
Di çarçoveya operasyona ku Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê li dijî
HEVBENDÎ dest pê kiribû, Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel û Cîgirê Serokê
Giştî Hasan Dağtekin li Enqereyê hatibûn girtin. Wan piştî ku li dozgeriyê
ifade û parasti xwe dan, ligel hevalên xwe yên din hatin berdan.
Bozyel û Dağtekin piştî berdanê, îro vegeriyan Amedê.
Ji bilî Bozyel û Dağtekin, Fuat Akkaya, rêveberê PSKê yê Amedê, ku di nav
kesên li Amedê hatibûn girtin de bû, îro li navenda PSKê ya Amedê bi hevalên
xwe yên partiyê re civîyan.
Piştî belav bû ku Bozyel û hevalên wî yên ku hatibûn girtin û paşê hatibûn
berdan, li navenda PSKê ne, gelek dost û heval serdana navendê kirin û daxwazên
xwe yên başbûnê pêşkêş kirin.
Di navbera heyama ziyaretvanan û hevalên PSKê de sohbet û danûstandinên
hevbeş pêk hatin. Di van sohbetan de armanc û encamên operasyonê hatin
nirxandin.
Di encama van nirxandinan de hate destnîşankirin ku HEVBENDÎ gaveke girîng
e û divê heta dawiyê xwedî li vê yekîtiyê were derketin.
20.11.2026
Buroya Ragihandinê
Partiya Sosyalîst a Kurdistan(PSK)
PSK Heyeti Yoldaşımız Rusul Xoca’nın Ailesine Taziye Ziyaretinde Bulundu
Heyeta PSKê Serdana Mala Hevalê Me Rusûl Xoce Kir
SerokÊ Giştî yê PSKê Bozyel û Cigirî Wî Vegeriyan Amedê
PSK Genel Başkanı Bozyel Ve Genel Başkan Yardımcısı Dağtekin Amed’e Döndü
Peyama PDK-Î Bo hevbendî
Konferansa Pêncemîn a Korbendê Li Hewlêrê bi serkeftî Pêkhat
PSK ile PDPK-S Görüştü
PSK û PDPK-S li Almanyayê Hevdîtinek Pêkanin
Neviyên Şêx Seîd Piştî 101 Salî Jî Wan Ji Bîr Nekirin
KONFERANSA KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ LI WANÊ HAT LI DAR XISTIN