PSK’ê, seminera bi navê “KOMKÛJÎYA HELEBÇÊ Û PÊVAJOYA BER BI KURDISTANA AZAD” li dar xist.

Bi minasebeta 37 salîya Komkûjîya Helebçeyê PSKê li Diyarbekirê seminerêk çêkir.  Nivîskar Ahmed Kanî û Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel  wek axaftvan beşdarê semînerê bûn. Moderatoriya seminerê Serhat Bozhan kir.

Serhat Bozhan beriya destpêka seminerê axaftinekê kurt kir û jibo şehîdên Kurdistanê beşdaran dawetê rêzgirtinê kir.

Paşê bi dorê nivîskar Ahmed Kanî û Bayram Bozyel gotarên xwe pêşkêş kirin. Ahmed zêdetir li ser dîroka gele Kurd hûr bû û behsa Jenosîda Helepçeyê kir.

Bayram Bozyel jî axaftinekê li ser pêvajoya ber bi Kurdistana azad kir.

Gelek kesayeti û ronakbîr beşdarê semînerê bûn. Nûnerên partîyên Kurdî;  PWK, HAPAR, PDK Bakur, KKP, PIA û Partîya Azadî seminerê da cihê xwe girtin. 

Herwisa kanalên televizyonên Kurd ji nêzîk ve seminere şopandin û bi zindî weşan kirin.

 

En çok Okunan İçerik