Li Diyarbekir a Bakûrê Kurdistanê bi boneya pîrozkirina 79 mîn salvegera ragihandina Komara Kurdistan li Mehabadê semînerek pêk hat. Semîner ji aliye Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê ve hatibû sazkirin.
Axaftvanê vê semînerê, nivîskar û lêkolînvan berrêz Seîd Veroj bû. Moderatorê vê semînerê jî Endamê Rêvebiriya Navendî yê PSK ê A. Mecîd Durmuş bû.
Semîner bi bêdengî li ser piyan rawestina rêzgirtinê bo giyanê pak yê cangoriyên Komarê, Pêşewa Qazî Mihemed, hevalên wî û hemî şehîdên Kurdistanê despêkir.
Paşê amanca vê boneya pîroz; salvegera ragihandina Komara Kurdistan li Mehabadê ji aliye A. Mecîd Durmuş ve hat diyarkirin û jibo pêşkêşkirina axaftinê li ser vê babetê gotin bo nivîskar û lêkolînvan Seîd Veroj hela.
Seîd Veroj di axaftina xwe da behsê şert û mercên wê serdêmê, kir ku Cumhuriyeta Kurdistan li Mehabadê hatiye avakirin kir. Kar û çalakiyên wê demê û siyaseta dewletên mezin yên navneteweyî li beramber herêmê û helwesta wan ya li hember Cumhuriyetê û rola wan di nexşeyê da kir. Sêid Veroj di beşekê axaftina xwe da, behsa beşdarî û piştevaniya beşên dî yên Kurdistanê, rola M.Mistefa Barzanî kir. Her wesa wek deskevtên neteweyî işaret bi Ala, Sirûda neteweyî Ey Reqîb û Pêşmerge kir. Da diyarkirin ku Cumhuriyeta Kurdistan ya 1946’an berhemê vîn û îradeya gelê kurd bû.
Redkirina pêşniyara ku Kurdistan di nava Herêma Otonom ya Azerbeycanê da be, pêgirî û siyasetek bingehîn ya serbixweyi ya iradeya gelê kurd li qelem da.
Di beşek dî yê axaftina xwe da Seîd veroj behsê rewşa siyasî ya navdewletî û Rojhelata Navîn kir. Seîd Veroj diyarkir ku îro dinya rûbirûyê qeyranek giran e û rewşek kaotik peyda bûye. Got ev pirsgirêkên global û rewşa kaotik, tekoşîna hegemonyayê bê guman dê tesîrên giring li ser dahatûya Rojhelata Navîn û Kurdistanê bike.
Seîd Veroj bal kişande ser têkçûna hilala Şîe û diyarkir ku ji nuha û şunda êdî hêzên desnîşanker di Rojhelata Navîn de Amerîka, Brîtanya, Yekitiya Ewrûpa û her weha hêzên herêmî jî Îsrayîl, Tırkiye û Erebîstana Siûdî ye.
Semîner bi pirs û bersivan bi awayek serkeftî dawî bû.
Eyup Alacabey Bi Axê Hat Spartın
DEM Parti Heyeti PSK Urfa İl Ögütünü Ziyaret Etti
Gundê Mezre (Çilesiz) Pêşvaziya Mêrxasê Xwe Kir
Mezrê Köyü (Çilesiz) Sadık Evladını Bağrına Bastı
Bayram Bozyel; Kürt Karşıtı Nizam Krizde, Eskisi Gibi Yönetemiyorlar