“Kes nikare rê liber bilindkirina Al a Kurdistanê bigire."

Pîrozkirina Newrozê li Qada Şêx Seîd

Îro 20.03.2023 ê li Qada Şêx Seîd ya Diyarbekirê PAK, PSK,TDK-TEVGER pêkve Newroz Pîrozkirin.

Bi boneya Cejna Newrozê Kadirên rêvebir, endam, aligirên PSK, PAK, TDK-TEVGER û welatiyên ku beşdar bun carek dî qurbaniyên erdhejê bibîr anîn. Wêneyên ku dîmenên erdhejê li ser bun raxistin û jibo yadkirina qurbaniyan mum li ber hilkirin.

Despêkê Endamê Rêvebiriya PAKê Henefî Turan xêrhatin û pîrozbayî li beşdaran kir û peyama hevbeş ya Newrozê jî Endamê Rêvebiriya PSKê Serhad Amedî xwend. Di wextê xwendina peyamê da hêzên asayişe xwestin Al a Kurdistanê  bibin. Li ser vê destêwerdanê û hewla jidest girtina al ê bo demek kurt alozîyek çêbu. Serhat Amedî nerazîbuna xwe nişan da û ev bê tehemûliya li hember Ala Kurdistanê şermezar kir û berdewamî da xwendina xwe ya peyama Newrozê.

Peyvdarê PAK ê Henefî Turan  li ser bêtehemulî û hewla jidest girtina Al a Kurdistanê bertek nişan da û got “kes nikare rê li ber bilindkirina al a Kurdistanê bigire. Ev al dê li ser van birc û bedenen Amedê jî were daliqandin.

Di dawiyê da Henefî Turan ragihand ku hersê alî  PAK, PSK û TDK- TEVGER bi hevra dê sibê pêkve jibo  gehandin û belavkirina alîkariyan li ziyandîtiyên erdhejê berê xwe bidin bajarê Semsûrê.

Çalakiya pîrozbahiyê bi dirûşma Bijî Newroz bi dawî  bu.


NEWROZ LI HEMÛ KURDISTANÎYAN PÎROZ BE!

Îşev şeva  Newrozê y e.

Newroz cejna hemû gel û neteweyên Aryanî ye. Lê ji bo  miletê Kurd û gelên Kurdistanê cejna Newrozê xwedîyê cîyekî taybetî ye.

Kurd û hemî gelên Kurdistanê Newrozê ji alîyekî weke cejna serêsalê û hatina biharê pîroz dikin; ji alîyekî din jî weke roja serhildan, berxwedan û tekoşîna ji bo azadî û serxwebûna  Kurdistanê pîroz dikin.

Felaketa erdheja 6ê sibatê ya ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û hinek bajarên Tirkîyeyê da rûdabû, di eslê xwe da qetlîamek bû. Bi deh hezaran mirovan jîyana xwe ji dest dan, ji 150 hezarî zêdetir mirov jî  birîndar bûn. Bi milyonan mirov bêcîh û war man.

Ji ber wê jî  em wek Miletê Kurd û gelên Kurdistanê mixabin, ne bi şahî û dîlan û kêfê, lê bi êş û xem û birînên vê erdhejê pêşewazîya Newrozê dikin.

Helbete ku, li gel hemû felaket û  qetlîam û zordestîyan jî, divê em Newrozê, bi armanca li dijî dagîrkerî û zordariyê û weke sembola berxwedana neteweyî û azadîyê pîroz bikin. Lewra Newroz li dijî dagirkerî, înkar û asîmîlasyona miletê Kurd bûye roja  geşkirin û bihêzkirina mêjû û hişmendîya neteweyî û kurdistanî.

Li gel êş û birînên me yên li her çar perçeyên Kurdistanê jî, Agirê Newrozê ku sembola hebûn, serbilindî, biryardarî, hêvî, berxwedan, serîhildan û azadiyê ye; dê li Rojhelat, Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê, li her çar alîîyê cîhanê, bi şêweyên cuda cuda bilind û gur bibe.

Li Bakurê Kurdistanê pîrozkirina Newrozê xwedî cîhek taybetî ye. Lewra nêzî sed salî ye ku li Bakurê Kurdistanê pîrozkirina Newrozê bi reng û naveroka xwe û bi awakî azad nayê pîroz kirin û qedexe ye.

Di vê pêvajoya ku zimanê kurdî bi jenosîda asîmîlasyonê rû bi rû ye, dive em bi taybetî  Newrozê bi kurdî pîroz bikin; em hewl bidin ku vê rojê bikin qad û derfetek girîng ji bo geşkirina axaftina bi zimanê Kurdî. Herweha divê ev roj bibe platformek ji bo bidestxistina mafên perwerdeya bi ziamnê kurdî, mafên civakî û çandî. Qadên pîrozkirina Newrozê divê bibin qadên tekoşîna ji bo bidestxistina daxwazên neteweyî û demokratîk  û bilind kirina têkoşîna mafê çarenivîsîna miletê Kurd.

Miletê Kurd tenê bi yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî dê bikaribe destkeftiyên xwe biparêze û ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pêngavên biryardêr bavêje.

Li Bakurê Kurdistanê rewşa heyî wezîfeyên taybetî derdixînê pêşîya me. Divê partî, rêxistin û tevgerên Kurd û Kurdistanê û potansîyela herî  berfireh a Kurdan rojek berî rojekê li ser daxwazên acîl yên hevbeş bêne ba hevdû û ji bo hevkarîyeke berfireh a neteweyî, demokratîk gavên pêwîst bavêjin. Bicîh anîna van  wezîfeyên neteweyî û dîrokî , dê rêya çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê xweştir  û dê destê gelê me xurtir bike.

Em hêvî dikin ku Newroza îsal, ji bo  yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî bibe destpêkekê. Divê em xwedîlêderketin, parastin û vejandina hişmendî û destkeftiyên neteweyî, li her perçeyekî Kurdistanê  di Newrozê da zêdetir derxînin pêş.  

Herweha dive bi minasebeta Newrozê û piştî Newrozê jî, em   xebata gîhandina alîkarîyên pêwîst yên ji bo mexdûrên erdhejê berdewam bikin.

Bijî sembola berxwedan û tekoşîna azadî û serxwebûnê Newroz!

Bijî yekrêziya hêzên neteweyî û demokratîk yên Kurdistanê!

Bijî Newroz!

 

20.03.2023

– Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

– Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

– Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)



İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik