mezin di nav rêxistin û hevalên me de çêkir. Resûl Xoce di heman rojê de, li
goristana gundê xwe, Qumikê ku girêdayî Karakoçanê ye, bi axa pîroz ve hat
spartin.
Hevalê me Bedo û çend hevalên din beşdarî merasîma spartina axê bûn.
Îro jî heyetek ji PSKê, ji Amedê, ku ji Serhad Bozhan, Xalê Dawid, Mehemed
Sureya û Nurî Mawlam pêk dihat, her wiha Nûsret û Attîla Adigüzel ji Xarputê û
hevalê me Bedo, serdana gundê Resûl Xoce kirin û beşdarî merasîma sersaxiyê
bûn.
Heyeta PSKê sersaxî li malbata Resûl Xoce kir û xwe di xem û êşa wan de
şirîk dît. Piştî merasîma sersaxiyê, heyet serdana gora hevalê me yê hêja û xwedî
kedeke mezin kir. Li ser gora wî, rêz û spas ji ked û xebata wî ya salên dirêj
re girt.
Heyet ber bi êvarê ve ji gundê Qumikê vegeriya Amed û Xarputê.
Rihê Resûl Xoce şad be! Emê doza azadiya Kurdistanê, ku wî jiyana xwe pê ve
girêdabû, bidomînin û bîranîna wî di tekoşîna xwe de zindî bihêlin.
20.11.2026
Buroya Ragihandinê
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
PSK Heyeti Yoldaşımız Rusul Xoca’nın Ailesine Taziye Ziyaretinde Bulundu
Heyeta PSKê Serdana Mala Hevalê Me Rusûl Xoce Kir
SerokÊ Giştî yê PSKê Bozyel û Cigirî Wî Vegeriyan Amedê
PSK Genel Başkanı Bozyel Ve Genel Başkan Yardımcısı Dağtekin Amed’e Döndü
Peyama PDK-Î Bo hevbendî
Konferansa Pêncemîn a Korbendê Li Hewlêrê bi serkeftî Pêkhat
PSK ile PDPK-S Görüştü
PSK û PDPK-S li Almanyayê Hevdîtinek Pêkanin
Neviyên Şêx Seîd Piştî 101 Salî Jî Wan Ji Bîr Nekirin
KONFERANSA KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ LI WANÊ HAT LI DAR XISTIN