Karwanê alikariyê ji Amedê bi ber Meraşê ve bi rêket
Îro 08.03.2023 Serokê Weqfa TEKSAVê Tayyip Kizilyildiz ligel komek nûnerên weqfê û berpirsên PSKê danê sibê bi tirumbêlên barkirî ji erzaq û pêwistiyên rojane berê xwe dan bajarokê Pazarcix a bi ser Meraşê ve girêdayî. Alikariyên xwe li Pazarcix û derdora wê belavkirin, ku ev navçe ji erdhejê xesar û ziyanek mezin ya mirov û maddî dîtibun.
Piştî çavdêriya rewşê û zanyariyên bi dest ketî biryar hat dayin li 3 gûndê Pazarcikê, Meksutuşagı, sarıerik, narlı kû zêde alîkarî negîhîştîye wan,  alîkarîya weqfa Teksav û PSK lê belav bikin.


Li hersê gûndan jî gel dilşkestî û mexdurbûn. Bi vê alikarîyê  xweş halîya xwe nişandan. Heyeta her  du sazîyan sersaxî da gûndîyan, xem êşa wan parvekirin, hêvîya xwe anîn ziman da kû gelê me bi felaket û karasetekî bi vî awayî carekî din rû bi rû nebe.
En çok Okunan İçerik