Peyema PSK Bo PDPKS

Bo Serokatiya Partiya Pêşverû (PDPKS),

 

Hevalên hêja,

Salvegera 68an a demezrandina Partiya we ya tekoşer, partiya bira û dostê rojên teng li we li hemu kadr û endamên PDPKS piroz dikin.

 

Ciyê PDPKS li xebata netewiya Kurdistana Başurêrojava diyar e û ciyê pesendayin û serbilindiya we û hemu dostên we ye.

 

Em piştrast in, ku herweki berê, ji îro pêve jî Partiya we di xebata rizgariya gelê Kurd li Kurdistana Başurêrojava da rolekî karigertir bilize.

Piroz be salvegera 68an PDPKS!

 

Berdewam Be Dostaniya PDPKS û PSK!

Bijî Kurd!

Bijî Kurdistan!

 

13.06.2025

 

Partiya Sosyalîst Kurdistan-PSK

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik